Ez
êzdî me, ez ne kurd im!
Cankurd |
|
|
Derheqa navê TAWSI
MELEK
Xelîl Cindî
Ji aliyê rêbaz ve, em
nikarîn vekolîna li ser
diyardeya dînê Êzidiya û
Tawsî Melek, dûr ji kar
têkirina pêşketina fikra
dîn li devera rojhilat
çêkin, anku dûr ji kar
têkirina diyanetêt kevin
li Mezopotamiya- Iranê-
Misrê- Şamê- Cuhatiyê-
Felatî û Islamê.
Tişte herî giring ew e,
bizanîn fikra dîn ji
ciyekî bo ciyekî din
dihêt guhorîn. Bi
manayek din, av û hewa,
siruşta mirov têde dijî,...karekî
mezin dike ser mirovan,
bawerêt xo beranber
guhorînêt li dinyayê
peyda dibin, di dinê,
migirtî ( bo nimûne):
diyanetêt li Çîn û
Hindistan û Mengoliya
peyda buyîn, ne wek
diyanetêt Mezopotamiya û
Şamê bûn, yan ew yêt
yekem û duwem, ne wek
yêt Misra kevin bûn.
Helbet diyanetêt Efrîka
û Latin Emerika, ewan jî
cudahiya xo li gel
diyanetêt hatîn behis
kirin heye.
|
|