|
Dema pêlên derya gurdibin û li taqê
peravan belav dibin , hemî xir û xaşakên
bejê li ber xwe dike qapo û di newalên
bê binî de werdikê , tenê mirovên
melevan bin dikarin avjeniyê bikin û xwe
ji felaketê rizgar bikin , çîroka me jî
mîna vê pêla nuh ya bi ser civaka mede
hatîye , ne payin bû ku rojek weha bi
bandorek dijwar û ne dihesab de bi ser
serê mede were û tu pêkhatina me jêre
nebe , bi taybet nifşên nûhatî gerewa wê
danîn , ji ber ku pêdiviyên
berdewamkirina jiyanê ji karîna (diravî
, zanistî , civakî ) dûrî gomanan hat ,
heme di navbera 15 salan de ( Setelayit
, Mobayil , Komputer û Enternet ) kete
destê hejmarek mezin ji miletê me , bi
taybet di nava destên xort û zarokan de
, her roj em çavê xwe vedikin ku va
şepolek nuh ji program û alavên teknîkî
derçûne û hatine afrandin , nema navê
wan têne hejmarê , nifşên cihêl li
navkila xwe didin da ku xwe bi demê re
bighînin , lê pirsgirêka mezin dikeve
pêşiya wan ji layê diravî ku piraniya
civaka kurd xizane û bi nanê zikê xwe
mijûle , ka vêca wê çawa ew civak karibe
pêdawistiyên zarok û xortên xwe pêkbîne
?
Tevlîhevî dikeve sîstema perwedekirin û
xwedîkirina malbatê de , malxwê malê jî
nikare pêstûriyê li zarokên xwe bike ,
wan ji dewranê bibre yan çavê wan
binixumîne , çendî ew xwe parizvan
bibîne , lê bandora derdoran ji kolanê û
dezgehên ragihandinê çavê mirovan vedike
, îro dem hatiye ku Rûvî bi erbanê werin
girtin .
Ev rûdana rojgarî gelek çînên civakî û
heta netewan jî da ber xwe û ji kokê ve
hilanî , bi taybet çînên bê dezgih û
saziyên fêrbûn û perwerdeyî , nemaze ew
civakên hîn li nav û nîşanên xwe digerin
, mîna miletê me yê ku ji layê tu hêz û
saziyên navnetewî (unisiv- yonisko –
unirwa – cîhana islamî û…..) ve nayên
destekdan . duqat bandor li wan hate
kirin , ji rexekî ve bîreweriya çanda
civakî ya serwinda da berxwe û ser û
çavê wê girêdan , ji hêla din ve nifşên
nûhatî ji koka civakî birrî , nema
mirovên me dikarin bi çi awayî bersinga
vê pêla dijwar bigrin , yan cihê xwe di
nav de bibînin .
Li gora hizr û boçûnên min ez dibînim ku
berpirsiyarî dikeve ser milê du çînan ,
yek jê sazî ( partî ) ne û ya dinê
rewşenbîr û ronakbîrên kurd e , heger ew
xwe bi qasî barê pirsiyariyê bibînin û
xwe li gora pîvanên serweriyê nav bikin
, bi hewldanek berpirs tev bigerin bê
guman wê encamek erênî bi xwere bînin .
lê gava yekemîn ewe ku ev herdu çîn xwe
bi civaka xwe bidin pejirandin , mixabin
piraniya civaka kurd meriqiye û ji tama
miletiyê ketiye , heger em nikaribin
tiştek balkêş û bi çêjek li gora xweşiya
wî here pêşkêşî wî nekin ? wê bi yek
carî hefsarê vî miletî bi ser serê wî de
were berdan wekî keriyê mozik bikeve
navê , wê ji hev pêtir tert û belav bibe
.
Nimûne îro xort û lawên me ji rewşa
miletê xwe direvin , ne sîstema jiyana
wî dipejirîne û ne urf û adetên wî ,
heta xwe dighîne nepejirandina li astên
bilind mîna ol û bîreweriya wî .
Di serî de dive em bizanin ku her nifşek
xwedan bîr û hestek serbixwe ye , heger
em li gor saykolojiya wan tev negerin ,
wê hemî ji bin kontrolê derkevin û bi
keriyên dijber ve bighin , gengaşiyên
mezin di nava civaka me de li rû didin
ku ew dûrî hemî nirxên demê ne û ne li
gora rêveçûna tu mileta ye , hîna civaka
kurd bi hişmendiya malbatê mijûle , bi
şîret û pendên hozîtî ve , bi beryar û
fermanên olî ve , ev hemî li ser hev
dibin asteng li pêşiya pêşveçûna civaka
kurdewarî .
Heger em ji niha de dest bi avakirina
sazî , sandîka û tîman bikin ? wê
encamek lezgînî bide , ji hêlekî ve
rewşa diravî wê sivik bibe û ji hêla din
ve wê çêj û heskirina navxweyî gur û geş
bibe , çi yariyên werzişî , çandî ,
ragihandin û zanistî , nîgar û şêwekarî
, perwerdeyî , huner û pîşeyî û her weha
. dema çelengên me wan dezgehan bi çavê
srê xwe bibînin ku va di xizmeta
çareseriya alozê wî de dixebitin , wê
pêla guhdanê bilind bibe , ji lew bi
sanahî wê karibin gengaşiyên civakî di
nava hev de şirove bikin , dîwarê tirsê
û şermiyê hilweşe , nirxên rizî wê bêne
perçiqandin û pirojeyên xwedîkirin û
avedankirinê li rû bidin .
|