|
Valentîna : Hey hooooo dinya ne ya berê
ye , heme di navbera 10 salan de çêja
civaka me hate guhartin !
Îro cada kurdî tevahî bi helkefta hatina
cejna Valentîna mijûl e , ji gir û hûran
kar û bara pîrozkirinê dikin , eva jî
tiştek gelek başe û bihagirane dema em
ji evîn û heskirinê hes bikin , xwedê
bikim her û her rojên hemî mirovan bi
heskirin û bextewerî derbas bibin ,
tiştek ji heskirinê baqijtir nîne ¸ ev
gotin li ser zarê pêxember , rêber ,
vêlezûf û yezdanî bi evra hatiye xwendin
û bikar anîn , ji ber ku kîna reş ji
bilî wêran û talanê pêve bi xwere naîne
.
Lê gelo em heta niha ji kartêkirina vê
gotinê û vê festîvalê di kude bûn , qey
civaka me ji nû bi xew hişyar bû ?
Şîret , pend û zargotinên me kurdan
gelekî li ser vê gotinê rawestiya ne û
bi şêwekî xweza heskirin bikar dihat ,
çima ev firdek ji ferhenga me veqetabû û
serwinda bibû ? ez bi hêvî me ku
pîrozbahiya me ne wekî gelek tiştan heme
di warê çavlêkirinê de bimîne , heskirin
ne tenê evîna keç û lawa ne , ya rast
heskirin gotinek evra ye , wekî yasayek
civakîye , xwedayî ye , felsefîye . dive
mirov nirxê wÊ biparêze , neku bibe
çavlêkirin û di warê evînê tenê de
bimîne , bi heskirinê mirov li şaşiyên
xwe divegere û radanek nuh dide jiyanê .
Lê ka em ji hev bipirsin : gelo ma raste
em ji dilê xwe vê cejnê pîroz dikin ,
yan jê çavlêkirine em xwe li ber xelkên
biyan çêdikin ?
Ka berya em gotinên ziwa ji hevre bêjin
, bila bersiva me bi dilekî vekirî be ,
di bawerya min de heme kî cejna
Valentîna pîroz bike , ew xwe lê dixwe ,
lê xwe li civaka kurd naxwe û bi taybet
li bawermendên misilman naxwe , çimkî
zenga zikreşîyê xwe li dilê me pêçaye ,
bi kevir û hestîfan parçe nabe û xwe jê
bernade , heger em bi rastî vê cejnê
pîroz dikin , pêdivîye ku em berya hemî
tiştî ji xelkên derdorên xwe hesbikin ,
ji cîranên xwe , ji gundiyên xwe , ji
tara xwe , ji miletê xwe , ji netewa xwe
. heger tenê evîna keç û lawan be û di
nava malbatê de nakokî û dijberî hebe ?
ji xwe ew hingî dibe cejna şînê û
devlêkirinê .
Çîroka Valentîna ne nûye , bi dehê salan
cîhan pîroz dike , lê em ji wê xweşiya
bi derew dûrbûn , ew (reştariya) kû em
têde dijiyan , camêrên aqilmend ji
welatê biyaniyê hatin şanî me dan .
Ez bi hêvî me ev ne xap û şemîtonk be û
ne riya revê be ku hişê civaka me
berevajî bike , ji ber ku ez ji we
hesdikim min ev name nivîsand .
|