Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

01 December 2008 17:34

 

 

 

 

PÊŞBIRKA YARIYÊN ZIVISTANÊ

MELEVAN RESÛL

 melevanresul@hotmail.com

rojava.net/01.12.2008

Ji dirofê sala nû xuyane ku wê zivistana me bi ewr û baran be , eva cihê dilxweşiya hemû beşen civakê ye , nemaze ew mirovên ku debora jiyana xwe bi berhemên çandinî û çêrandina pezî diqedînin , û ji hemûya pêtir dilê mirovên kurd bi barîna baranê geş dibe .

Çînên civakê yên corbecor jî tevlî wê şahiyê dibin , nemaze ew kesên xwedan butçe û mehane ji dewletê werdigrin , lê gelo hûn dizanin rengên amadekarî yên şahiya pêşwaziya werzê buharê bi çi awahî tê kirin ?

Ji ber ku zivistan jiyana mirovan ditevizîne û karûbarê ji derveyî malê teng dike ,  park û meydanên li darxistina van ahingên cemawerî di herêmên kurdan de peyde nabin , dewletê ji wan re avanekirine , lewra mirov her demî ji encama pêdawistiya kar , ji xwere cîgiran di afirîne , cihê afrandinê bi tenê ode û malin , ew dibin sehneyên pêşbirk û levbaziyan , ew mal ji bilî çar , pênc kesî naragirin , lewra kesên yarîvan xwe li tîp û beşan belavkirine , her tîpek ji çînekî û her çîn di asatekî de ye .

Belê xwendevanên hêja , îro tîpên pêşbirkê li herema Dêrika Hemko xwe helbijartine û yariyên xwe destnîşan dane , ji niha ve xwe amade dikin , heme ax sibat derbas bibe wê pêşbirk li darkevin û serencam werin xuyakirin .

Lê heta niha we ji min nepirsîye ma ew tîpên çine û yariyên çine ?! .

HÛN ALÎGIRÊ KÎJAN YARÎVANANIN

Bila birayê xwendevan ezê wan bi we bidim nasîn ,bawerdikm heger ez navan diyar bikim , wê her heremek di welatê mede tîpên xwe eşkera bikin , lê ez bi hêvî me encam ne wek ya sala par ziwa û şêmitandî were , mixabin di sala bihorî de tîpa cotkaran zora tîpa maldaran bir û pareyên tonê firotî nedan ji lewra berê xwe dan Şamê û di hêlînê kevokan de lîsk vedan û ji birçîna hêkê duzerik kirin.

Endezyaran zora tîpa bijîşkan bir lewra endezyaran yasaya 49 destek kirin û xaniyên bijîşkan li ser navê wan tapo nekirin.

Tîpa rewşenbîran zora tîpa karmendan bir , lewra xwe kirin nivişt û di qoziyên winda de veşartî man .  di dawî de hemû li bin guhê hev ketin û dijminahiya wan heta roja îro dikşîne , hûn zanin ji ber çi ?

Di hilperka dawîn de , di êvara serê salê de kaxeta AS xwe dibin Cokir de veşartibû û miqerisî wan hat , çokên wan qerimîn û devê wan ziwabû , sermaya li dora sopa vemirtî ji giraniya buhayê Dîzilê pênexistibûn , vêca ji xwere mere bi ser û guhê hev ketibûn , heta niha jî birînên wan bi destê (xêrxwazan )têne dermankirin , lê dermanê li birînan hatî werkirin ji demê bikaranîna xwe bururtîbû , li şûna birîn saxbibin , mixabin ew axivîn û hilgirtin , sêvsot û agirok li çenê nexweşan derbûn ,  pêtivîbû ew berê xwe bidin jinek ku bi pismamê xwere cotbûyî bibînin , lê sed heyf û mixabin ew jinik di welatê mede hatine pişaftin , dotmam û pismamên bi hevre soz dayîn , yan di binê zindanan dene û yan li bilindê çiyane , vêca îsal ka wê kîjan yarî di qeremaçan de bi serkeve û heger birîndar ketin ma wê kî birînê yarîvanên me bi derman ke ?.

  

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1