|
Li
gor rêzenasa mafê zarokan di rêxistina ( unicef
) yonîsêf de hatiye nasîn ku mafê her zarokekî
heye bibe xwedî nav û li gor dilê xwedyê xwe
were navkirin .
Bê guman ev xal ne ji valahîkî hatiye rêzkirin û
hemî dewletan xêza xwe avêtine binê pejirandina
wê , lê heta bi çi qûnaxê di kartêkirinê de ew
bi cih tê ? bi serê xwe ew mijarek veqetandiye û
bi gelek hoyan ve girêdayî ye , qedexekirina
sereke ji bal wan dewletên di nava civaka xwede
hejmarek renga reng ji kêmnetew û pirnetew ava
ne , û dewlet dibe saziya parastina mafê
nişteciyên xwe , vêce heger rastiya dewletan li
ser hîmên nijadî avabe , mîna dewletên kurd di
bin dagirkeriya wan de dijîn , bi sanahî ew hemî
girêdanên ku nişteciyan ber bi hişyariyê ve bibe
, îzole dikin û mafan binpê dikin , tu yasa û
fermanan nas nakin .
Mijara me ne ewe , lê emê vegerin sernivîsa xwe
ya ku giringiya nav çiqas di hişyarkirin û
navtêdana netewî de heye ?
Gelek hokarên naskirina netewî hene , ya herî
xuya navê kesên di civakê de dijîn . di gelek
pêma û lêkolînan de , zanyar û pisporên dîrokî
li ser giringiya nav di rawestin û bi bûyeran ve
girê didin , heger dem ne demê wendakirina
nasnameya mirova ne , lê hîna nav gelek
têbîniyan dide xwedyê nav û dide civaka derdora
wî ,
Rêja mandelkirina navan di hemî qûnaxên dîrokê
re derbas dibe , ji serdemên herî kevin û heta
roja îro didome , miletên serdest her demî
xwestin e cih û waran , nav û nîşanan , mîjo û
dîroka srborî qedexe bikin û bi tena yekbûna xwe
ve girê bidin .
Pêla herî dijwar di serdemên belavbûna ola
Îslamî de derçûye , heta kariye di mejyê civakê
de biçîne ku navên bi zimanê Erebî , xwedayî ne
û nav dibe sedemek ku xwedyê xwe bi behiştê
bighîne yan di nava agirê dûjehê de wer bike ,
sal bisal ev hişmendiya tund bi taybet di nava
civaka kurd de cih girt û kurdan berevanî di ber
de kirin û heta roja îro jî bi astekî berdewam
dike , nemaze dema ji layê deshilatdarê ve tê
pejirandin ku mirovên kurd navê xwînrijekî
misilman li zarokên xwe bikin yan pesn û navê
şelatî û serseryê wan rake , heta radeya ku
gelek navên Erebî yên gawirtiyê ne û li dijî ola
Îslamî bi xwe ne , dîsa tê pejirandin , hejmarek
ji me jî bawerkirine ku girêdana navan bi behuşt
û dûjehê ve heye , lê ya seyr ew bawerî li rex
me çêbuye ku navê ( Fetûm , Zerge , Cihêş ,
Kilêb ) ji navên wekî ( Saman , Zîlan , Hêvî ,
Mizgîn ) pêtir bal bi xwedê ve ne , dîsa heger
mirovên kurd bixwazin navê qehremanekî kurd yan
xwedênasekî kurd li zarokên xwe bikin , hingî
sîstem bi tevahî radibe qot û li ser kabên xwe
çoka nîşanê vedide .
Ya bi seyrtir di rojavayê welat de , navtêdana
peyayên kurd , çi mirovên normal û çi
serkirdeyên partiyan ji hev re didin û bi carkî
navê xwe jî ji bîr dikin , çandek kevneperist û
paşdemayî nûjen dikin bi gotina Ebû …. Yan bavê….
Gazî hev dikin .
Di dawî de min dive bêjim her bavekî kurd :
heger ji destê te nehatibe ku cihê xwe di nava
rêzexebata netewî de bigre ? bi kêmanî nekeve
ber webalê navê zarokên xwe , heger mezin bû wê
ji bavê xwe fihêt neke û zanibe ku ew xwedyê
nasnameyek kurdî ye , heger wî jî tu bizav nekir
jî , lê bila bi navê xwe yê kurdînî şabe .
|