|
|
Pîr Rustem
Di roja pêşin de, çavên wî
dagirtin; bêtrî kat û nîvekê, li hemberê dan rûniştin û jê re gotin:
“ li wî binêre”. Ji sola reş ya ku benikê teka- çepê hinekî sist
bûbû, heya bi xêza di nav porde ku xistî aliyê çepê, bi dehê caran
li ber wan disekinî. “ Gereke ez jêre bêjim pîreka wî guh nadêyê.
Çawa dihêle ew ji mal derkeve û benikê sola wî sist bûye. Divê serok
hertim hajî xwe hebe. Erê bes ez wî bibînim... belê, divê her
çendakî li sola xwe jî binêre. Serok serok e, ne kund û pepok e ku,
yek wî bavêje binê selekê û ji ber çavan winda bike”.
- “Baş lê binêre”. Dengek li guhê wî vedipeke; li hevalên xwe dinêre,
bihna axaftinê ji devê kesî nayê; ji zû de ziman winda kirine. Dema
li wê dinêre, dibîne ku ji mêj ve lêv ziwa bûne.
- “Kê got”. Careke din li lêvê wî dinêre, bi zorê ew ji hevdu bi dûr
ketine. Di kat û nîva di hemberî wî de, ti caran çavên xwe bi yên wî
nexistin. Piştî sî salî, ji rûniştina di bin nigên wî de, ewê bîr
bibe ku di vê dema dû- dirêj de, hîn çavên wî nedîtine; “ çibkim ji
çavên wî”.
- “Keremke. Ev maseya te ye; tu yê her roj komek “îdbare” û
qurnefîlekê li ser bibînî. A, ji berî diçim, ji kesî nexweze ku tu
wî nasbikî, ewê li te venegerîne”. şeş kesên din li ber masan
rûniştibûn.
Ev bû sî sal di ser karê wî, di erşîvê de derbas bûne. Lê hîne
bûyerên wê roja pêşîn, di seriyê wî de, tezen e. Di gava pêşî de
naskir ku ew derbasî gorên bêdengiyê bû; korîdorekî dû- dirêj; li
her aliyekî rêza odeya zincîr girtine. “Bi dîtina kûrekî ev cih tête
ronîkirin”. û bihna kefnikê firnkên wî qermiçandin. çend caran kir
ku pirsa oda sekretariya, ji ewên ku mîna dûpişkan didan dû hev,
bike. lê pirs bê guhdan dima û di dêv de vedimirî. Dema wî kir ku ji
nuh ve pirsa bê guh vegerîne, odeya hemberî wî, kesekî nîv vemirtî
velûdike û mij- dûman vedikşe.
-“Eger tiştek gerekî te bû, wê murika di ber te de biguvêşe. Ji bîr
neke, kes ê bersîvên te ne de, we her yekî pişkokek heye”. Ev cara
dudiwan bû ku ewê nîv- vemirtî jê re digot: “ divê tu bi kesî re
naxifî”. Rahişt wênê û bi jorî seriyê wî daleqand. Divyabû ku bi ser
seriyê her karmendî ve, wêneya serok bê daleqandin.
Pehn û dirêjbû, nîvê dîwarê li piş seriyê wî girtibû. Ji tîna
nirînên wî her tim destmala, di ber qemçika H. Hebeş de şilbû.
Nediwêrî çavan ji pelên di pêşiya xwe rake, nemaze gava ku dixwest
çavan berde nav nigên wê keçika ku, li hemberî wî rûdinişt; ewa
dikir ku xwe ji bîrakirî. Di wan kêlîkan de, gotinên wî mîna mişkên
fetisî bi ser seriyê H. Hebeş de dibarîn.
- “Çima ez wî ji dîwêr nakim û navêjin kuncekî odê”. Ew hîne bi
ramanên xwe ne lîstibû, hatin ew birin û mehekê bi wî lîstin. Ji wê
rojê de, careke din be ku ew bi ramanên wilo re bilîze.
Çit; dengê qetîna hevdeyeke dezî, wî hest dike ku bar- kirina wî jî
nêzîk dibe. Her şeşên bi wî re, di odê de hatibûn guhartin. Keçik ya
dawiyê bû. Di wê rojê de sozkiribû ku ewê perda tirsê bi çirîne,
deng û silavine sor, li ser masa di pêş wê de, di piyaleke camane
de, deyne. Mixabim, çaxa wî hêz da xwe û ji piyan sekinî, dengê
hirifîna dilekî kete guhên wî û baxçeyeke ji gangiliyên sor di odê
de şînbû. Wêneyê serok, di eyne çax de, bi ser seriyê keçikê de
hatibû xar.
Dil vemirt û xewn ji jiyana wî winda dibin. Ji berî ku ew barbike,
her ku vedigerî mal şevrojên xwe bi wê dixemilandin û hertim bûka
roja pêşîn bû. Lê wêneyên serok xwenên wî şikandin, “çima di eyne
roj de, ji berî wê ba çênedibû?. Te çima gotin di devê de min
rewisandin?”. Bi gotina dawiyê re, careke din dibe mêvanê kesên bê
deng, li cem xwe direwisînin û bîranîneke nuh jêre vedikin.
Rojên wî diweşin, Pir guhertinin nuh bi xwe re anîbûn: Devekî bê
diran, Porekî sipî, riwekî qermiçî û sîngekî bê dil û hest.
- “Evê nuh bûye mêvan, çima ewqasî çavan, di min de, dişewitîne. Kê
gote wî ku yê dawiyê ez im?!. Ma, ez li ser sîngê diya wî rûniştime...
çima ne dirêjkirî”. Wî çavên xwe kutan ên nûhatî, hêşt ew berê xwe
biguhêre. “Ji zûde me mêranî ji bîr kirî”. Di serketina şerê bi
çavan de, xweşiyeke mezin dabûyê û kenekî vemirtî di riwê de dihêle.
Çit; “ Ev cara dudiwa ye. Ew dizanin kêjan deziyê bênin; dihêlin yek
dilopên jiyana xwe bêjmêre. Di rojeke wek îro de, ez di korîdorekî
dû- dirêj de dimeşîm û pirsa min a bê guh li ser lêvên min xwe ji
bîrvedikir”. Ev çend ramanên jor, bi lez dan dû hev. “Iro sî sal çê
dibe, lê hîne çend kat mane ku, ez pelê sî saliyê biweşînim”.
Di van katan de, xortekî nûgiha dikeve devê korîdorekî dû- dirêj; li
her aliyekî rêza odeyan zincîr girtî; mirovene dûpişkî ji wan odeyan
dikşin. Lê pirsa wî bê guh dimîne. Kesek, ji aliyê odeyekê ve tê
velûkirin û dide pêşiya xortê nû- hatî. Bêtirî kat û nîvekê, li
hember wêneya serok dane rûniştin, çavên wî dadigirin û... çit.....
|
|