|
Agir li hev
aliya
Omer Dilsoz
Tu (xwîsa gorê)
rûbarên xeman diherikîn li ser
dilistana min
rûpelên dîrokê xwe vedikêşa ji
ber pênûsê
zeman ziwade bû li ber hilavêtina
dilê min
tu diçûyî û vedigirt kêlika gora
min xwîsê
Tu
(êşa şanikan)
kêliyên gorên me jî dê rondikên
me vemalişin
ji vê êşê ax, ber û dar jî bo me dê xwe bisojin
heta şanikên me belav bûne êş û janên jînê
li ser kêliya gorên me jî ewê her tim kelijin
Tu (arê bêdû)
çîroka arê bêdû dihat gotin li ser tenûrê
gava ku xewn û xeyalên me tev dibûn bizotên sor
kula hezar salan xwe berdida ser dengê bilûrê
dinaliya li nav xweliya xwe ya sar mirî û gor
2004–12–26 /Amed
 |