Bo têkiliyan:

hevgirtin@rojava.net

 

 

 


Kongira sêyemîn ya hevgirtina rewşenbîrên Kurdên Rojava li derve.

Silav û rêz… Stade, 14. 04. 07
Hevalkarên hêja, xûşk û birayên rêzdar !
Kongira we ya sêyemîn di demeke nazik de tê lidarxistin, ku du helwestên dijber diyar dibin , û her yek ji bo ku zora a din bibe, hemî karînên xwe dixebitîne,
Ji hêlekê de, têgehên mirovane, wek azadiya mirov, rêzgirtina mirov, azadiya peyvê û derbirînê, azadiya bîr û bweriyan, mafên kêmnetwan û h.w.d. bi awayên zor çalakane xwe didin nîşankirin.
Û ji heleke din de jî, ramanên kevneperst, hêzên tariyê û terorane bi her awayî dixebitin, ku evê jiyana ciwan û şêrîn, tar û mar û tehl bikin.
Ji hêlekê de, miletê me yê bindest bi her awayên şaristanî berxwe dide, kar dike, ku jiyana xwe ya layiq bi dest xîne.
Û ji hêleke din de, xêrnexwaz û dijminên Kurdan jî bi her awayên nemirovane, çi eşkere, û çi veşartî, hewl didin, ku careke din çerxên tariyê vegerînin, û ejdehayê Kurd careke din xulmaş bikin, û di xewa bê dawî werkin.
Di vê heyamê de tê xwastin, ku saziyên sîvîl û rewşenbîrî rolên xwe bilîzin, ne tenê li kêlek bervedêrên mafên mirovane û azdiya mirov û demikrasiyê bimînin, belê bi ser de jî evan cureyên xebatê bixin enî û tepela erkên xwe, û dengên xwe li dijî zorê û zordestan bilind bikin.
Her weha istûbarî û karê saziyên Kurdan, yên rewşenbîrî, hîn jî girantir û du qat dibe, ji ber ku jiyana me bi tevayî hatiye talankirin, zimanê me, peyva me, wêjeya me, çanda me, her tiştê, ku dikare kesayetiya me biparêze, bûye armanca dek û pilanên rijîmêm dîktator û zikreş.
Hêviya min ew e, ku kongira we di danustandinên xwe de bi serkeve, biryarên berpirsiyarane bistîne, û rêveçûna hevgirtina we ji berê çalaktir bike.
Careke din silavên xwe dubare dikim. Serkeftina kongira we hêviya min e.

Heyder Omer