|

Ji bo kongireya sêyemîn a hevgirtina rewşenbîrên kurdên
rojava li derve
Silavin germ wek germa dilê evîndarên kurdayetiyê :
silavin nêrgizî wek bêhna peyvên we, çalakîyên we..:
Birayên hêja û birêz ..xoşewîstinoo.. rewşenbîrên kurdên
rojava li derve, nivîskar, helbestvan, peyamnêr, kargêr û
hemû amadekar, me bi dilekî fireh nameya we ji bo
lidarxistina kongireya we ya sêyemîn wergirt û ji dil û can
em we û xwe û hemû miletê kurd û rewşenbîran pîrozdikin ji
bo vê gav pêroz û birûmet.
Birayên hêja:
Bêguman em miletê kurd bi tevayî di nîrekî pirr dijwar de
dijîn û li ser hemû asteyan çi civakî, çi rewşenbîrî, çi
siyasî, çi abûrî.. digel ku rewşa îroj hinekî çêtirbûye ji
dema berê, em dikarin bêjin qûnaxeke nû despêkiriye bi
nisbet me kurdan bi encama afirandina rewşa cîhanî nû, niha
rûvekirinek giştî heye, êdî nema dihêle ku tiştek bê
veşartin, û heger gelek tişt hîn wendane, bawer dikim di
dema bê de û nêzîk wê diyarbibin û li ber desta bêne
raxistin.
digel vê rewşa nû, qûnaxa nû, barê rewşenbîran taybet
rewşenbîrên kurdan ji barê her kesên dîtir girantir dibe, ji
xwe barê me girane, lê îroj deh qatan girantire ji berê,
hema ji hêla ziman de, em dibînin li cem rewşenbîrên miletên
dîtir yên ji sed salan ve xwedî wêje û dîrok û nivîsandinin,
metirsînek peydadibe ku zimanên wan dê bên pijaftin di
hindirê zimanê cîhanê de bi mebesta şoreşa teknolocî û
ragihandî ya bê sînor, û bandora vê şoreşê ne tenê li ser
ziman heye, belê li ser rêz û rêwazên civakî û folklor û
pêmaya miletan teva heye.
di gel vê rewşê, di bawerîya min de karekî berfireh divê,
pêtir dezgeh dikarin karekî berçav bikin û xwe li hember
bigirin, ji vê yekê bi xwe avakirina hevgirtinê ( hevgirtina
rewşenbîrên kurdên rojava li derve ) pêngaveke nirx bilinde
pirr birûmet û pîrpoze, wek vê dezgehê ne tenê li derveyê
welêt belê li hindir jî pêwîste, û yek ji pêdivîyên giringe
di qûnaxa îro de, ji hemû rewşenbîrên me têt xwestin ku
hinekî li xwe bizîvirin û bi canekî berpisiyar û bi dilekî
rast û mejîkî vekirî ji bo vê yekê bixebitin û ji tecruba we
sûdeyê wergirin.
Rewşenbîrên hêja:
Me gelek zor û sitem û zordestî ji destê neyarên doza kurdî
dîtiyê û hîn jî em dibînin, û taku em beşdarbin di hilanîna
vê zordestoyê de divê em ke rewşnebîr di refê pîşîn debin,
wek hemû rewşenbîrên cîhanê, û di vir de hûn bi xwe yên li
derve dikarin bi gelek karan rabin û baweriya me bi we xurte,
li vir em dikarin hin xalan bidin berçavkirin:
- danasîna doza kurdî bi rewşenbîrn dîtir yên ewrupî.
- divê em zorê bidin nivîsandinê bi zimanê zikmakî.
- wergerandin rolek wêyî mezin heye di zengînbûna ziman û
wêjeyê de, bêguman hûn dikarin gavin baş di vî warî de
bavêjin, wergerandina wêjeya ewrupî, emrîkî..t.d bo zimanê
kurdî, û ji kurdî bo wan zimanan.
- bê guman nivîsandina li ser kaxetê bêtir têt parastin û
xwendin ji ya li ser rûpelên malperan, û malpera rojava.net
zengîne bi gelek gotarên wêjeyî û rêzimanî, heger karîn hebe
ku ew erşîf bibe pertûk daku bê parastin.
- gurkirina hevpeyvînê di navbera rewşenbîrên kurd xwe bi
xwe û yên dîtir de.
Dîs em li darxistina kongireya sêyemîn a hevgirtina
rewşenbîrên kurdên rojava li derve, li we û li xwe û li hemû
miletê kurd pîrozdikin, em bi hevîne ku wê kongire bi
serkeftin derbasbe, wê bi gul û çîçek û nêrgizan bixemele.
serkeftinê ji we re dixwazim
serkeftinê ji hemû miletê kurd re
û herdem jîndar û berdewam bin bo peyva serbest û azad.
13 – 4 - 2007
Mehmûd Badilî
|