ZEWACA
REÞ A GULÎZARÊ
MALMISANIJ
Gulê
digo
Hecî
Mûsa Bego qurban, ez gune me,
ez
gune me
Ez
axçîk im, ez file me
Ez
pûlik im, bêfayde me
Ez
ne liyaqê Hecî Mûsa Begê xwe me
Gulê
digo Hecî Mûsa Bego qurban, tu min serjêkî
bi dûzanan
Tu
goþtê min rakî bi kelbetanan
Ez
tu car nayêm ser dînê musulmanan
Gulê
digo Hecî Mûsa Bego qurban, ez Gulê me, Gula
dîn im
Ezê
rabim dawa xwe li nava xwebilefînim
Rêka
Istanbûla þewitî bigirim, bikudînim
Ezê
textê Sultan Reþad bigirim, bihejînim
Ezê
heft diwêlê ecnebî bi xwe
û
Hecî Mûsa Begê bihesînim"
Gulîzara
keça Axacan Egop ko ez dixwazim li vira behsa wê
bikim, di wexta xwe de di nav kurdan de bi navê
Gulê navdar bû. Di
1889'an
de, yanê sed û heþt sal berê Mûsa Begê lawê
Mîrza Beg þevekê sed û pêncî merivên xwe
þandine ser gundekî Êrmenîyan, Xartzeyê.
Xartze di navbera Mûþ û Exlatê de, li deþta
Mûþê bû. Merivên Mûsa Beg di tarîya þevê
de avêtin ser gund, tifing bera wan dan, li wan
xistin, hinek birîndar kirin, malên wan talan
kirin û Gulîzar jî revandin birin teslîmî Mûsa
Begî kirin. Ji birîndarên êrmenîyan çend
kes wê þevê mirin.
Berî
vê hedîseyê jî Mûsa Begî tahde li êrmeniyan
dikir. Ji ber vê tahdeyê, ji êrmeniyan Ohan
û apê Gulê, Mîhran (Mîro) gilîyê Mûsa
Begî li hukmatê kiribûn. Piþtî vê gilîkirinê,
Mûsa Beg þevekê Ohanî diþewitîne dikuje.
Wexta
ko wê direvînin, Gulê hê keçeka çarde salî
bûye. Piþtî revandinê, merivên Mûsa Begî
wê teslîmî wî dikin. Her çendî ew digrî
û dixwaze ko wê berdin, lê çi fayde ko Mûsa
Beg wê bernade û dixwaze pê re bizewice.
Digel ko Mûsa Beg xwedîyê çar jinan bû jî,
dixwest vê keçika tern û ciwan jî bi zorê
bigire.
Gulê
keçeka bi rik û qerardar bû, Mûsa dike nake
ew naxwaze. Mûsa dixwaze ko ew bibe misilman jî.
"Ez" dibêje Gulê, "heke ez sed
sal jî li ba te bimînim, ez êrmenî [xiristyan]
me. Tu dixwazî min bi saxî biþewitîne
..."
Rojekê
apê Mûsa Begî Mihemed dibêje "Mûsa, çar
jinên te hene. Ev keçika ji te re ne minasib
e. Wê bide birayê xwe Cezayîrî." Lêbelê
Mûsa qebûl nake. Dawîya dawî ?êxê Kufra û
eþîra Belekan dikevin nav meselê û Mûsa Begî
razî dikin daku ew Gulê bide birayê xwe
Cezayirî.
Gulê
bi zorê didin Cezayirî. Nêzî sê mehan li
cem wî dimîne. Dibe jina wî. Zaf ezîyetê
dibîne. Him maddî û him jî psîkolojîk. De
hesab bikin ko ew keçika tern û ciwan bi zorê
revandiye, ji xwe re kiriye jin, tahde lê
kiriye û bi ser de dixwaze wê bi zorê bike
musulman. Heta navê wê jî guhertiye, kiriye
Fatma.
Mesela
Gulê dûr û dirêj e. Piþt re merivên Gulê
gilîyê Mûsa Begî û birayê wî Cezayirî li
hukmatê kirin. Mesele gehiþt Îstenbolê jî.
Hinek êrmenîyên Îstenbolê li Gulê xwedî
derketin. Ji alîyekî jî hinek elçî û temsîlkarên
dewletên Ewropa li ser vê meselê rawestiyan.
Welê bû ko dawîyê walîyê Bedlîsê jî li
ser meselê rawestiya û xwest ko Gulê biçe
Bedlîsê, mahkemê. Cezayir naxwaze Gulê biþîne,
lêbelê Gulê taktîka xwe diguherîne û
Cezayirî dixapîne, dibêje heke ez biçim
mahkemeyê jî ez dev ji te bernadim. Ez êdî
ji te hez dikim, ez jina te me û ez bi dilê
xwe li cem te disekinim, ne bi zorê. Ez êdî
musulman im. Heke ez biçim mahkemeyê jî ezê
îfadeya xwe wenî bidim.
Piþtî
vê yekê, ew Gulê diþîne mahkemeya Bedlîsê.
Li wir Gulê çi di dilê wê de heye wê dibêje.
Yanî rastîyê dibêje, dibêje ko wan ez bi
zorê revandim, ez Cezayirî naxwazim, ez
dixwazim ko hûn min teslîmî diya min bikin.
Mahkeme mecbûr dimîne, wê teslîmî diya wê
dikin.
Piþtî
demekê li Îstenbolê jî mehkeme vedibe. Gulê
diçe Îstenbolê. Di 26'ê Hezîrana 1889'an de
Mûsa Beg jî diçe Îstenbolê, li wir mahkeme
dibe. Pêþî mahkeme nikane sûcê wî tesbît
bike, ji ber wê jî cezê naxwe, lê belê bi
alîkariya êrmenîyên Îstenbolê Gulê ji nû
ve lê gilî dike. Mehkemeya Gulê û Mûsa Begî
sê salan diajo, di pey re hukmat cezayê surgûnîyê
dide Mûsa Begî û wî surgûnî Mekkeyê dikin.
Mûsa
Beg di nav kurdan de bêtir bi navê Hecî Mûsa
Beg tê naskirin. Welê tê fêm kirin ko piþtî
ko surgûnî Mekkeyê dibe, dibe hecî. Hecî Mûsa
Beg salekê li Mekkeyê li surgûnîyê dimîne
û paþê vedigere welêt.
Cezayir
jî du salan di hefsa Mûþê de dimîne û li
wir dimire.
Di
pey mahkemeya Îstenbolê re Gulê vedigere Mûþê
û bi Kéram der Garabêdyanî re dizewice.
Di
1908'an de Kéram dibe mebûsê Meclîsa Dewleta
Osmaniyan. Ji Kéram û Gulê re keçek çêdibe:
Arménouhie Kévonian. Arménouhie ko mezin dibe,
dibe
nivîskar û rojek tê ew bîranînên diya xwe
Gulîzarê (Gulê) dinivîse. Bîranînên Gulîzarê
bi êrmenîkî di 1946'an de li Parîsê çap
dibin. Di 1993'an
de
wergera fransî ya van bîranînan derket.
Agahdariyên ko min li jorê dane, min ji vê
kitêba fransî girtine. Bêguman agahdariyên
ko min dane kurt in, lê kesê ko bixwaze di vî
warî de bêtir agahdar be, divê ko vê kitêbê
bixwîne.
Gulê
di bîranînên xwe de behsa Behrî Paþayekî
dike ko li Îstenbolê alîkarîya Mûsa Begî
kiriye. Li hin ciyan dibêje "son oncle
Bahri Pacha", yanî "apê xwe" (yan
jî "xalê xwe"), li hin ciyan jî dibêje
"proche parent de Moussa bek" "merivê
Mûsa Begî yê nêzîk". Ez ne emîn im, lê
îhtîmal heye ko ev kes Behrî Paþa yê
Bedirxanî be. Her wisan behsa Kamil Begekî jî
dike û dibêje merivê Mûsa Begî ye. Li vir jî
Kamil Bedirxan tê bîra min, lêbelê ev tenê
texmînek e.
Meseleya
Gulê û Mûsa Begî di wexta xwe de gelek deng
dabû. Hinek rojnameyên êrmenî û ewropîyan
jî li ser vê meselê nivîsîbûn. Bi piþtgirîya
ewropîyan li ser vê meseleyê gelek propaganda
kiribûn.
Tiþtekî
din ê balkêþ jî ew e ko him fotografê Mûsa
Begî û him jî yê Gulîzarê wek kartpostal
derketibû. Di binê fotografê Mûsa Begî de,
ko di 1895'an de hatiye kiþandin, nivîsîne
"esilzadeyê kurd" (kurdish noble). Ji
ber ko di bin fotograf de navê wî nehatiye nivîsîn,
zaf kesî nezaniye ko ew Mûsa Beg e.
Gulê
di bîranînên xwe de dibêje "Fotografê
min û diya min ko me bi kincên millî kiþandibû,
li Îstenbolê bi mecîdîyekê dihat firotin..."
Divê
ez vê yekê jî bibêjim ko kitêb ji devê Gulîzarê
ji nû ve hatiye nivîsîn û di gelek ciyan de
bi gotinên heqaretî behsa Mûsa Begî dike. Ne
tenê behsa Mûsa Begî, her weha di gelek ciyan
de dîsa bi wan gotinên nebaþ behsa kurdan
dike. Wek nimûne, di ciyekî de gava ko behsa Mûsa
Begî dike, dibêje "ew kûçika". Di
gelek ciyan de ji kurdan re jî dibêje heydût,
keleþ yan jî diz.
Bêguman
mirov fam dike ji ber ko gelek tahde û neheqî
ji wan dîtine, loma li hember Mûsa û Cezayîrî
(ew dibêje Cazo) gelek bi kîn in (apê Gulê jî
bi destê merivekî Mûsa Begî hatiye kuþtin).
Di vî warî de heta dereceyekê "heqê"
wê hebe jî kurd hemû ne layiqî van sifetên
xerab in.
Tiþtekî
din î balkêþ jî ew e ko meseleya Gulê û Mûsa
Begî bûye stran (kilam). Di vê strana kurmancî
de neheqîya ko li Gulê hatiye kirin jî tê îfade
kirin. Varyanteke vê kilamê jî Nacî Kutlay
nivîsîye:
"Wayê,
wayê, wayê, wayê
Berf
dibare tevî bayê
Wayê,
wayê, wayê, wayê
Ez
Gulo me, ez Gulo me, Gula dîn im
Dawa
dêrê tevî delmê xwe diwalînim
Ez
rêga Estenbolê bigrim biqedînim
Ezê
destê xwe bavêjim textûpayê Siltan Evdilhemîd
bihejînim
Ege
halê min pirsîye xwe li pirsî
Ege
halê min nepirsî
Ezê
duwanzde duwelê xaçparêsa, heqê dînê xwe
da pêhesînim
Wayê,
wayê, wayê, wayê
Gulê
têye ji Xarpêtê, ji nav aþa
Tilî-pêçîyê
Gulo mêze dikî ji gustîl û ji hûr qaþa
Wayê,
wayê, wayê, wayê
Gulo
digo, Hecî Mûsa min nekuje, ez gune me
Wele
ez aþiqê dînê xwe me
Tu
kurmanc î, ez fille me
Wayê,
wayê, wayê, wayê
Hecî
Mûsa tu goþtê min bidî ber kerpetana
Tu
serê min kur kî bi gûzana
Ez
serê xwe nadime ser balgîngê mêrê musulmana"
Bi
awayê ko Dr. Nacî Kutlay dinivîse (1), Av.
Dr. Canîp Y›ld›r›m dema ko piþtî salên
1950'yî li Fransayê li ser doktoraya xwe ya
hiqûqê xebitiye, rojekê li hevalekî xwe yî
êrmenî bûye mîvan. Jineke pîr jî li wê
malê bûye. Ew jinik dibêje "Ez Gulê ya
jina Hecî Mûsa Begî me". Li gor nivîsa
nevîya Gulê, Anahîde Ter Minassian, keça Gulê
Arménouhie Kévonian ji þêst salî zêdetir e
ko li Parîsê dimîne.
Em
Gulê li wir bihêlin. Lê çi bi serê Hecî Mûsa
Begî de hat? Meseleya wî jî ji çend alîyan
ve balkêþ e. Hecî Mûsa Beg di 1924'an de
endamê Azadîyê (li gor hinan Civata Xweserîya
Kurd) bû. Piþtî Serîhildana Þêx Seîd
karbidestên Tirkîyê di 1925'an de ew sirgûnî
bajarê Aydinê kirin. Ew jî ji wir reviya çû
Sûrîyê. Li Sûrîyê bû endamê Xoybûnê.
Gava ko serîhildana Agrîyê dest pêkir, Xoybûnê
xwest ko wî û Kor Huseyn Paþayî biþînin
Agrîyê. Dema ko xwestin vegerin welêt biçin
Agrîyê, Îngilîzan ew li Mûsilê girtin û
bi paþ de þandin Sûrîyê. Hecî Mûsa Begî
li wir wefat kir (2). Wenî fêm dibe ko Hecî Mûsa
Beg di salên dawîn yên temenê xwe de êdî
ne Mûsa Begê berê bû, hatibû guhertin. Lê
tiþtê ko bûbû, êdî çûbû.
(1)
Nacî Kutlay, "Hecî Mûsa Beg û Guloya
Ermenî", Wan (kovara Yekîtîya Nivîskarên
Kurd), Stockholm, no: 4 (1992), r. 3-5
(2)
Di vî warî de ji bo zêdetir agahdarî, binêre:
Malmîsanij, Saîd-î Nûrsî ve Kürt Sorunu,
Doz Yay›nlar›, ‹stanbul, 1991, r. 94-96
Ev
nivîsa jorîn ji Vate (kovara kulturî),
Stockholm, no: 2 (1997), r. 95-100 hatiye girtin.
Guheztina ji Kirdkî (Dimilî): M. Lewendî
VEGERE