Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

19 November 2008 23:38

 

 

 

 

EV HEVÎR WÊ AVÊ BIXWAZE

MELEVAN RESÛL

 melevanresul@hotmail.com

rojava.net/20.11.2008

 Mijara me her çêndî dubare dibe , lê di warê hişyariyê de dimîne  divê em ji hev bipisin : gelo çima destê kiçik di ser destê mezin re ye ?

Kesên bawermend jî dizanin Qur-an ê gotiye : ( فذّكر انما الذّكرى تنفع المؤمنين )

Heger sûde di vê gotinê de tune be , em li ser giringiya wê nedirawestan .

Li ber cava ye pîlan û metirsîna li derdorê hebûna me çiqas xwe pivdide û digirnijîne , bi rûkî tenîgirtî dinanê xwe di sîqin û berê xwe didin tunekirina  netewên me  , heta çîk di wan de hebe ew li dabelandina navê miletan digerin da temenê rijîmê dirj bibe  , bi hemî alav û desgihên xweve êrîşkar li hev dikin û agir ji devê wan dibare , di hemî biwaran re derfetên windakirina me  ji dest xwe bernadin , her carekî bi rengekî li qizincên deskeftî mikur tên û li daqurtandina digerin , ji hêlekî ve rijîmên desthilatdar di kurdistanê de miletê me di hemî astande tunedikin û ji hêla din ve agirê nava civakê  gur û geş dikin , hem di nava miletê kurd de û hem di nava miletê kurd û çînên civakî yên fereregez û ferenetew di bin sîwana welat de , da êş û birînên civakî kurtir bibin û dijminahiya nava miletên bi salên dûvdirêj dijîn , da li hev mikur werin ,bi vê pîlanê karibin kîn û nifreta dîrokî navbera wan de biafirînin , heger em miletên niştîcihên vî welatî ne hişyarbin wê giyanê tolvedan û kînkêşê di mejyê nifşên paşerojê de bigere û yasaya civakî li bin guhê hev bikeve .

Heger em bala xwe bidin kiryarên rijîmê  , wê biveka ji agir li ber çavan xuyabe , bi taybet di herêmên kurdan de , yên bi miletên ferenetew re dijîn mîna Asûrî , Suryanî , Ereb , Ermenî û …h.d .  ji rexê dî ve li nakokiya olî digere , Sine , Elewî ,Şî-e , Dirzî , Xiristiyanî , Êzîdî . nemaze destekdana ji kêmenetew û kêmeol re , em di wê baweriyê dene ku rijîm ne li aramiya civakê digere û dilovaniyê li milet dike , rijîm ji xwe pêve ji tu kesî hes nake , ne pûte bi milet heye û ne bi olê heye ,  mixabin hinek bi wan qizincên bê encam serxweş dibin û dahola rijîmê diqutin û xwe li ber hiltavêjin , belkî ew îro qizincekî ji rijîmê dikin , û  bê hişyarî dikevin leystoka rijîmê bi agir dileyîzin .

Pêdivîye miletên hevbeş bi mere di welat de bizanin ku em kurd nakişin pîlana rijîmê û tucarî berdevkiya kesî nakin , emê her hebin û banga biratiya li rex û doran bikin , ew kesên bi saza rijîmê dilxweş dibin , yan (netêgihiştî) ne   û yan ji rijîmê wêdetirin , ma  ew nizanin ku hevîrê îro tê stirhan wê gelek avê bikşîne , bila dîrok xwe dubare neke , heger em bi ser hişê xwe ve newin wê demek were em  poşman bibin , dema ku poşmanî nebe dermanê birînên kûr .

melevanresul@hotmail.com

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1