Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

19 November 2008 23:28

 

 

 

 

XELATA  JI AR Û DÛ

MELEVAN RESÛL

 melevanresul@hotmail.com

rojava.net/15.11.2008

 

Serpêhatiya çavnebaran her bi şêweyên kirêt li rûdide , nemaze heger ew ji xwe bi şik bin , wekî çîroka Eyşika li xwe bişik , ji sedemê aloziya têre derbas dibin , yek jê ramanê teng yê nijadperstiyê û ya din çavkaniya hişmend ya fêrbûn û perwedeya ezîtiyê ji çavkaniya azolekirina her coreyên hevgirtî di yasabûna civakê de jê vedixwin , ji berikê ber de li pey wê şopê birêdikevin , nemaze heger ew kesên beramber jîrek û pêkhatîbin . çîroka bajarê Amûda Bavê Mihemed ne bûyereke xwezayî bû , em hemî dizanin rola vî bajarî di hildana ramanê niştimanî de û her weha pileya pir bilind ji ronakbîr û xwendevanên tevlî xebata welatperweriyê û rewşenbîriyê çiqas hebûn , evê hêla neyarê miltê kurd li navkil û tihêla xwe bide da bilez wê mûma geş hîn di çirîska pêşîn de vemirîne .

Herger em îro di bîranîna serpêhatiya şewata agirê AMÛDê re dibûrin û çavê me li agir û dûyê seranserî welatê me dayî ber xwe nevekin ? wê waneya di bîra mede bi têra bersivê neke , ew şêweyên nemirovane ya ku li ser nifşê paşeroja Amûdê pêkhatî , îro bi deh qatî agirek bi rimî dibe hilorî û hemû çînên civaka kurd dipişêfin . ew şêwyên kilasîk di tunekirina hêviya miletê kurd belkî awira xelkê mirovane bi ser wan de bikşîne , ji lew îro rêbazên moderin û pêşketî bi kartînin , bê ku bala kesî bi ser wan de here , civak û payên bilind çavan jêre digrin .

Li ber çavan xuyaye rêbazên dijminê mirovahiyê li seranserî welatê me , bi hemû derfetê di destê xwe de û bi alîkariya teknîka pêşketî , li dij hebûna miletê me bikartînin .

Heger rijîma Sedam Kîmyabarana kurdistanê kir û Toraniyan mezra pêxemberan kavilkirin , lê îro miletê me di Enfalek bênavkirî re dibûre . Naxwe ne ji xweve êş û belayên tenduristiyê di heremê kurdan de belav dibin , her weha wêranî , tazîbûn , birçîbûn û koçberkirin ji bo çine ?.

Pêwiste hemî sazî û desgih , rêxistin û partiyên kurd xwe di ser nakokiyan re bavêjin û berê xwe bidin xebatek hevbeş û bi ramanên rojgarî doza miletê xwe bi pêşve bidin û rê ji şewatên hîn ji şewata AMÛDê geştir û berferehtir bi ser gel kurd de newe .  

                                                                                          13/11/2008

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1