Qehwa sibehê
Hunermendê şêwekar Fehmî Balayî, xwediyê
pirtuka „ Dîroka hunerê şêwekarî li
Kurdistanê „ dibéje:
- ger em azadiya siyasî ber çav bikin, di
bindestiyê de pêtir jinên nivîskar û
hunermend hebûn.
- piştî serhildana 1991 li başurê kurdistanê
gelek girup û kesayetiyên Turk û biyanî
hatin ew nexşên li ser kevrên kurdistanê
dikolan û ji xwe re dibirin.
- gelê kurd hêşta nebûye netew û hesta
netewî li ba peyda ne bûye lewma ne li
nirxên xwe yên netewî, ne jî li dîroka xwe
xwedî dernakevin.
- di nava kurdan bi xwe de niha pirsek tê
kirin û dibêjin ew tablu neyên Şerefxanî ne
û dixwazin yên Turk û Ereb û Farisan bin ne
yên kurdekî weke Şerefxanî bin.
- ber bi 70 salî ve diçe, xwediyê 5 hezar
tabluyên rengîn û reş û spî ye. Nêzîkî 20
pirtûkên neçapkirî li ber destê wî ne.
- mirov dikare qonaxek nû ya şêwekariya
kurdî ji Malva dest pê bike.
- Ger kesek jî bê layen be yan serbixwe be
sazî û partiyên kurdî wî dervey netewî
dibînin.
Di xwendina pirtukê de gelek pirs hatin ĥalê,
min xwest bi xwendevanên Qehwa sibehê re par
ve bikim; birêz Fehmî jî rengên xwe rast
kirin û carina şad, carnina xemgîn bersiva
me da. We vexwendî xwendina vê hevpeyvînê
dikim.
Sibeha we bi xêr
1. Em ji mercên hunerî di çapkirina pirtûkê
de dest pê bikin. Berhemek li ser dîroka
hunerê şêwekarî li kurdistanê û tablu û
alalvên behsa lêkolînê reş û sipî û bi
şêweyekî gelek piçûk hatine çapkrin. Çima ?
Helbet çap
kirina her pirtûkekê xwedî hind
taybetmendiye, bitaybet pirtûkek Şêwekarî û
dinava wêda tabluyên rengîn hebin, çi bihayê
xwe namîne eger reş û spî bête çapkirin, lê
mixabin ta niha weşanên kurdistana başur bi
şêwekî gelek xerab pirtûkan çap diken,
şarezayî di warê medya û çapêda nîne. Min bi
dirêjiya 5 salan li ser vê pirtûkê kar kir,
min dixwast pir baş bê çapkirin, li Turkiya
û europa pir biha bû li kurdistanê ji minre
got emê ji bo te rengîn çap bikin, lê
mixabin derçu reş û spî. Ji ber ku min
lêkolîn û şirova hind tabloyan li ser rengan
kiriye eger rengîn nebe wê çawa bê fêmkirin?
Ji bo wê jî ez ji vê çapê ne razî me û min
dixwast rengîn bê çapkirin. Lê ger derfetek
bê ez ê dubare rengîn çap bikim, yan ez bang
dikem her weshaneka kurdî bixwaze rengîn çap
bike ez amade me jê re dyarî bikim.
2.Te pirtûk bi herdu şêweyên tîpên ku kurdî
pê tê nivîsandin çapkiriye. Tu dibêjî
negereke rewşenbîrên kurd helwesta xwe di vê
dan û standina hilbijartina tîpan de nîşan
bikin bi kêmanî di çapkirina pirtûkên xwe
de?
Ez bi xwe sedî sed di gel tîpên latînî me lê
divê mirov rewşa parçeyên kurdistanê li pêş
çav bigre, guhartinek weha demek drêj û
xebatên zimanî jê re pêwîstin, dema cara
yekem min li başurê kurdistanê bi tîpên
latînî çapkirî mixabin piranya nivîskar û
hunermendan ji min re got pirtûkek pir
hêjaye lê mixabin em nikarin bixwînin, eve
derdê me yê herî gran e bi kurmancî latînî
devoka behdînî hatiye nivîsandin kesên
behdîna nikarin bixwînin, başe yekî
suleymaniyê yan hewlêr û sinne çawa dixwîne?
Serê min gelek pê êşya hêjî di êşe!!! Ez
mecbur bûm carek din bi tîpên aramî (erebî)
binvîsim. niha yên sulêmanîyê û hewlêrê ji
min re dibêjin pirtûka te pir hêjaye lê ger
wergêrî ser zaraveyê soranî wê baştir bibe.
Ev hemû pirsgirêkên nivîsandina kurdî ne.
3.Mehfur, derî, alavên ciwaniya nava malê,
sinduqa buraqê û gelek tiştên din weku
destpêka hunerê şêwekarî te lêkolîn kirine.
Resmên li ser şur, xedeng û pereyan bê şunin
di pirtûkê de, ev yek ji ber kêmaniya
çavkaniya û zehmetiya lêkolînan ne yan
sedemên din hene ?
Helbet dema mirov lêkolînekê encam dide
pêwîstî bi gelek çavkaniyan heye, min pêtir
bawerî da lêkolînên meydanî yên her herêmekê
ku çend caran ez çume wan herêman û jêderên
din ji hind lêkolînên kurdî yên kêm weke
mamosta Abdulreqîb Yusif bûne çafkanî û hind
gotarên li ser hunerê gelerî û yên cîhanî jî
bigiştî, dîsan li gundên kurdistanê ev yeke
min bi çavê xwe dîtiye û hind pirsên van
nexşan min kirne bingeh, herwekî çawan di
hunerên netewên din de bûne bingeh weke
hunerê Islamî û asyayî û hatina hunermendên
ewropî yên weke (kandnskî, Henri Matess,
Delakrowa û…td) ji bo wergrtina hind
elementên rojhelatî û li ser bingehekî
şêwekariya nû bikarhatîn. Gelê kurd xwediyê
zengîniyek mezin e di vî curê hunerî de ji
ber ku, grêdana wan bi xwezayê ve paldereke
ji bo berhemanîna vî curê hunerê gelerî, em
jî dikarin weke şêwekarî mifa jê wergirîn.
4.Çapkirina wêneyên di pirtûkê de ne di ber
babetên xwe de hatine weşandin, ev yeke ji
ber hêvîne hunerî ye gelo ?
Dema min pertûk ji bo çapê amadekirî, min
wesa şand lê di weşanxanêda guhartin hatiye
kirin, hind wêne ji cih çûne, helbet ew jî
dibe kêmasyek ji bo xwandina babetî, ji ber
ku forma min shandî û wan chapkirî ji hev
cudaye, lê gotinek kurdî heye dibêje ;(grara
ruhn ji bê daniye).
5. Karên berik û maforan hest, soz û
helçûnan e, kartêkrinên civakî, olî û sozên
nav civakê têde reng didin, disa jî berkên
kurdî bi hîç şêweyekî mihrab têde nîne di
gel ku civaka kurdî civakeke misilman e. Ev
yek encama çiye ?
Weke tê xweyakirin ku, di rûpelên pertûkê da
min amaje bi wê kirye ku, berik û maforên
kurdî xwedî taybetmendiyekê bûn, ji ber ku
kurd civakek gundî, koçerane ne, helbet
grêdana wan bi xwezaya kurdistanê ve dê bête
jêderê çaflêkirna xwezayê herwekî huner
çavkanya xwe ji xwezayê girtî, dibe ku ew
hest û sozên hundrîn di afrandnên van
berheman da nebin lê bedewiya hunerekî
rengîn û xwedî rîtmek dubare şarezayeka
hunerî pêwîste, çawan di dema berî
rênaysansa ewropa da huner weke pîşe û li
jêr xwastekên dervey hunermendî bikar dihat
paşan huner bo karekî serbixwe û ji hundurê
hunermendî derhat, ev jî grêday qonaxên
jiyana her netewekê ye , aliyê din kurd rast
e civakek musilman in û ev hunere ji Asya
navîn taku Belkan û derdura Ispanya xwedî
bandur bû, lê ji ber taybetmendiya cografiya
kurdistanê û dîroka vê herêmê , şiyan hind
kevneşupiyan biparêzin ku mohra kurdewarî
pêve dyare weke stran, heyranok, nexş û
nîgar…td
gelê kurd berî bibe islam li vê herêmê
xwediyê van destkeftên dîrokî bû, lewma dema
em li gelê meyê Êzdî dinêrin hêşta ew tiştên
berî hatina islamê bo kurdistanê bi xwe re
anîne ta ku roja îro, wesa diyare ku ji ber
hêrîşên dagîrkirin û komkûjiyên bi ser
kurdan hatine weke koçber û xwe spartiye
çiyan lewma bandura Islamê ji aliyê hunerî
ve lê xweya nake. Ji bo wê jî dibe hind
bandurên farisî li ser hebin ji ber ku weke
malbateke nêzîk tê naskirin.
6. Tu di cihekî de dibêjî ku berik û mafurên
rojhilatê bandura xwe li ser çendek ji
hunermendên Ewropa yên mezin wek Matîs û
Pîkaso kiriye. Di wê demê de şêwekarî di
rojhilat de, di kurdistanê de, di kîjan
qunaxê de bû?
Rast e, dema mirov li dîroka hunerê Ewropî
dinêre, rastiya vê bandurê pêve diyar e her
wekî Henrî Matess bixwe dibêje;“ çuna min ya
Maroku hêzek da min , nexşên rojhelatî û
elementên hunera Islamî ji min re bûne
bingeh“ herwesa dema ew vegeraye parîs wî
rengên zeq yên rastexw di tabloyan da bikar
anîn, û rêbaza vawizim (wehşî) ji wan renga
derket, herwesa yekî weke Kandnsky xwediyê
xandingeha (Abstrakt) (tecrîd) çuna wî bo
Şamê û dîtina hind regezên rojhelatî jêre
bûne bingeh, herwesa Delakrwa dema çuye
Cezayr û wênekirina jinên wê herêmê bi nexş
û kincên wê herêmê bûne bingeh . herwesa
Picaso û…td helbet di vê demê de huner li
rojhelatê bi awayekî akadimîk nebû lê
bingehê hunerê (minemnemat) weke yê,( wastî,
Behzad, Şerefxanê petlîsî, Teymorî, û…td) li
rojhelat hebûye, lê ji bilî wan nexşan li
kurdistanê huner nebû, mirov dikare ji bilî
mînaturên Şerefxanî û Abdalxanî dîroka
hunerê şêwekarî li kurdistanê li destpêka
sedsala bîstan binav bike.
7. Kurdistan xwedî çand û hunereke dewlemend
e. lê mixabin di vê hêlê de lêkolînên
zanistî pêk nehatine. Ger çend mînak li ser
vê yekê hebin jî, piraniya wan ji aliyên
biyaniyan ve hatine nivîsandin û gelek rastî
ji dîroka hunera kurdî wenda bûne. Ev yek jî
ji encamên bindestiya welat û miletê kurd e,
yan ji xemsariya wan e?
Ez dikarim bêjim gelê kurd gelekî xemsar û
tembel e, çavê wan her tim li biyanya ye û
li rastiya xwe ya dîrokî nabine xwedî,
helbet egerên bindestî û koçberî û nebûna
dewletek serbixwe û azad bandureke mezin
dike, her wesa her wekî we diyarkirî ji
aliyê biyanyan ve dîroka kurdî hatiye
nivîsandin bi hemû kêmasyan ve, lê ez
dibêjim mînakê ew lêkolîna li ser tabluyên
Şerefxanî hatiye kirin, eger ji aliyê bi rêz
Abdulreqîb Yusif ve nehatiba encamdan , min
jî nedkarî bêjim ev tabluyên hunermendekî
kurdin. Ta niha li muzexaneyên biyanî bi
dehan tablu hatine parastin li ser Turk,
Ereb û Farisan tên hijmartin, ne desthelata
kurdî bi giştî giringiyê dide vî alî ne jî
civaka kurdî bihayê van nirxên dîrokî dizane.
Ez ê mînakek çêbûy bêjim;
( piştî serhildana 1991 li başurê kurdistanê
gelek girup û kesayetiyên Turk û biyanî
hatin ew nexşên li ser kevrên kurdistanê
dikolan û ji xwe re dibirin, wê demê ez
serokê yekêtiya hunermendan bûm, min
rayedarên kurdistanê pê agahdar kirin, ji
min re got welatê me talan dibe tu behsê
parçe kevirekî dikî) û her wesa( hind kesan
dixwast wan tiştên dîrokî bifiroşin û parekê
kêm pê werbigirin, lê xemxorekî weke
Abdulreqîb Yusiv rê nedayê û nêzîkî 12 hezar
parçe di mala xweda parastin û ji parê xwe û
zehmeta xwe li van nirxên dîrokî xwedî
derket. Lê kê qîmet da vê yekê?
Lewma ez dibêjim gelê kurd hêşta nebûye
netew û hesta netewî li ba peyda ne bûye
lewma ne li nirxên xwe yên netewî, ne jî li
dîroka xwe xwedî dernakevin, her parçeka
kurdistanê jî li jêr hind bandurên nêgatîv
e.
8. Di dergehê ku te ji Şerefxanê Bedlîsî re
rast kirî de tu behsa hindek hunermendên
şêwekar dikî ku ji min re bû mereq ka ti
lêkolîn li jiyan û hunera wan qet hatiye
kirin yan na ?
Herwekî me di pirsa berê da xweyakirî ku, bi
tenê kesekî mina Abdulreqîb Yusiv û Dr.
Ferhad Pirbal û Prof. Dr. Maruf Xeznedar û
çend kesên dî şiyane hind lêkolîna li ser
van tiştên dîrokî bikin, lê ev bi tenê têrê
nake, kesekî weke gerokê Turk Ewelya Çelebî
di pirtûka xwe ya (Siyahetname) da dibêje „
dema kela bitlîsê dagîr kirî bi dehan
tabluyên hunermendên kurd û biyanî
şewitandin û ji navbirin“. Niha gelek jî ji
wan tabluyan di muzexaneyên biyanî da mane
bê lêkolînkirin. Berî salekê min tabluyeke
mînator di ketelokeka Elmanî da dît ku di
dema şerefxanî û Ebdalxanî de hatiye resim
kirin, li ser tabluyê bi tîpên erebî Osmanî
nivîsandiya, parçek helbestê ye behsa kurd
tê kirin û xwezayê, lê li jêr nivîsandiye (mînaturê
Islamî li muzeya Stenbulê). Helbet divê em
lêkolînê li ser van berheman bikin da
rastiya dîroka xwe bizanin, her wesa Dr.
Memo di semînareka xwe ya li Berlîn de
dibêje ku hind kesên elman nivîsandine „
Dema Şoreşa Bedirxanî têk çûyî çendîn tablu
di mala wî de bûn, hemû hatin şewitandin û
wenda bûn „ ev hemû û bi dehan karên bi vî
awayî hêşta wendane û kes lê nabe xwedî,
gelê kurd bitenê dest daye Stran, guvend û
helbestan.
9. Dîsa di deriyê şerfxanî de tu dibêjî „ di
gelek cihan de xal li ser ruyê jinê daniye û
milên wê mezin dirust kirine. Heke ev sîfet
di hin cihan de nebûya, jin ji zelam nedihat
cudekirin, çinkî gelek caran ser û kulavê
jinê ji yê zilam cuda nabe û wek hevin „
Gelo ev necudabûn pala xwe dide bingehên
civaka kurdî? Yan divegere rêzên dibistana
hunerî ya Şerfexan dişopîne?
Di vî şêweyê hunerî de bandura hunerê
Mangulî hebû, ji ber wê jî gelek tiştên
hevbeş di yên Şerefxanî û Behzad yan Wastî û
Mengolî de nêzîkî hevin, bitaybet ji aliyê
serûçavan û kncan ve lê cudabûna jin û mêran
ji ber ku serê herduyan bi komekî dapoşiye û
hind caran jin dûr derdikevin eger şarezayî
ya hunermendî nebe ku hind sîfetên taybet
yên jinê diyar bike weke xalên li ser rûyan
û krasên wan û şermokiya wan , helbet ev
yeke grêdayî bandura Islamê ye di dema
Impiratoriya Osmanî û Sefewî û ya civakî jî
, lê di gel wê jî jin gelek caran di dîwana
mîrî de diyare.
10. Ewliya Çelebî di Seyahatnameyê de gotiya
„ kurdên Mehmudî li devera Wanê rihên xwe
kuhr nakin û bi rengên sor, şîn, û zerr reng
dikin“ Ev cara pêşî ye ez tiştek wesa seĥ
dikim. Ez dikarim hizir bikim ku wê bingehek
civakî yan olî ji vê yekê re hebe, yan ne ?
Di lêkolîna xwe ya li ser tabluyên Şerefxanî
de Abdulrqîb Yusif di çapa sêyem de rûpelê
95, de ev rastî gotiye û çafkanya rengkirina
rihên mêran vedgere rengkirina cil û bergên
wan yên resimkirî ku piranya rengên xwezayê
ji rengên gula werdgirtin, ji bo wê jî bi
tenê resamî ev rastiye di tabluy de
bikaraniye, yan weke kevneşopiyek kurdan û
wan netewên wê demê bû? Ji ber ku herwesa di
heman lêkolînê da rûpelê 94 dibêjît “ jin bê
zêr bûn bi tenê guhar di guhî bûn weke hind
mêran jî guhar dikirin guhê xwe ku di tabluy
de diyar e “. Dibe ku ji bandora Mengol,
Teter û Farisan hatibe nav kurdan jî, lê ez
dibînim ji bo rengîniya tablûy hemû beş
rengîn kirîne û buşahiyek têde nehêştine,
yan bi reng û wêneyan yan bi nivîsînê pir
kiriye, helbet ev jî rêbaza piraniya
hunermendên wê demê bû.
11. Heman piştî deriyê Şerefxan tu tiyî
destpêka sedsala bîstan, nêzîkî çarsed salî
di navbera wan de bê nîşan ne?
Rast e, lê em bixwazin nexwazin dîroka
şêwekarî li kurdistanê tiştek nû ye û eger
rastiya wan tabluyên Şerefxanî jî nehatiba
kirin dê kurd ji vî alî ve gelek hejar bin.
Ji ber wê jî di nava kurdan bi xwe de niha
pirsek tê kirin û dibêjin ew tablu neyên
Şerefxanî ne û dixwazin yên Turk û Ereb û
Farisan bin ne yên kurdekî weke Şerefxanî
bin. Piştî şureşa şêx Mehmodê Berzincî û
têkeliyên wî di gel Osmanyan li hemberî
Inglîzan û zankoya leşkerî ya Stenbulê bo
egera şandina çend kesên kurd ji bo xwandina
leşkerî di gel wê waneka hunerî hebû, kesên
weke Abdulqadir Resam ,Asim Hafiz, Hac M.
Selim, Mohemed Salih Zeky û Eta Sebrî…td
dema vegerane Iraqê weke resam hatin
naskirin û bûne bingehek ji bo şêwekariya
Îraqê û kurdistanê, lê li parçên dî çi jêder
neketine berdestê min ku dinavbera qonaxa
Şerefxanî û sedsala bîstanda ku kurdan
şêwekarek hebît. Ez bi xwe jî ji wê yekê hez
nakem hind kesan bizorê bikim kurd û bêjim
ev beşekin ji dîroka me û ew bi xwe, xwe
kurd ne hijmêre. Dibe bi dehan kesên weha
hebin lê mixabin nabêjin em kurdin.
12. Yekem car tu behsa peykertaşekî dikî, di
navbera herdu şerên cîhanê de ye; heskî berî
hingî pezkertaşen kurd nebûn?
Weke ku em dizanin ji aliyekê ve ku hunerê
şêwekarî û şano li ba kurdan pêş de neçuye,
ev yek egera ola Islamê ye, bitaybet peyker
ji aliyê îslamê ve herame, kurdan jî zu bi
zu newêraye xwe li peykerî biden. Ez bixwe
yek ji wan kesan bûm dema ez çûme xandina
hunerî babê min mela bû, gelek kes hatin ji
babê minre got „ lawikê te kafir bûye seyda,
ma te Qoran nexwandiye, wêne herame… çawa tu
kurê xwe ji şêwekariyê dur naxî „ babê min
ji ber civaka kurdî ya paşvemay digote min „
kurê min resima çêbike lê peykeran çêneke „.
Her wesa mînakê helbestvanê kurd yê klasîk(
Bekir begê Erizî) yekem car peykertaş bû lê
ji ber hêrişên civaka kurdî mecbur ma dest
jê berdet û helbestê binvîsîne û gelekên dî…
herwesa bi giştî peyker ji aliyê civaka
kurdî ve ne dihate hezkirin.
13. Dîsa di navbera hedu şeran de tu tenê
behsa hunermendan ji başurê mezin dikî. Di
wir de jî navê yek hunermendî ji Duhokê nayê
halê?
Weke me eşekere kirî çuna hind kesan ji
Iraqê û devera Hewlêr, Suleymanî û kerkokê
bo Stenbulê û derve hind bingehên şêwekarî
bi xwe re anîn, wê demê Duhok nebibû
parêzgeh û gundekî mezin bû li jêr bandura
olî û Eşîretiyê û grêdayî Musil bû, nebûna
zanîngeh û bingehên bajêrî tu nikarî hunerî
têda bibînî, lewma li van salên dawî piştî
vebûna Instîtuta hunerî li Musil û
Suleymanyê hind şagird çune xwandina hunerî.
Dema ez çuyme Instîtûta hunerî li Musil sala
1980 bi tenê yek kes ji duhokê li Bexda
dixwand ew jî Abdurehman Wehîd Kalho bû û ez
û Fazil Kêsteyî bihevre çûn. Paşan hind
şagirdên dî çune suleymaniyê xwandin, ji ber
wê jî li herêma Behdîna ev pirsgirêke hebûn.
Li parçên dî weke mînak li Turkiya bi giştî
şêwekarî ne di pêş de ye û dîrokek kevin
nîne, vê jî bandura xwe li ser civaka kurdî
kir ku pranî bibin stranbêj û her yek sazekê
di mala xwe de bigrît dur ji şêwekarî. Li
başurê rojava min çend mînak behs kirin li
gurî wan çavkaniyên ketîn berdestên min û
yên rojhelat jî weke min eşkere kirî li jêr
bandura Farisî bû ber bi hunerekî bazirganî
û misolojî, bitaybet piştî hatina komara
Islamî ew jî bê bizav man.weke her beşekî
din yê hunerî.
14. Di lêkolîna bizava hemdem ya şêwekarîyê
li başurê kurdistanê tu ezmunên geleg
hunermendan didî ber ezmunên hunermendên
Ewropa û bi teybetî hunermendên Îtalî. Tu vê
nêzîkayê divegerînî ci ?
Helbet piştî şikestina şoreşa Ilonê sala
1975 gelek hunermend ber bi Italya koçber
bûn, ji ber ku piraniya wan di gel
rêkxistinên komunistî bûn û yên din jî
bawerî bi kêşeya netewî neman û bayê
dîmokratiyê li Iraqê û kurdistanê nebû,
neçar man ber bi Ewrupa ve bên, ji ber ku
qonaxa wan ya yekê Îtalya bû ew ketin bin
bandura hunermendên Îtalî û bitaybet piştî
ew şiyayên fêrî hind zimanên biyanî bibin û
seredana parîs û hind welatên din bikin û
zêdebûna gelek pêşangeh û çavkaniyên hunerî
bûne, egera wê yekê ku bikevin bin bandura
van hunermendan, di wê demê de jî ji
naverokê ber bi formê ve çun, hind pêşdeçûn
di hunerê xwe de dîtin, ev hemû egerên wê
bûn ku bizavek hemdem di şêwekariyê de pêk
bê, ev yeke ji aliyê kurdên parçên dî jî
peyda bû û gelek ji wan bûne navên diyar di
Ewropa de, weke Baldîn Ahmed, Malva, Bahram
Haco, Remzî Qodbedîn, Hasan Bagdaş, Abdula
Braderî , H.Qazî zade û…td.
15. Di tevahiya pirtûkê de tenê sisê
hunermendên jin derbas dibin, di gel ku
bihtirîna alavên te weku despêka şêwekariyê
nîşan kirbûn ji xebatên jinan in. Civak, ol,
kî û çi gunehkarê vê nehevbeşbûnê ye?
Ger em vegerin rastiya dîrokê, ev rastiye
hemû li ser milê jinê destpêkirine, lê ji
ber ku jin pêtir grêday karê navmalê bû xwe
mijolî wan nexşên rengîn dikir û ji me re di
bû bingehê dîrokî, lê ji ber çarçuvekirina
azadiya jinê vê jî bi xwe ve digre. Gelek
jin çune xwandina Akademiyan lê nebûne jinên
navdar weke gelek mêran jî nekariye xwe
pêşde biben, egerek din jî ewe ku, rêjeya
kuran ji ya jina pêtire û dema jin şudiken (
mêr dikin ) dest ji hunerî berdiden, gunehek
mezin ya jinê bi xwe ye jî, ez mînakê jina
kurd Iro li başur dibînim paşkeftîtire ji
salên heştiyan, derketina jinekê di meydana
siyasî yan civakî de nabe afrandin ji bo
berhemekî hunerî, ger em azadiya siyasî ber
çav bikin di jêr destiyê de pêtir jinên
nivîskar û hunermend hebûn û diyar bûn ,
niha bidehan keç hunerî dixwînin lê yek jî
berdewamiyê nake, ez vê yekê bigiştî di
civaka kurdistanê de dibînim.
16.“ Ji ber buhayê metiryal wî nikarîbû
gelek rengan bi kar bîne û piranî rengên
vekirî bikar anine. Hin tabluyên wî jî
rengên wan têk çûne, xerab bûne, wek tabluya
Xecê û Siyamend“
Wexta min ev şêrova te li ser hunermend Riza
Topal xwend ez gelekî xemgîn bûm ku halê
hunermendekî bigehe vê radeyê, di heman wext
de bi hêza heskirina hunerî şa bûm.
Riza topal yeke ji wan hunermendên mirov
dikare bêje (hunermendê berz e) yê wenda, ji
ber ku kesek serbixweye, çi hêzên siyasî li
pişt nînin û ji navdengiya xwe hez nake,
jiyê wî ber bi 70 salî diçe, xwediyê 5 hezar
tabluyên rengîn û reş û spî ye. Piranya demê
xwe di mala xwe de di nava çar dîwaran deye
û hevalên wî yên herî nêzîk û malbata wî
tabluyên wî ne. Nêzîkî 20 pirtûkên neçapkirî
li berdestê wî ne, berî mehekê ez li ba wî
bûm ji min re got,( ez dema min dîtî
kurdistana başur azad bû ez gehame hêviyên
xwe yên destpêkê, lewma ez çume wêrê û min
got werin ez ĥemû tabluyên xwe pêşkêşî
muzeyeka kurdî bikem ku dema ez bimrim ew
bêne parastin, lê mixabin bersiva min nedan
û ez carek din vegeram ser xem û xeyalan).
Niha dibêje ez neçar mame ji dewleta Elman
re bikem diyarî, dibe ew biparêzin û carekê
bêjin ev tablu yên hunermendekî kurdin, yan
ew jî weke tabluyên Şerefxanî li jêr tuzê de
dimînin û wenda dibin yan jî xêrwazek dê li
cihekî weke arşîf ji bo gelê kurd kombike,
berdewam dike û dibêje “ werin ez li bendê
me partiyek, saziyek kesek bê û li zengila
mala min bixê û ji min re bêje ez hatim
tabluyên te biparêzim. Ez diyarî dikem
jiyana xwe, mal û halê xwe hemûyê dyarî gelê
xwe dikem, dîsan min qebûl nakin..!!??“ ta
niha bitenê bi zorê min têkelî bi ROJ TV re
kiriye programek li ser çêkiriye, çendîn TV
yên kurdistanê hene yek kes hevpeyvînekê jî
di gel nake.
17. Di deriyê ku te ji Malfa re rast kiriye
de, yek ji sedemên serkeftina wî te
vegerandiye ewletiya wî ji kultur û çanda wî
ya kurdî û rojhilatî re, yan ez şaş im ?
Malva bi xwe xwedî şiyanên hunereke serkeftî
bûye, gelek caran ew dibêje;( dema ez hatîm
Vîyêna hêşta çantka min ya welat bi min re
bû, lê kesî ez nas nedikirim, ez mecbur bûm
di çend qonaxan re derbas bibim, yek jê
wênekirina tabluyên siruştî ji bo
bidestxistina xwarnê û metryalan, ya din jî
ber bi hunerê nûdem yê Ewropî hêdî hêdî ji
herêmî ber bi nêvnetewî biçim), ev bû egera
navdengiya Malvay, lê li gurî rexnegirên
Ewropî û navdengiya Malvay mirov dikare
qonaxek nû ya şêwekariya kurdî ji Malva dest
pê bike û divê rêz lê bê girtin, aliyek din
yê Malvay ewe ku, ne mîna Riza Topal xwe
wenda kiriye û li xwe digere, ew ji aliyê
medya û têkeliyan xwe daye pêş, her
pêşangehek ew vedike bi kêşan û pîvanên
hunerî dest pê dike, lewma ne bi tenê di
nava civaka kurdî de, beliku ya nêvnetewî de
bûye navek di meydana şêwekarî de, bi dehan
katelog, rêportaj, gotar li ser hatine
nivîsandin.
18 . Hunera şewekarî li rojhilatê kurdistanê,
te bi şêweyekî gelek kurt û bi navne hindik
behsê kirye. Ev yek diveke kêmaniya jêderan,
yan ev huner li wir bi xwe hindik e?
Li Rojhelatê kurdistanê hunerê şêwekarî
gelek xort nîne mîna yê bakur jî, lê li
başurê rojava û başurê mezin gelek li pêş e.
Di bakur de guvend û stiran li pêş e, li
rojhelat, muzîk û sînema li pêş e. Ji ber wê
jî min têkelî bi gelek rewşenbîr û
hunermendên rojhelat re kir lê çi tiştê
nivîsikî nedan destên min, ez bi xwe du
caran çume rojhelat û bi alîkariya Internetê
min ev bidest xistin.
19. Ji jêderên pirtûkê xwiyaye ku te gelek
sûd ji malperên enternêtê girtiye. Di gelek
cihan jî tu didî xwiyakirin ku lêkolîn û
gotar û wergerandinên girêdayî şêwekariyê
dimînin di çarçêweke herêmî de. Ma peydabûna
malpereke kurdistanî teybet bi vî hunerî ne
pêtêviy e?
Pêşnyareke gelek di cî da ye û giring e, ez
bi xwe jî gelek caran ji hunermendan re
dibêjim, werin karekî weha bikin lê mixabin
ji xemsariya kurdan nayê cih, herwesa ez ji
saziyên kurdî re dibêjim vî beşê hunerî bi
giringî nizanin, lê dema tu li malperên
kurdî binêrî mûzîk û stiran û tiştên bê mifa
weke hêrîşkirin û dijatîya yek û du bi dehan
malper hene û rêxistinên kurdî alîkariyê
didenê, lê ne ji bo malperekî şêwekarî ji bo
çapkirna katelogeka hunermendên kurdên
herçar parçan kesek qîmetê pê nade. Pirojê
komkirin û nasandina şêwekarên kurd li
berdestê min e, lê mixabin bê alîkarî ez
nikarim pêk bînim. Ger kesek jî bê layen be
yan serbixwe be sazî û partiyên kurdî wî
dervey netewî dibînin, divê her tim
hunermend û rewşenbîr bibe dardestê
aîdolojiyan herwekî gelek kes xwe di vî alî
de dibînin. Lê li dawiyê ez dibêjim
„ azadiya ramanê, rengên tabluyê serbest
dike, peyv jî hemû sînoran li paş xwe dihêle
û rastî bi dilsoziya mirovê afrêner diyar
dibe.“