|
Ji edîtor,
Xwendevanên hêja û delal,
Çawa ku tê “gotin” jî “berê gotin hebû”,
belê ev gotin rast e û qet şik û guman
tê de tune ye. Lê em îro nexşeya ruhê
xwe û alavên derbirînê, metaforên
zanapeyv, hêmayên rênîşander bidin ber
hev, em ê lê varqilin ku gotin asta
pêşîn û rewşa nanozikoyî ye. Çawa ku îro
bo jimartinê tiliyên destên me reben û
sêwî dimînin, em dikarin danberheveke ku
paralelî vê mînakê bidin ku êdî gotin
têra derbirîna me û vê cîhana şêt, qure,
borbore, gewî, têrxwarî, zamorte û zalim
nake.
Bi vê niyetkirinê em dikarin bibêjin ku
wêje (nemaze jî çîrok û roman) ne gotin
e, vegotin e. Ji ber ku gotin di vir de
ragihandin û neqilkirinê bi bîra me dixe
lê vegotin bi gotinê qanih nabe û hewl
dide ku rêyeke nû ji xwe re bibîne. Ji
ber ku qîma xwe bi tiştên heyî nayne
hêjayî pesindanê ye û mirov dikare
bibêje ku şoreşger e jî. Wêje vegotin e
û em dikarin piçekî din jî pêş de herin
û bibêjin ku “çep”tirîn û
“pozbilind”tirîn awayê vegotinê ye.
Gotin dikare di otobosekê de li ber
camê rûnê û çi tiştên ku dibîne ragihîne
me. Lê vegotin dikare awayê rûniştina
rêwiyan, profîla rêwiyan, bêhna ku ji
rêwiyan difûre, çavên sorbûyî, mijê ku
di çavên wan de kon vedaye, mitaleyên
wan ên koç û rêwîtiyê û hwd.
ya ji neynika hundir a otobosê dixuye de
ji me re bibêje.
Gotin rîs be, vegotin tevn û dolab e.
Gotin daringa xav be, vegotin fabrîqe
ye. Gotin simbil bin, vegotin dêrandin
e.
Ji ber ku di çîrokên ku ji me re tên de
gotin li ser vegotinê tê girtin û ev jî
ji bo wêjeya kurdî elem û kelem e, me
xwe avêt dexlê daxuyaniyên li jor.
Di vê hejmara me de Kawa Nemir, birek
soneyên William Shakespeare wergerandiye
kurdî, serê lodê girtiye û eşkere kiriye
ku bergîdana van helbestan bi kurdî jî
hene! Me di vê hejmarê de hevpeyvînek
bi Rênas Jiyan re kir û gelek fikr û bîr
û boçûnên balkêş derketin holê.
Di vê hejmarê de me mijara dosyeya xwe
wek kurdolojî diyar kir. Tevî ku ne li
gor konsepta me bû jî ji ber ku mijar
aktuel bû û dihat nîqaşkirin û zelaliyek
jê re pêwîst bû me girt dest. Em hêvîdar
in wê dosyeya me sûdewar be.
Dîsa kurdan qûna dilnexwazên xwe dan
tavê û 98 (nod û heşt) şaredariyên qut
û gilover bi dest xistin. Vê
hilbijartina 29’ê adarê bi me dide
hîskirin ku kurd mîna pêlan êdî didine
ber xwe. Her çiqas piştî encamên
hilbijartinê êrîş birine ser DTP’ê jî
em dizanin ku ev êrîşkar çawa har bûn wê
wisa sar jî bibin. Heke ku serdest û
êrîşkar “dîn” bin divê zanibin ku em
kurd “perçe perçe” ne. “Ew” serdest in û
divê baş bizanibin ku em -Kovara W- ji
roja roj de li ser destnimêja xwe ne û
bi alav, derfet û platformên afirandinê
ku bi giştî mebesta me jê huner e em ê
“bavê serdestan bînin ber çavên wan.”
Û tekane rojnameya rojane ya bi kurdî
Azadiya Welat bi sedemên vala ji aliyê
dewletê ve hat girtin. Ev ne bes bû
rabûn rojnameya rojane ya bi kurdî Rojev
jî bi sedemên pûç û vala girtin. Di van
wextên ku dewletê agir xistiye dawa xwe
em zilm û zordariya li ser rojnameya
Azadiya Welat û kurdî şermezar dikin.
Em dixwazin agahiyekê jî bidin
xwendevanên xwe. Edîtora me Enîse Şîrîn
ÇAGER ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê
wê êdî ne bi me re be.
Em Cejna Zimanê Kurdî, 1 Gulan Cejna
Kedkaran û Roja Dayikan li hemû
xwendevanên xwe pîroz dikin.
Gulan e û em deftera xwe didin ser
deftera çand û wêjeya kurdî.
NAVEROK
Ji edîtor / 2
Rêka dibistanê - Brahîm RONÎZER
/ 3
Tu ku de diçî - Mehmet DEVÎREN
/ 6
Rojên derew -Yûsiv BIYANÎ / 6
Girrê zilamtiyê - Lokman AYEBE
/ 7
Guldesteyek helbest - Reyhan SARHAN
/ 10
Carinan mirov xwe jî dikuje - Şener
OZMEN / 11
Strî û gul - Dilşêr BÊWAR / 18
Veqetîn - Baxdat ARDA / 18
Ji min re bibêjin Îsmaîl - Yavuz
EKÎNCÎ / 19
Êdî bêhna te tê- Nesrîn NAVDAR
/ 22
Goristana hêsrên rizyayî - Îrfan
AMÎDA / 23
Xwircezîna dil - Fatma SAVCI /
24
Tazî - Şevger ÇIYA / 25
Dosye: Kurdolojî; çi, çima, çawa? -
Serwet DENÎZ - Elîxan LORAN / 32
Kurtebehseke pêşketina kurdnasiyê
(1988-2008) - Rohat ALAKOM
/ 33
Daxwaza kurdan perwerdehî ye ne
kurdolojî ye - Samî TAN / 41
Efrasyab Hewramî: Kurdnasên Sovyetê li
pey berjewendiyên dewleta xwe bûne
-
Hevpeyvîn: Azad ZAL - Serwet DENÎZ
/ 43
Lêkolînên kurdolojiyê li Fransayê -
Salih AKIN / 51
Kurdolojî: Zanista hesta netewî -
Mihemed RONAHÎ / 57
Di romana kurdî de pêngaveke pirhêl:
Rojnivîska Spînoza - Yapob TILERMENÎ/
60
Rênas Jiyan: Helbest derb e -
Hevpeyvîn: Elîxan LORAN / 64
Portre - Fewzî BÎLGE / 73
Ji William Shakespeare çend sone -
Kawa NEMIR
/ 72
Di neynika pirtûkê de - Yunus
EROGLU / 78
Civîna Wyê bi xwendevanan re - / 80
|