|
Li gorî em
helbestê nas
dikin, helbest
gelekî xweşiktir
û şîrîntir e ji
rastiya ku xelk
û cîhan lê dijin.
Karê dahênanî li
vê demê lawaz
bûye û rastiya
nivîsînê hêsan
kiriye û
herkesekî bê kar
be dibe nivîskar
yan helbestvan,
lê kêm caran em
helbesteke
xwînrijyayî
dibînin û
dixwînin û kêm
caran jî em
helbestvanekî
xwînrijyayî
dibînin.
Ev rastiyek e lê
tiştekî ne acîb
e em
helbestvanekî
bibînin diçe bal
mirinê ve, bal
bi himbeza
nebediye ve wek
helbestvan
Fethulla Huseyni,
ev helbestvanê
ku ji reza
rotîna jiyane
der diçe û ji
desthelata
helbesta rotînî
der diçe û
sînaryoke nû
diafirîne ku ew
şêwe bi xwe
muxamere ye,
temaşeyeke ji
dahênan û
xwekuştinê ye.
Ez Fethulla
Huseyni nas
dikim wek ez
helbestê nas
dikim, ez
Fethulla nas
dikim yekî
şêlûpêl e ji bo
helbesta wî bi
rekûpek be, ez
wi nasdikim yekî
serxweş e ji bo
helbesta wî
gelekî ciwan be,
ez wi nasdikim
yekî dilsoz e ji
bo helbesta wî
xayin be li ber
helbesta kurdî û
erebi û ji bo
van sedeman
helbesta wî xwîn
rijyayî ye .
Fethulla Huseyni
dengeki geleki
giring e di
rewşa helbesta
erebi û kurdi
de, ta niha heft
pirtûk çap
kiriye û her
heft pirtûk jî
radiperin li ser
tiştê xelk nas
dikin û dixwînin,
radiperin li ser
helbesta naskirî
û her wiha
helbestên wi
radiperin jî li
ser jiyana
naskirî.
Helbesta
Fethulla Huseyni
hîna serbilind û
serfiraz e li
serdemekî kirêt
ku tê de
tazîbuna me
zindî li ser
kenalên asmani
têne weşandin
|