Hevgirtin      Kurdish          Arabic         English     Swedish                                  rojava@rojava.net

 

 

    » Hevgirtin
    » Nivîskar
    » Þêwekar
    » Navdarên Kurd
    » Kurdistana Rojava

 

 

Em di bin çêlekê de li çêlîka devehê negerin.

Nezîr Silo

 Tê gotin ku; “Du kesên Cihû tên ba hev rêxistinekê avadikin, lê tucaran du Kurd nayên cem hev”. Ka em li rewşa gelê Cihû û li rewşa xwe di vê axir zemanê de binerin, ji wê û şû ve em hinekî bi çavekî rexnegirî li xwe meyze kin. Em weke civak û gelekî bindest ji her kesî zêdetir pêdiviya me bi rêxistin û xwerêxistinkirinê heye. Mirovê ku hinekî xebata siyasî di nav gelê me de kiribe ji herkesî baştir vê rastiyê dizane û fêm dike. Ji ber ku dijnim ewqas bi kesayeta insanê Kurd leyistiye, ew aniye xala ku bi rastî jî mîna hevîrê xerabe be. Li gor dîtina min mirovê welathez hezar carî şukir bike ji rêxistinên siyasî re ku çiqas kêmasiyên wan hebin jî karîne gelê me hinekî komî ser hevbikin.

 İcer em werin ser xala bandora dijmin di avakirina kesayeta Kurd de da ku em karibin destê xwe deyinin ser hin rastiyan. Nexwe hema wilo bi nirxandinên teorîk û tiştên ji pirtûkan tên wergirtin em nikarin vê meselê safî bikin û em ê nikaribin tu caran rastiya êrîşên tên kirin ser hin rêxistin û kesayetan fambikin. Armanca dijminên me ya sereke ew bû ku civakek ji xwe bêbawer, bêhêvî, tirsonek, egoyîst û ji aliyê din ve jixwe pirrazî û ji tu kesî nerazî, kesekî jixwe pêve qebûl neke û herdem bi darê wî bimeşe bide afirandin. Civatek bi van taybetmendiyan bijî, rêxistinkirina wê mucize û efsane jê re lazim in. Em tev jî dizanin civatek bê rêxistin, lewaz û bêhêz e. Ku civatek nebe bihêz nikare li hember dijminê xwe serî rake û tekoşînê bike. Ji bo vê kêşeya rêxistinkirinê di nav civaka me ya Kurd de kêşeyek sereke û bingehîn e.

 Li gor dîtina min, rewşenbîrên kurdan ji gel û civaka xwe di vê xalê de hîn paşketîtir in. Ji ber ku egoyizma wan di xalek wilo pêşketî de ye dihêle ku hatina wan li cem hev bibe mucizeya nehemîn di dinayê de. Ev jî sedemên wê hene. Sedemê vê jî girêdayî rastiya sîkoljiya civaka bindest e. Herkes dizane ku rewşebîrên civaka bindest xwedî kesayetek parçebûyî ne. Kompleksa xwe biçûkdîtin û jidervehiştin di wan de gelekî balkêş e. Ji bo vê yekê xwedî hestên êrîşkar in û pir jî hestyar in. Kîjan kesê ji xwe re dibêje ez rewşenbîr im dikare xwe ji van rastiyan pak û bêpar bibîne.

 Neha em werin ser rastiya xwe û gengeşa vê dawiyê derketî. Komek rewşenbîr hatin gel hev ji bo li darxistina rêxistinekê. Pena Kurd di xebata xwe de hin gavên berbiçav avêtin û ji bo wêje û zimanê kurdî gelek xebatên hêja bi cih anîn. Bi rastî ev gav gelek qenc û pîroz in. Lê ez dixwazim li gor bawerî û dîtinên xwe hin xalan şîrove bikim.

 Çi rêxistin avabibe yan jî hin kar bi rê ve biçin dibe ku şaşî û kêmasiyên xwe jî hebin. Ev ji bo wê rêxistinê yan wan xebatan ne şerm e û ne ketin e. Lê dema ku mirovên rêvebir û kesên endam û derdorên wê rêxistinê bi biryar bin ku ji bo armancên xwe têbikoşin, ew dikarin hemû şaşî û tengasiyan derbas bikin. Yên xwe welathez dibînin her çendî ku nerîn û dîtinên wan ên cuda hebin û ne di nav wan rêxistinan de cihên xwe bigrin jî, divê helwesta wan pozitîf û avakar be, xwe jî di ber de berpirsyar bibînin daku wan şaşî û kêmasiyan derbas bikin. Hêzê bidin hev û herkes weke xwediyekî jê re nêzîk bibe daku ew rêxistin her roj mezin bibe û pêş bikeve. Lê mirov rabe êrîşê bibe ser rêxistinekê yan hin kesan ji bo xwe hedef bigrin û wan bi vî rengî yan bi rengê din bixwazin reş bikin û dûvikan ji tiştan re çêbikin, bêyî ku xwe jî di nav de bibînin û xwe yek jê bibîne, ji wê wêdetir bixwazin xwe pîr û pak bidin xuya kirin, ev yek dibe sedemê ku mirov rêza wan rexneyan û nirxandinan negire û rê li pêşiya nerîn û şîroveyên cuda di derbarê wan kesên ku bi vî cureyî tevdigerin re vedike.

 Baş e eger em xwe kesên pêşketî di nav vê civakê de dibînin, gelo ma pir zehmet e em bi gotûbêj û bi rexneyên poztîf ên avakar nêzî şaşî û kêmasiyên hev bibin???

Ger em van xala dernexin pêş di nezîkbûna xwe de ji hemû cureyên kemasî û şaşiyên di sazî û rêxistinên me yên siyasî de heyîn, em ê karibin kêmasiyan rakin û şaşiyan derbas bikin.

 Mirov bêgav dimînin ku di bin rexneyên bi armancên cuda têne kirin de li gelek tiştên din bigerin. Em dema rexne bikin em bejin; “ev hirç e”, ne em li pey dewsa wî bikevin, ne em armancên xwe yên ferdî û siyasî di bin de veşêrin. Ya din, weke ku tê gotin: “Em di bin Çêlekê de li çêlîka Devehê negerin” kîjan sazî yan kesayet çi ne, kar û dîroka wan li ber çavên me diyar e, li rexê din karê van kesên ku van êrîşan dikin jî diyar e. Em eger pêdiviya xwe ji rêxistinkirinê re dibînin, em bawerî û şans bidin komek heval û dostên xwe yan mirovekî ji nav xwe da ku kar bikin. Û em jî ji wan re alîkar bibin daku erkên xwe bi cih bînin. Wilo em dikarin hev mezin bikin û ji bo gelê xwe tiştekî biwate û rûmet diyar bikin.