|

Pîr Rustem:
“Tevgera wergerandinê piroja herî
girînge bo pêşveçûna rewşenbîrî”
Bi beşdarîyeke rewşenbîrî û
sîyasî li baxça kombenda Kawa û li dirêjahîya çalakîyên Kombendê yê
rewşenbîrî di hefteya rewşenbîrî ya netewî de, li gor pirograma
hefteyê ev roj ku sêyemîn roje ji hefteya rewşenbîrî taybet bo
rewşenbîrên Rojavayî Kurdistanê bû herdu berêzan Çêroknivîs “Pîr
Rustem” û Rewşenbîr “Şêrzad Seîd” li ser rola reşenbîrî û
rewşenbîran li rojavayî Kurdistan rawestîn.
Çîroknivîs û rewşenbîr Pîr Rustem
babetek bi navê “Dîroka Rewşenbîrîya Kurdî li Başûrî Rojavayî
Kurdistanê” pêşkêş kir. Herweha berêz Şêrzad Seîd lêkolînek li ser
jiyana rewşenbîrî û rola Kombenda Kawa li Sûrîyayê û Libnanê .
Li derveyî çarçêweyî semînarê
(Peyamnêr) hevdîtineke taybet bi Çîroknivîs Pîr Rustem re pêk hanî.
Despêkê Berêz Pîr Rustem bo
beşdarîya wî li hefteya Rewşenbîrî û Netewî ji me weha got: “ Berî
her tiştî ez Ajansa Peyamnêr pîroz dikim û serkeftinê û berdewamîyê
jê re daxwazdikim, Beşdarîya me li Başûrî Kurdistanê bo vê çalakîyê
ew bû ku me daxwaz dikir em rewşenbîrên çar alîyên Kurdistanê bighin
hev û dengên xwe jî bighînin hev”
Sebaret bi naveroka babeta xwe yê
bi navê (Dîroka Rewşenbîrîya Kurdî li Başûrî Rojavayî Kurdistanê )
berêz Pîr Rustem weha got: “ Bi rastî di babetê xwe de min xwest ez
ronahîyê bidim ser xebata Malbata Bedirxan û despêka tevgera
rewşenbîrîya Kurdî li Başûrî Rojavayî Kurdistan û ta roja îro,
despêkêka wê bi derçûna kovara “Hawar” bû ku Mîr Celadet Bedirxan bi
rêvedibir”
Li dirêjahîya axaftina xwe de
berêz Pîr Rustem jiyana rewşenbîrîya Rojavayî Kurdistan di sê qonxên
serekî de nirxand û despêka wê yan qonaxa yekemîn bi peydakirina
Elfebaya Kurdî di kovara “Hawar” 1932a despêdike, piştre qonaxa
duyemîn bi navê “Qonaxa dagîrkirina partîtîyê ji rewşenbîrîyê re”
yan jî “Qonaxa vemrandina rewşenbîrîya Kurdî” bi navkir û piştî wê
qonaxa sêyemî dihêt ew jî bi hatina kovara “Gulistan” bi destê
Helbestvan Cegerxwîn sala 1968a de despêdike û ta roja îro.
Pîr di şîrovekirina babeta xwede
navê gelek rewşenbîran anî ziman wek; Kamîran Alî Bedirxan, Qedrî
Can, Osman Sebrî û Helestvan Cegerxwîn û gelekên dîtir ku di warê
çand û rewşenbîrî yên cûr becûr de kardikin weke Çîrok, Helbest,
“Gotar û Lêkolîn” û “Ferheng û Rastnivîsa”.
Li dawîya axaftina xwe Pîr Rustem
bal kişand ser tevgera wegerandinê û girêngîya wê û weha got: “Heger
em bixwazin rewşenbîrîyeke xurt avabikin divê em berê xwe bidin
berve wergerandinê, ji ber ku, tevgera wergerandinê piroja herî
girînge bo pêşveçûna rewşenbîrî, herweha divê wergerandineke pisporî
û akadîmîk be herweha dê bihêle bingeha herî mezin ji tore û wêjeya
kurdî re çêbibe”.
|