|
Mirovên ji gemya Nuh pêxember fiştiqîn li çar
kinarê bejaya welatê ji bin qehr û kîna salên
dijwar çavên xwe şiştîn û berî li xawirê
ronîşefeq werdan û bi taqê wêve hilperikîn ,
qemûşkên ji lîma dawerivî rûçikên xwe maliştin û
soza hevcotiyê dane xwezaya êwirbûnê , hinde sal
li dû hev çûn û pêmaya jibîrkirî di sawîrên
nifşan de gijmijî û destanên bi hest û nestên
mereq sûtî , efsaneyên xêrxwaz afirandin , ji
qiraxa çemê avatîr û pêlên zelal pijiqîn û
serhatiya zanîn û baweriyê li goşeyên tevizandî
bûne rêz û ristik , wekî gêrik û moriyan bi ked
û bizav , bi hiş û raman , kevir li ser kevir
kirin peykerê hebûn û vejînê , xwedawendê bi
soza wan re peyman vebestî , fermêskên zuha ji
kanîka bîbeyên kevirî req rawestandin. gijmija
lebatê û li hevkirina jînê , bi behr û biratî li
hev belav kirin , sêwîyên ji nêza bûyîn qevloşk
, hewdela di qaqibên merdîniyê de alîstin , ji
goşiyên parsekiyê xwe berdan dîwan û xaneyên bi
ger û civat . hêdî hêdî cûzanê di bin kirasê
oldariyê de veşartî kişandin û damarê gewriya
xanedanan birrîn û wekî qijnikan xwîna zelal
mihtin ta ku ûrê wan nepixîn .
Malxwê xilwaş û berbende bû û li sozê kevin
vegeriya , dîwanek xir û xalî , ewrek bê baran ,
tavek sincirî û çend zarokên çiplaq tenê bi
şûnde man e , ne sîtave û ne herekole , ne
zozane û ne koze , hemî bi ser hev de bûne
gumşek dawerivî ji çêj û meta , parzûnê bi zikê
şikeftan ve dahelandî , tevnikê xwe lê pêça û
firşik meriqî , ne guhanê ter şîr didin û ne jî
firşik guva şîr di qetîne , bajarek jibîrkirî di
bin xwelya salan de pûnijî û mîrnişînên eniya
wan li taqê roj diket ber bi jêr ve dahelî , tu
kes li dormandorê peristgihê nema , neyazên ber
bi baskî esîmanan ve di hilperikîn , ji devê
bawermendan wekî pelên dara pehîz bi ser de hatî
zer bûn û weşiyan , di bin simê hespên xaziyan
de gemirîn .
Ayetên evra yan di koziyan de qijilîn û yan çend
zardev di singek bi tirs de xwe veşartin , bi
dizî ve têne xwendin , lê ma gotin êdî bi kêra
çi tê ?
Yên ji kaniya ava zelal vexwarîn berî guhartin û
keviran tê werdikin , yan çepeliya ji zoxa
birhên zayînê di avcoya wêre rêkirin ,
bi gotina wî nema dike , xweza lê mikur hat ,
yezdan sil bûye , feriştan bi karwanê dizekan re
koçkiriye .
Hêêêêêêêêêêêêê , hey reben xwediyê çaroxa çermî
kî li dora te maye ji bilî çend palûte û bîyên
li benda mirinê , sikakên bajarê bi heyteho çav
li rêbaran qerimîn , heger çend tirag têre
bihûrîn jî lê toza ji bin piyên qeliştî
bablîsokê bi ser egala wî dixe û di qûmê re
wenda dibe .
Neviyên wekî mîroyan di gijmijîn û bajarê
heskirinê avedan dikirin , berî dane koçberiyê û
destûra kar û pîşe ji xwedanê çing çingokan û
meymûn reqasan standin e da ku vehesin û di
xanên ji qoqê mirovan avakirî de meya sermestiyê
li ber wan digerînin .
Sûkek kizirî , rûçikin ziwa , çend lêvgulokin bi
kincên leşkerî , qeflat li dû qeflatan awirê
bizdandinê li sivîlan dibarînin , avahiyên ji
xweliyê bi erdê ve melisîn bûne bajarê mişka ,
her tişt teviziye , heta bi rokê jî heger ne ji
şerma be wê roniya xwe ji deryanên veqetandina
deşt û çiya biguhasta .
Mêrebiyên li ber deryê mizgeftan kesera dilê xwe
di nav pelikên pêçana çixarê re li hev talînin û
di rûyê hev de dikenin , gih selewat û gih dam û
çîrokên serborî li bîra xwe tînin .
Bajarê bi gijmij di xew de pûnijiye û nola
gundekî enfalkirî û baregihek rûxayî bê top û
legan bi ser hev de bûye gumşik , bê pêjne
bajarê min , tenê dengî repêna qamçî û reqêna
potînan bilind e , di her rojê de pênc cara
bangdana melê tê û sê caran nûçeya mirina
meriyekî kal di nav nivîna xwe de tê , ku çûye
ser dilovaniya xwedê .
Erê bajaro , ne tu tenê di xewde pûnijî ,
mirovên te berya navê te were guhartin û bibî
baregiha potînê reş , xatir ji min û te xwestin
e .
|