H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv




Dezgehên ewlekariya Sûriyê
Agirê nijadperestiyê gur dikin

 

rojava.net 22.04.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di roja çarşembê de, 20.04.05, li bajarê Efrînê, Xelkên hoza Bobanî, ku ereb in û ji hêla Minbicê ne, ji hêla hukumeta Sûrî ve li Efrînê bi pîlaneke regezperestane bi cih bûne, û herdem tade û çavsoriyê li kurdên deverê dikin û di vê carê de jî, ku bûye cara 4an çavsoriyan li mala kurd ku cînarê hev kirine. Lê sebra kurdan nema ku van tade û zulmê tehemul bikin.

 

Hoza ereban li pêş çavên polîs û hêzên ewlekariya Sûriyê li bajarê Efrînê, mala kurdên ku di vî şerî de, bêguneh bûn, tenê li ber xwedan sotandin. Ev diyar dike, ku hêzên ewlekariyê dixwazin agirê nijadperestiyê xurt bibe û dîsan merem û armancên xwe yên şovînîst û nijadperestane pêk bînin, wê  kîna li dijî kurdan ku hundurê wan de kûr e derbibirin.

 

Êdî dem û rewş hatiye guhertin, kurd nema van îhanet û zulmê radigirin, li ber xwe didin û nema jî di mafên xwe dibuhurin.

 

Li vir dîsan diyar dibe, ku pêdivî bi çareserkirina pirsa kurd ya rewa heye. Hemî planên regezperestî yên li dijî wan hatine pêkanîn, ji nenaskirina nasnameya wan ta bi bicihkirina ereban li herêmên kurdan û mafên wan yên siyasî, civakî, çandî (bi giştî mafê çarenûsî), pêdiviye bêne rakirin û malbatên wek yên hoza Bûbaniyan, vegerin cihê ku jê hatin, daku tevlîhevî û şer gur nebe û ew têkiliyên bi hezarê salan, di navbera netewa kurd û ereb de negihin radeya nemahevpejirandinê

 

Di vê buyera Efrînê de, dîsan diyar dibe, ku hêzên Sûriyê ne amade ne, ku xwe biguherênin û mafên gelê kurd binasin. Ev bi xwe jî berê welêt berbi tariyê ve dibe.

Bi mirina birîndarê kurd û cenazeya wî ya ku niha bêhtir ji 50.000 hezar kurd pêre ne, nameyeke bo hukumeta regezperest ya rêjîma Baath, ku ew nema dikare dengê ciwanên kurd, dengê hêza kurdî, dengê heq û edaletê gem bike, herweha ji hêzên kurdî tête xwestin, ku bi yekdengî ala pirsa kurd bilind bikin û serî ji neheqiyê re daneyînin.

 

Li hinderan û welatên koçberiyê jî, erkên li ser şanên kurdan û bi taybetî kurdên rojavayî kurdistan, nekêmtir e ji yên li welêt dijîn, ku destên xwe bidin hev, li qada navnetewî pirsa kurd ya rewa geş bikin û bibin dengê gelê xwe û bighînin ber derên xwedî biryar yên europî û cîhanî.

 

 

 

 

Hannover, 22.04.05

Navenda Rewşenbîrî û Ragehandina kurdî li Hannover ( Komita Kurdên Hannover e.v.)

 

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE