|
Çîroka agirê li rojhilata navîn gelek kevne û
xwe dikşîne sedê salan , na , na xwe dikşîne
pêtirî 3000 sal , çemê ji xwînê diherike hîn
ziwa nebûye , ew bûye parçek ji çanda tirs û
mirinê , bi hêsanî ji nava me bar nake , çi di
lavijên olîtiyê de be û çi di mejyê çîna serdest
de be , hemî kanî di vê herema cografî de
miçiqîne ji bilî herikandina xwînê hîn bi
cobaran di çemê qurbanan re diherike , di asta
civakî de wekî mêrxasî û qehremaniyê tê dîtin û
di asta serperiştiya bijare ji çîna serdest yan
xwedan hêz , mîna sembolek ji sembolê hêzbûna
rêxistinê ye .
Em dikarin nimûneyên ber biçav yên rojane li
rûdidin ji xwere bikin nîşan û waneyan jê
derxînin , çima ev herikandin ji cobarên xwînê
di herema mede bi taybet hîn yasaya hêzbûnêye ?
. gelo ma ew qas xwîna mirovan erzane yan
pirsgirêkên vê heremê di nava tevlîheviyê de
mane bê çareserî , çi kesê bixwaze karta wê bi
dest xweve bîne ew qasî dikare temenê sistema
ramanê xwe bidomîne .
Va bû çend roj şerekî ne wekî hev di navbera
tevgera Hemasê û Israîlê de dikşîne , her roj
nûçeyên şer û kuştiyan di dezgehên ragihandinê
de cihekî fereh digre , dinya hemî ketiye nava
guft û goyan de , hin jê alîgir û hin jê dijberî
van kiryara ne , heta di nava civaka kurd jî
tengijîn û milmilane di helwesta tevger û
cemawer de heye , ji ber ku me kurdan gelek êş û
azar di vê biwarê de hene û serpêhatiya miletê
kurd daxeke li enya cîhana pêşverû , bê guman
gerdûn hemî nehêjaye dilopek xwîna bêgunehekî
sivîl , em hemî li dijberî wê ne ku mirov bêne
kuştin , lê ya ku çîna serdest ji bonî
tevlîheviya kaxetên serketî di levbaziya
pêkanîna armanc û qiizincên siyasî de tê kirin ,
ew bi serêxwe babetek cudaye , heme her dawî
çîroka miletekî û kêşa wî xwe dide pêş ku hîn
sûre li ser qizinckirina mafê xwe yê netewî , ew
viyana di nava civaka xelkê ( Xeze ) de , mirov
bi rêzdarî li ber diraweste , her çiqas nayê
pîvan bi doza miletê kurd re , lê îro dinya hemî
bi kaxeta Hemasê û kêşeya Filestiniyan mijûl
dibe , di eynî demê de heger em şer û talana bi
sed salî di cenga navbera kurd û sîstemên
dagirkerên welatî wî de bidin ber hev , albonek
cuda û berfreh di helwesta hêzên navnetwî û
helwesta wan ya exlaqî de heye , rojekî mijgûla
çavê wan ji bonî kuştara bêgunehan ne jenîye ,
raste yê gotî : ( kesê bi mal be , bi xaltîk û
xale ) .
Heta niha 600 mirovên sivîl li gazayê hatine
kuştin , encûmena netwî , civata cîhanî ,asayîş
, kongira Erebî , lijneya gerdûnî ya mafên mirov
, kongira îslamî , hêz û dewletên cîhanê hemî li
ser vê pirsgirêkê dirawestin û alîkariya derûnî
û diravî ji bo 2 melyaon mirov dişînin , lê ew
civaka şaristanî û mirovane rojekî nanekî tisî
yan qotîk şêrê zarokan nekiriye diyarî qurbanên
kurd , bi ser vî halî de jî balefir û , tangê û
coreyên cekan dikin diyarî dagirkerên kurdistanê
û bumbeyên gazê û navokî diyarî xweza û mirovên
kurdistanî dikin , ev durûtî dive her û her li
bîra mebe , bila li bîra mebe hêstirên ji çavê
Erdogan û ŞaŞik reşên Îranî , tevlî rijîma Sûrî
ya bedkar , çiqas di nava hev de bi beryarin ku
miletê kurd li pêşberî cîhana ( şaristanî )
diperçiqînin û deng ji kesî nayê , Erdogan
çareseriya kêşa kurd di bakurî welat de bi
vekirina kenalek Telvizyonî dibîne , lê ji
miletê Xeze re dewletek serbixwe dixwaze ,
mixabin beşek ji kurdên bêhelwest wê gavê bi
têra pirsa kurdî dibînin , dêmekî yan em kurd
hîn me xwe negihandiye asta miletbûnê û yan jê
çi kesê xwe di ser pirsa xwe ya netwî re bavêje
, bi rastî ew mikrobin di gewdê miletê xweragir
de , wekî nimûne , heger qurbanê me li ber me
şirîn ban , wê xelkê dijmin nekarîba bi potînê
xwe me bi erdê ve biperçiqîne , di dema niha de
balefir û tangên rijîma Turk û Iranê bi hevre
herêmên kurdistanê , gund . zevî , xweza ,
siruşt , sivîl , terş , zarok û bêgunehan
bumbebaran dikin , lê pêjin ji kesî nayê , bi
ser vî halî de ew mirovên bi nav (kurd ) naînin
ser polê xwe û nabêjin îro şerekî tunebûnê li
hember miletê kurd tê kirin , bê şermî dibêjin :
ew şerê PKK dikin , dêmekî doza pkk ne çîroka
hebûn û tunebûna miletê kurd e , gelo em çi navî
ji mirovên xwedan vî helwestî bêjin wê başe be
?. ka çi dirofên mirovatiya bi wan dikevin , di
bawerya min de ew kesên kurd , miletê kurd û
kurdistanê hemûyî bi cameke meya li ser masa
serxweşiyê difiroşin .
Di rojavayê kurdistanê de şerekî nijadperestî li
dijî hebûna kurdan tê kirin , lê tevger û
rêxistinên kurd ne di helwestek hevbeşdene li
dijî van kiryaran û her weha ……
Ji lew xelkê Xeze di çavê min de mezin dibin ,
xwezî me kurdan rêzgirtin ji tekoşîn û
berxwedana miletê xwere jî bigirta , hingî em
biban xwedî mal û bi xaltîk û xal .
|