| |
Erebo
bi papîrê xwe re li pîkapekê siwar bû, deh saetan bi
rê de man ta ku gihîştin devereke dûr, li wir Erebo
yê kal bi alî gundekî biçûk de, destê xwe dirêj kir
û got: ev Yafa ye.
Erebo yê biçûk ji kêfa re matmayî ma û got: ma qey
em li Felestînê ne, dapîrê min?
Bi serbilindî, Erebo yê kal got: belê.
Erebo yê biçûk, bi dilpakiyekê pirsî: Ka zeviyên
pirteqalan li ku ne bapîrê min?
Kalê
bersiv da: Devê xwe bigre. Û berê xwe dan gundan da
ku bigerin, lê Erebo yê biçûk difikirî û ji xwe re
texmîn dikir ku bêguman dijminê sionîst, yê
ketxwar, zeviyên pirteqalan şewitandine.
Erebo yê biçûk nîşanek dît, (Heyfa xêrhatina we
dike), li ser hatiye nivîsandin, xwend û ji kalkê
xwe re got: Em gihîştin Heyfa. Enîhilmiştî û bi
dilxweşî bapîr keniya û got: Belê ev e Heyfa, ka em
hinekî peya bibin û ji xwe re lê meyzînin... û
daketin.
Erebo yê biçûk heyirî ma bû, û ji bapîrê xwe pirs
kir: Lê, ka ez deryayê nabînim bapîrê min!!? Erebo yê
mezin bînteng bû, şiqamek li Erebo yê biçûk xist û
gotina xwe ya her tim jê re got: devê xwe bigre.
Gera xwe berdewam kirin, ta ku Erebo yê biçûk
nîşanek dît (Elqudis xêrhatina we dike), li ser
hatiye nivîsandin, hinekî dengê xwe bilind kir û bi
şahî ji kalkê xwe xwest ku hinekî peya bibin û li
Qudisê binerin, bapîr bi neviyê xwe dilxweş bû, ji
pîkapê peya bûn, vê carê ecêbmayî û bi tirs, Erebo
yê biçûk ji kalkê xwe pirsî: Ka mizgefta El Eqsa?
Bapîr lêxist, Erebo ket erdê, bapîr bi pihîn û
şiqaman bi ser gewdê Erebo yê biçûk ket û bi qîreqîr
digot: Qudis ev e , ker lawê keran. Erebo yê biçûk
di bin pihîn û lêxistinê de hinekî cegerdar bû û
qîriya: Tu derewan dikê, na xwe kanî xaçxaneya
jînvehatinê pêş min bike, ka dîwarê El Buraq?
Bi hêrstir
bapîr erîşî Erebo kir û bêtir lêxist: Hey kûçik ev
Qudis e, ji ber ku te kitêbeke ceyografiya xwendiye,
tê xwe li ser serê min bikî fîlosof û zimanê xwe
dirêj bikî??
Erebo yê biçûk qebûl nekir hilkişe pîkapê, bapîrê wî
ew xuşand, bi rûnişkirin da, û bi dînbûnekê ajot,
Erebo yê biçûk digriya û xwîna ji canê wî diherikî
paqij dikir, wê çaxê nîşanek li pê nîşanekê dîtin:
(Xeza
xêrhatina we dike), (bikene, tu li Ramella yê), paşê
(Nablus xêrhatina we dike) û (hûn bi xêr hatin El
Lid), û (Cînîn ya berxwedanê xêrhatina we dike)….ta ku nîşana dawî: (bajarê El Hesekê serdana we spas
dike) xwend û di xew ve çû.
|
|