|
Di civatê gundiyan û yên oldaran de , heta niha
dibêjin : filan têrê dinyayê ye û feqîrê dînê
xwe ye . ji ber ku asta xwendin û pêşketina
civakî hinekî bipêşketiye vêca nema xelkên
xwendevan bi taybet li xwe dinihin wê zargotinê
bikarbînin , lê gotin hatiye guhertin û bi
pêkenokî mirovan ji hev dikin par û bêş , ango
pîvan ji layê diravî ve têne kirin , nirxê her
mirovekî bi maldariya wî tê dabeşkirin , ev yek
ji neyînê çanda çewt û derewîne , mirovan ber bi
tunekirin û talaniyê ve dibe , nixên civakê ber
bi cobarên nerewa ve dajo , vêca ya seyr ewe
dema ku mirovên xwenda û şehreza bi vê pîvanê
bawerbin .
Di nava çîna xwendevan de rûniştiye ku çi mirovê
xwe bi raman û ramyariyê mijûl dike , jêre tê
gotin : ew ji bêkar û xizaniyê berî dane karê bê
sûde û bêberjewendî . eve jî xapeke mirov xwe pê
xilwaş dike , mîna gelek karên ku heta rojên me
yên îro hîn bi bandorin û şermî û bêkarî di
paşnavên wanre tê , ( dengbêjî , mozîkjen ,
çîrokbêj , naqirdvan , stranbêj ,…..) nabe
mirovên normal xwe di ber de biwestîne yan ji
xwere bike kar .
Gelo çima li seransrî dinyayê ew kar bi
nirxdarin , lê li ba me kurdan şerm û fedîye
…….?!.
Bêguman ew hişmendiya civakî ne bi serê xwe bi
rêve diçû , helbet destekdan hebû wan nirxan di
nava civaka kurd de da pûç û gemar bikin , da ku
ev milet hîmên xwe yên xweza û bingeh winda
bikin û bi sanahî ew bikevin dafa nêçîrvanên
çanda xirxirandin û tevlîheviyê , da ku rojek bi
ser wan de were û bi erbanê wî miletî bibin
nêçîra kîvroşkan .
Niha jî di nava çîna xwendevan ( rewşenbîr ) de
tê gotin ku çi kesê xwe bi wêje û ramyariyê
mijûl dike , hemî ji teralî û bêkariyê derdikeve
, baştir ewe ku ew nivîskar û siyasetmedar ji
xwere li alavin din bigerin û rewşa xwe ya
diravî dewlemend bikin wê bi deh qatî ji wan re
bi sûdetir be .
Di vê gotinê de tiştek tenê rast heye , ew jî
rastiya wan kesên bi hîmên sereke di parastina
netewî de kardikin de heye , di her qûnaxê de
mirovên xizan û perîşan destan afirandin e , li
dîwanê beg û paşan wêje û sirûd gotine ,
dewlemendan nekarîne berhemek hêja bi afirînin ,
heme her mirovên xizan û perîşan civatê wan
gerandine û şevbuhêrkên wan germ û tijî kirin e
.
Qey qedera mirovên xizan û perîşan ewe ku di her
kar û bizavê de mîna rola gayê cotî bin , westan
li wan be , ked û berhem bi xwedanê wan bimînin
, ev çîrok ne di karê wêjeyî û zanistiyê tenê de
heye , lê heta di şer û cengan de jî mirovên
xizan ewin qurban û êzinga şer û pevçûnan ,
heger ev çîna xweparêz ji navîngihê rabe ? wê
hingî jiyan bi tevahî bi qerime û raweste , vêca
banga min di warê hişyariyê de dimîne , heme kî
çi bêje bila bibêje , lê dawî wê lewlebaz zimanê
wan di gewriya wan de bibe gulokek ne dabelandî
û ji şermiyê wê lêvan jî bidin li ber gaza , her
ya rast wê xwe bixwe ron bike û serpêhatiya xwe
bi serbilindî bêje .
Malê dinyayê diçe û tê , lê dema çand here
navegere , baştirîn ewe mirov malxizan bijî û
têreçand bimîne , ev dewlemendî bi dest her kesî
nakeve , emê hingî van nixan nasbikin dema sal
bibûrin û nifşên dahatû li çand û koltûra xwe
vegerin , tenê wê rastî navê perîşan û xizanan
werin , ji ber ku ev çîn mîna dur û gewhere ,
hingî dem bi ser ve derbas bibe , wê sîqal û
eksîrê bi xwe werke û biçirise , lê tu kes bi
navê dewlemendên xemsar ve nabe .
|