|
Wekî mirovek
kor û ji nişkîve bînahiyê bibîne , ez jî mîna mirovek ronahiyê dibînim dema
mijarek nivîskî li ser rûpelên malperan bi pirs û kêşa jinê ve girêdayî ve
dibînim , lê ji nişkî ve dilê min diçilmisê dema çav bi gotarek ne di asta
alûziya jin têre derbas dibe û bi qasî pirsên giran bersiv newe dan , yan tenê
di çarçiva xwezî û daxwazan de bimîne , bi taybet heger mijar ji layê jinê ve
bête şirovekirin , hingî ew melûliya min gur û geştir dibe , ji ber ku asta
têgihihana jina kurd li kêmê xuya dike , ne wekî pîreka xwendevan arîşe û
giriftarê jinê di çarçiva mafên wekheviya bi mêr re bimînin bê ku xwendin û
zanînek rewşenbîrî ji hêla mêjo û adyolojiya pîrek jêre hatî amadekirin , tevlî
rêveçûnek mêjoyî û pêdaçûnek nirxdar ji hemî qûnaxên jinê derbaskirî .
Xebata jinê û
bi taybet jina kurd xwedî xeslet û hokarên serbixwe ye , hem ji layê civakî û
hem ji bandora olî , nemaze heger em pîvanek beramberî wê û jinên hefkûf ji
nijadên di himêza jina kurd jiyayîn , zana û pisporên cîhanî gelekî li ser vê
mijarê rawestan e , lê di nava pisporiya zana û rewşenbîrên kurd de ( çi mêr û
çi jin ) jîrtirîn mijar di hêla analîze û şirovekirinê de , berêz Ebdula Ocelan
raxistiye ber çavan û xebatek berhemdar di wê biwarê de kiriye , bi hemî beşên
xwe ve ( evsanî , dîrokî , civakî , felsefî , olî û …) .
Jina kurd di
qûnaxên demborî de û heta çend salên nêz , xwedan kesayetek serbixwe bû û
bandora wê di hemî beşê civakê de eşkera bû , lê hin bi hin mêran ew maf ji
dest wê revadinin û ji xwere kirin kola koleyan , ew jî bi destekdana saziyên
çalak di beryara rêxistinê de , di saziya olî de , ji wê serdemê û şûnde , jina
kurd bi rengekî sîstematîk hate pûçkirin û veqetandin , ji bilî erêkirina li ber
mêrê kole , rê jêre neman . binas tenê para çîna ew bindest kirîbû , pîreka kurd
bi xwe jî beşdarî wê tawana li hember xwe pejirand û xwe parsûya xwar dît .
Pirsa jina
kurd ne di çend mafan de heye mîna daxwaza wekheviya bi mêr re , sûcên sincî ,
fermanên pûçelkirinê . lê ya rastir ewe ku jina kurd pêşî li kesayeta xwe ya
wenda bigere û wêrek be di bersivdana xwe de , û di encamê de xwe wekî mêr
bibîne ji bo rakirina hemî baran , çi di hêla sererastkirina rewşa civakê de be
û çi di hêla xweparastina li hember yasayên wê ji hofka jiyanê dibirin û bi
rengekî çalak bikeve meydana keft û lefta rêvebiriya jiyanê de , tu ji malê
bigre heta xwe bighîne erkên welatperweriyê û rewşenbîriyê , hingî gotina kurdan
rast di vegere : şêr şêre , çi jine çi mêre .
|