|

Birayên ezîz û hêja ,
Pêwîstiya hevgirtinekê rewşenbîrî li derveyî welêt , pir
giring bû ji bo alîkirin û pêşvebirina rewşa ziman , wêje û
hunera kurdî , ta çi redeyê vê hevgirtinê , xwe gihandiye
armancên pîroz ? berseva vê pirsê , wê di hola karên cidî û
piraktîk de diyar bibe .
Hevgirtina Kurdên Rojava , li derveyî welaêt , nîşaneke ji
vejandina ronakbîriya Kurdî re , ku intelektol û
inteleginsya Kurd bi roleke ber bi çav rabe , û li nav qada
navnetewî dest bi kar û xebatekê dijwar bike , û ronahîyê
bîne ser rewşa vî alîyê welat ku ber bi jibîkirinê ve diçû ,
lê birîna boyerên 12 adara xwînlî , sekaratên mirinê ji ser
Başûr-Rojava hilanîn û li şûna wan sekeratan , tovên hêz û
berxwedaneke aramî û aştîyane çandin .
Eger hûn destûrê bidine min , ku vê pêşinyara xwe bidim :
Hêviya min ji vê Hevgirtinê ewe , ku zimanê dil û zimanê
aqil û zimanê dev , bi yek gotinê bang bikin , ku Kurdistan
bi her çar alîyên xwe ve warê Kurda ye , her weha hêvîya min
ewe ku gotinên we , yên li pişt menberan û yên li pişt
kewalîsan yekbin , biryar û nerînên we babetî û bê alî bin ,
da ku ronahîya vê xebata we , bigihêje taristana li ser
rewşenbîrên welêt .
Bi hêvîme ku ev Hevgirtina we , di pêvajoya xwe de , her
serketî be û di pêşerojê de , ne tenê hevgirtin be , belê
Lobîyeke dilêr be , di xizmeta netewa gelê Kurd de .
Ji bo kongereya we pêşveçûn û serketinê dixwazim ...
Bimînin di xêr û xweşîyê de … di gel rêz û silavên gerim
Xuşka we
Bêwar Brahîm
Qamişlo
14 / 04 / 2007
|