|
Ev ramanê di hişê beşek ji mirovan di civakek
xweza de bi tundî cihgirtî , bi vî awayê em li
pêşber çavên xwe dibînin , bi temenê xwe ne
xwedan temenê dûr û dirêjin , ew jî li gor
xwendina civaknasê Ermrîkî
(w.g.summer)
hatiye binavkirin , di destpêka çerxê bistan wî
ev nav (navendiya
nijadperisti) bi karanî , ango ev
komelgeyên bi vî ramanî bawer , xwe wekî navenda
hemî bizav û çalakiyan dibînin , awirên wan jî
li hember kesên ji vî ramanî nenoşin yan li ser
komelgeyê neyên jimarê , bi çavekî nizim û ketî
li wan temaşa dikin .
Baweryên van xwedan helwestên seyr ji xwe gelekî
bi ewlene û bi xwe bawerin , ango hemî alavên
rêveber û jiyanê di nava xwe de pêkhatî dibînin
, ji lew hemî tiştên xwe ji derdorên bi hîkarî
vediqetînin û ji xwere li cîgiran digerin heta
ku vala jî bin , lê da ku poz bilind û maqûl
bimînin di wî ramanî de kûr dibin , bi qurebûn
xwe nîşan didin ku ew xwedan û navenda hemî
raman û têgihiştinanin , mînakê vî helwestî
gelek hene wekî çawa ji xwere yezdanekî ne wekî
yê derdoran diafirînin , yasayên başqe bi
kartînin û dawî bersiva feremirovan didin :
(kumbira bi serê meve ne li serê kesî ye )!.
Di vê derbarê de
Klod Lîvî Ştrawis derbirînên xwe dibêje û
diyar dike ku ev komelgeyên bi vî ramanî mijûl
dibin û çandên hemereng wekî diyardeyek xweza
nabînin ? ew civakin seretayî û çalepkin , ji
ber ku ziman, hişmendî û têgihiştin di çarçiva
sînorên cografiya xwede dibînin û navê nijadî
(ethnonyme)
wekî sembolek serkeftî dibînin .
Lê heger em berê xwe bidin naskirinek din di
mêjoya rêveçûna civakan de , wê
( civakên dîrokî )
yên sembolîk werin pêşber çavên me nexasma di
uropa de , ew jî bawerya di çarçiva çanda
( Romanî û Yonanî )
de teng dimîne , li gor baweriya wan ewe ku
kesên di bingiha ramanê xwede van herdu jêderên
çandî (Romanî û
Yonanî) li pêş nebîne ? ew bi navê (Berber
) yan hovekar hatine navkirin , yekek ji neyînên
wê ewe ku bi tundî li hember hemî ramanan
derdikeve û lêborîna mirovane di wan de nîne
heme her bi tepeserkirinê xwe nav dide, ya din
jî ew lêborîna çandî , siyasî , olî li rex wan
peyde nabe .
Ev hemî dibin beşek ji rêveçûna hiş û ramanê
mirovan , bi kêm kasiyên xwe ve helbete rûyê din
yê erênî jî di wê bweriyê de dimîne mîna lêgerîn
û peydakirina cîgiran û afrandina rê û rêbazên
din da mora xwe li wî ramanî bixîne û civakê di
bin yasayên çîna serdest re derbas bike , ango
hûrikên vekolîn û lêgerînê bi kontrol di nava
civakê de diafrîne .
Her çiqas ev raman temenê wî dirêj be , lê dawî
wê hilweşe û di warê hilsengandina paşdemayî de
wê were navkirin .
( çanda rojgarî )
ramanê rojgarî wan hewldanan pûç dike û
mîkanizma jiyanê bi rengekî aqlane şirove dike ,
her çendî civakek ji yan din bi çalaktir be jî ,
lê ew çandên hemereng ji xwere dixe sertîp û
nîşana hevguncî ji şaristaniyê re , nemaze piştî
cidabûna Enthropologya çandî ji wî ramanê nijadî
yê teng , berî kete şaristaniya giştî ya ku hemî
civak xwedan bandorin di berhemê wê de , her
yekî bi qasî karîna xwe tûrikê çanda mirovane
dagirtiye , lê her kesî ne bi qasî hev ked û
westan di pêşveçûna çanda şaristanî de bi
berheme , hinka bi mistkî dane û hina bi têrkî
dane , lê heme her çanda nijadî di qûnaxên paş
de dimîne
.
|