|
Nivîsandin
bi serê xwe dibe pileyek bilind ji ger û
tevdana çalakiyên mirovan di riya
avakirina şaristaniyê de , dibe ku em ji
xwe bipirsin ku toreya nivîsandî
desteserî ji ya devikî biriye , ji layê
parastina pêmayan ji berzebûn û
windabûnê , ji lew pêmaya kevnetor di
riya tomarkirinê re gihaştiye ber destên
me , metnê mijaran hatine parastin û ta
roja îroj dighe ber destê nifşan dor
bidor .
Lê tişta balkêş ewe ku em rola zimanê
nivîsandinê jibîr nekin , ziman bi erkê
berhemdana raman dirabe û dighîne ,
zanyarê fonetîkan zimanzan (Dê Sosêr )
dibêje : pêtivî bi guhdana deng û ziman
heye da ku berhemên serkeftî û afrêner
derbiçin , di vê navberê de diyare ku ti
ziman bê deng û livandin tunene ji layê
wênekirinê ve , ji ber ku hevgirtinek
mikum di navbera şêwekirina ziman û
wênekirina mijarê de heye , lewre diyare
ku wêneyên sembolîk di alavên
nivîsandina berhemdar de heye , her
çiqas semboletîkên ziman zengîn bin û
girêdayî jiyana milet bin , ew qasî
ziman dewlemend dibe û berhemên afrêner
têr û dagirtî bi encam derdixin . her
çiqas Suqrat li dijî nivîsandina toreyê
di sekinî ji ber sedemên ku ew
bîreweriyê dorpêç dike û berhemek ziwa
dixe nav destê xwênekar de , rola
kartêkirinê berze dike .
Toreya nivîsandî keda mirovane li ser
hev kom dike , lê di çîna serdest de û
di nava civakên seretayî û paşketî de
wekî mînak di nava civaka koçer de , bi
gomanek tinaz û mijûlahî lê seyr dikin ,
dibe ku berhmên nivîsandî nikaribin bi
rengekî zindî , bejn û bala xweşkbûna
mijarê diyar bikin , lê ew dikare di
nava civaka dêmanî de bi yasa û fermanên
olî û destnivîs de têr û bisûde bin.
Aloziya zimanê me hîn qûnaxa toreya
devikî derbas nekiriye , roj biroj
bîreweriya wêjeyî tê jibîrkirin û hin bi
hin toreya gelerî winda dibe , bê goman
ev sembolên ziman yên nivîskî wê di dema
pêş de werin guherîn ji encama pêşketina
sembolên teknîkî ku guherînê dixe hemî
babetên jiyana mirovan û di hemî babetan
de wî diguhere , mixabin miletê kurd hîn
qunaxa toreya devikî derbas nekiriye ,
vêca wê çawa karibe wêjeya xwe bi alavên
sembolîk yên teknîkî bighîne ?
Di vê biwarê de ji hemî rewşenbîr û
xwendevanên kurd tê xwestin ku pûtedanê
bi toreya devikî bikin û di qunaxa duyem
de xwe bighînin asta toreya nivîsandî û
xweser bi zimanê kurdî , hewldanên
takekesî dikarin berhemdarbin , lê erkê
mezin dikeve ser milê saziyên çandî û
rewşenbîrî da ku bi giyanek berpirs tev
bigerin û di nava grûp û saziyên
perwedekirina wêjeyî de çalak bin , hem
zimanek standard saz dibe û hem erkek
sincîye her mirov di ber de berpirsiyar
e .
|