Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

01 February 2009 11:18

 

 

 

 

GAZINDEK KURDEWARÎ

MELEVAN RESÛL

 melevanresul@hotmail.com

rojava.net/31.01.2009

Mirov bi xwendin û bidestxistina agahiyan mezin û gewre dibe , deryên nû û asoyên fereh li pêş bîreweriya zanistî tevlî ked û bizava mirovan wê hişmendiyê dewlmend dike , sûde di her hizrekî xemxwer û bîr û boçûnekî de heye , heger hemî li ser hev bêne komkirin , wê çareserî ji gengaşiyên civakî û siyasî re werin dîtin , bi kêmtirîn zirar û kurtirîn rê emê encamekî qenc bi destxînin .

Nimûne di vê serdema meya îroyîn de ku gelek derfet peyde bûne û cobarên wergirtina zanyariyan bi leztirîn kat tên e ber destê me , rola her mirovekî heye da ku vê delîveya nû ya cihangêr têxîne bin baskê berjewenda kes û miletê xwe de , mînak ji wana ( kenalên Televizyon , malperên Enternet , mobail û …..h,d) ji layekî ve ew dibin cihê pênasîn û xwedî lêderketina li doza xwe , çi xelkê biyanî û çi bi miletê xwe , ya dinê sûdekariya ji infermesyonên gerdûnî û ezmûnên miletên biyan ka çawa karîne di warê ragihandinê de doza miletê xwe li pêşxînin .

Lê xuyaye tu tiştê me kurdan wekî yê xelkê nîne , helwesta me vajî yasa û qanûn ye .

Em hemî di wê baweriyê dene ku xebata me ya kurdî ( siyasî , olî , civakî ) di nava tevlîheviyê de perçiqîye , lê ev nayê wê wateyê ku em bi herdû lingên xwe bi kîn û dijberiyê têxin zikê doz û xebata vî meletê ber bi omîd , ew kesên bejna xwe ji çiyayê Cûdî bilintir dibînin û xwe dixin xwedyê welat û milet ( ji nivîskar û rewşenbîr û kesên serbixwe ) û hemû kedê berûvajî dikin bi bihaneya ( cihê wan di nava rêza civaka nezan de nîne ) . lê kekê min qey hûn ji ezmanan daketine , yan jê wekî serhatiya zaroka di dawa bavê de rûniştî û mûyê riha wî kişandî hatiye serê we ?

Mixabin malperên kurdî bê sansûrin û lîsa wan tuneye , bi ser de tu saziyên me yên dadwerî serbixwe û pesindkirî ji layê fermî ve nînin ta ku dozê vekin li wan kesên ku heqaretê li nûner û kesayetên kurd dikin , me bive û neve ew serkirdeyên niha em wan dibînin , bi xebata xweve ne kêmî mezinên me yên dîrokî mîna ( Şêx se-îd , Qazî , Barzanî , Şêx Mehmûd , Seyid riza û…..) ne .

Dîsa mixabin ew kesên zimandirêjiyê dikin heta di xameya xwe ya lewlebaz de jî qels û kêmin , hevokên wan li dijî hevin , zimanê wan wekî wan xwar û çewte , heger dilê wan bi milet û welatê wan ve be , pêwiste rexneyên wêrek û dilsoz ji bonî pêşvebirina xebatê bikin , ronakbîrên cîhanê dibin mûm û pêşiya çavkoran ronî dikin , çima rewşenbîrên me wekî çilê çilêyan ji roniyê direvin , dive ew neku xwe di mala xwede kerr bikin yan jî li goşekî welatê biyaniyan parsekîyê bikin û yan di bin per û baskê rijîmên dagirker de xwe veşêrin . ma çi cudahî di navbera wan û dijim de heye , ji berê ber de gotine : teyr başe bi refê xwere be ,  yê ne li govendê xweş reqase , heger giyanê fedekariyê li rex wan ( zanyaran ) peyde nabe , heme bikêmanî ew kesên berê xwe didin şer û zindan û bi serê çiyan ve dihelperikin , xîret û namûsa wan bi sed qatî ji revok û lewlebazan bi rûmetire , heme her çawa be hîn wan navê kurdîniyê wekî revokan ji ser kevelê xwe ne avêtine .

Lê xuyaye ku em kurd di her demî de li dijî derfet û ezmûnan derdikevin , ew giyanê ezîtiyê û wendabûna kesayeta karizmî di hinavê me de diqiçqiçe , çi di serdema olî de û çi di serdema sosyal , nijad û gilobalîzmê de , heme bi tenê nikilê me di nava çavê hev de dimîne û nêçîr ji meydanê tête revandin .

                                                                                           melevanresul@hotmail.com   

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1