Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

13 February 2008 17:34

Mamostayên zimanê kurdî:

Ji bo Wezîrê Perwerde Ebdurehman Dilşad 


 

Wezîrê Perwerde Dr. Ebdurehman Dilşad


Di 4.2.2008ê malperên kurdî «www.netkurd.com» û «www.nefel.com» ê de hevpeyvîneka we ji bo rojnameya Kurdistanî Niwê bo xwendevanên kurd hat weşandin. We di vê hevpeyvînê de baweriyên xwe û yên Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê yên li ser xwendin û nivîsîna bi «Kurmancîya Jorî» bi kurtî ji bo raya giştî eşkere kirine. Berî hevpeyvîna we, Dezgeha Perwerdeya Silêmanîyê jî bi sedema “ji mamosta û şagirdan re zehmet e”!!! xwendina dersên bi kurmancîya jorî bi dawî anîbû. Li gor hevpeyvîna we, hûn gazindan ji Dezgeha Perwerdeya Duhokê dikin, ji ber ku bi kurmancîya jorî dinivîsînin: “Me sala borî hewl da ko xwendina sala 2007–2008 bi zimanekî yekgirtî be û cidabûn nemîne lê diyar e perwerdeya Dihokê israrê li ser wê yekê dike ko divê xwendin li Dihokê tenê bi kurmanciya jorî be. Pêştir jî kabîneya wezîran biryar li ser wê daye û problem bi wê biryara berê ve girêdayî ye. Heta ko serokatiya herêmê û serokatiya kabîneya wezîran û Parlamentoya Kurdistanê biryareke nû dernexe, em naçar in biryara kevin bi cih bînin.” Weha xuya ye hûn bi van gotinan dixwazin diyar bikin ku nivîsandina bi kurmancîya jorî ne “gunehê” we ye, ji ber hukûmetên berê biryarek weha daye û tevî hebûna biryaran jî, we hewil daye ku hûn vê biryarê bi serê xwe rakin û hûn Dezgeha Perwerdeya Duhokê jî gunehkar dikin ji ber ku biryarên hukûmeta berî ya we bi cih tine. Ji hevpeyvîna we xuya nake ka Dezgeha Perwerdeya Silêmanîyê yan ya Hewlêrê bi tenê bi kîjan zaravayê kurdî dinivîsin.

Di berdewamîya hevpeyvîna xwe de, hûn dîtinên xwe yên li ser “zimanê yekgirtî yê kurdî” bi vî awayî derdibirin: Me ji kabîneya wezîran re got ko hebûna du zaraveyan bi awayê niha di qonaxên xwendinê de dê tesîreke xirab li ser netewayetiya kurd bike lewre pêwîst e wek netewe zimanekî me yê nivîsê yê yekgirtî hebe û bi zaraveyên din bê têkelkirin û em hemû li ser hemraman bin. Di hevpeyvîna we de ne zelal e, bi çi awayî hebûna zaravayan di qonaxên xwendinê de “tesîrek xirab” li ser “netewatiya kurd” dike, û hûn dê bi çi awayî zaravayan “têkel” bikin ku zimanekî me yê yekgirtî yê nivîsê hebe. Ji bilî vê yekê ev cara yekem e ku dê ji “têkelkirina zaravayan” zimanekî yekgirtî! bê çêkirin. Ji hewlên Wezareta Perwerdeyê xuya dibe, berî ku ew “zimanê yekgirtî” yê hûn qal dikin, peyda bibe, wezareta we hewl dide ku xwendin yan nivîsîna bi kurmancîya jorî nemîne.

Di dawîya hevpeyvînê de hûn dibêjin: “…ez jî wek Wezareta Perwerdeyê amade me bi her awayî alîkariya zimanê nivîsandina pirtûkan bikin çimkî xeterî gihîştiye wê astê ko niha hemû nivîsên ko ji rêveberiyên wîlayeta Dihokê ve ji me re tên şandin hemû bi kurmanciya jorî tên şandin ko pêştir rizamendî jê re hatiye wergirtin.” Ji gotinên we diyar e, hûn nivîsîna bi kurmancîya jorî wek “xeterek” ê dibînin, û gazî dikin ku ew “xeter” zûtirîn dem bê rakirin.

Çi wek takekesên kurd, û çi wek mamostayên zimanê kurdî, em bi dilekî xemgîn van gotinên we dixwînin. Em dizanin li parçeyekî Kurdistanê, gelê me deskeftîyên mezin bi dest xwe ve anîne. Xebata parastin û pêşxistina van destkeftîyan, ji têkoşîna bidestxistina wan ne hêsantir e. Ne bi tenê serokatî û hukûmeta Kurdistanê di gel hemû wezîrên xwe, lê divê hemû tex û çînên civata kurd, bikaribin di astê parastin û pêşxistina destkeftîyan de bin. Divê her takekesê/a kurd, serok û endamên rêxistinên siyasî, wezîrên xwedî desthilat û hemû endamên rêxistinên ku îro li Kurdistanê li ser hukum in, berî ku biryar yan beyanan bidin, rewşa civaka kurdî, rewşa zimanê kurdî û zaravayan, li gor giraniya berpirsiyariya xwe, binirxînin û lezê di biryarên xwe de nekin. Divê rewşa zimanê kurdî û hebûna zaravayan berî biryar bêne dan, ne wek xeterî, asteng û probleman bên dîtin, û bi awayên cuda rê li ber xwendin û nivîsîna wan neyên girtin. “Çareyên hazir” wê ji bo çareserkirina giriftan nebe derman. Kurmancîya jorî wek her zaraveyên din -kurmancîya jêrî, zazakî, hewramî û hwd- zaravayekî zimanê kurdî ye û divê hemû zarava bikaribin bên peyivîn, xwendin û nivîsîn. Kurdên ku zaravayên cihê dipeyivin, li bendê ne ku li unîversîteyên Kurdistanê beşên van zaravayan bên vekirin, û li her cihê ku ev zarav tên peyivîn, xwendin jî bi van zaravayan be. Em vî mafî wek mafekî netewî û demokratîk dibînin, ne xeterek li ser kurdbûna xwe yan kurbûna kurdên ku bi van zaravayan dipeyivin.

Bi hêvîya ku cenabê we û Wezareta Perwerdeyê li parçê azadkirî yê welatê me, riya peyivîn, xwendin û nivîsandina hemû zaravayên kurdî xweştir bikin, neku zaravayan wek “xeter” a li pêş zimanê yekgirtî bibînin. Kurdîaxêv ji destê qedexeya bi dehan salan ya hêzên dagîrker bêzar bûne û bêguman li bendê ne ku cenabê we bibe rêxweşker.

 

Di gel rêz û silavan.

 

Mamostayên zimanê kurdî

Li Swêdê

 

Mistefa Uzun

Remzî Kerîm

Mehmet Balta

Amed Tîgrîs

Haydar Diljen

Seyîdxan Enter

Robîn Rewşen

Nevîn Baykal

 

 


 


 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de