|

Friedrich
Wilhelm Nietzsche
Ji
( Wilo Zerdeşt axivî)
Kurdmancî: Ebdulrehman Efîf
Ji nivîsandinan tevan ez tenê ji
wan nivîsan hezdikim, yên nivîserê wan ew bi xwîna
xwe nivîsandine. Bi xwînê binivîse: û tu yê bibînî,
ko xwîn giyan e.
Ew ne hêsan e têgihiştina di
xwînekê biyanî de: rihê min ji xwendevanên tiral û
tembel dire.
Kesê xwendevan binase, ew nema
titiştî pirrtir ji xwendevan re dike. Hîn sedsaleke
din ji xwendevan – û giyan dê bêhna gennî jê bêt.
Ko ji mafê herkesî ye hînbûna
xwendinê, ev tişt bi çûna demê re ne tenê
nivîsandinê bênirxdike, lêbelê ramadinê jî .
Carekê giyan Xwedê bû, piştre ew bû
mirov, û anih tew ew dibe garan.
Ewê bi xwînê û metelokan nivîsand,
ew naxweze bête xwendin, lê bête ezberkirin.
Li çiyayan rêya nêzîk ji serê çiya
ta serê çiyayê din e; lê bo wilo divêt çîmine te yên
dirêj hebin. Metelok divê serê çiya bin: û ewên, ko
bi wan re tête axaftin, divêt mezin û gihiştî bin.
Ba tenik û paqij, metirsyan nêzîk û
giyan tije bi xêrnexwaziyekê kêfçî: wilo hertişt li
gorî hev e.
Dixwazim efrît li dora min bin,
jiber ez mêrxas im. Mêranî, ya pîrebokan bidûrbibe,
ji xwe re efrîtên xwe çêdike,- mêrxasî dixwaze
bikene.
Ez bi titiştî bi we re nahestim: ev
ewr, yê li jêr xwe dibînim, evê reş û giran, yê pê
dikenim- îcar ev ewrê we yê birûsk û tavê ye.
Hûn li jor dinerin, dema hûn
payeyiyê dixwazin. Û ez li jêr dinerim, jiber ez
bilind im.
Kî ji we dikare di eynî kêlîkê de
bikene û payebilind be?
Ewê hildikişe çiyayên herî bilind,
ew bi lîskên kulxwariyan tevan û ciddîtiyên derdan
tevan dikene.
Mêrxas, bêtirs, henekçî, bihêz-
wilo zanyarî we dixwaze: ew pîrek e û tim tenê ji
zilamê cengê hezdike.
Hûn ji min re dibêjin: - jiyan
giran e rahiştina wê. – lê çima hûn berî nîvro
payeyiya we li nik we ye û êvarî nefsbiçûkiya we?
Jiyan giran e; lê ez bi ti nazikiyê
nahestim!
Em giş bi hev re
nêrker û mêkerine barhilger in.
Çî me yê hevbeş heye bi bişkoja
gulê re, ya dilerize, jiber dilopeke xunavê bi ser
laşê wê de dikeve?
Ev rastî ye: em ji jiyanê hezdikin,
ne jiber em hînî jiyanê bûne, lêbelê jiber em hînî
hezkirinê bûne.
Tim hineke dînitî di hezkirinê de
heye. Lê dîsa tim jî hineke biaqilî di dînitiyê de.
Û ji min re jî, yê baş im ji jiyanê
re, minminîk û nepoxên sabûnê û kesên ji vî corî di
nav mirovan de, dixuyin ko ew yên herî pirr
bextewariyê nasdikin.
Dema ev giyanên biçûk, sivik, şêt,
xemilandî, biliv û ger tên dîtin- ev Zerdeşt bi
aliyê hêsiran û stranan ve diajo.
Tenê wê baweriya min bi Xwedakî
bêt, ewê bizanibe govendê bigerîne.
Û wexta min Şeytanê xwe dît, ew
ciddî bû, kûr, zane û paye; ew giyanê giraniyê bû-
bi rêya wî hertişt tête xwarê.
Ne bi rêya hêrsê, lêbelê bi rêya
ken mirov dikare bikuje. De rabin, de ka em giyanê
giraniyê bikujin !
Ez hînî meşê bûme: ji wê çaxê de
dilivim. Ez hînî firrê bûme: ji wê çaxê de naxwazim
bême dehfdan da cihê xwe biguherim, berê li cihekî
ranawestim.
Aniha ez sivik im. Aniha difirrim,
aniha ez xwe li jêrî xwe dibînim, aniha Xwedayek di
min de direqise.
|