|
Di 100 Zayîna têkoşer
û torevan Osman Sebrî de
1905
ـ 1993
Konê Reş
( Ziman zimanê me gişika ne?! Ne yê yekî an yê
didiwane,gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe
dikin.Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.
Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina
helbestan,ev ne tiştekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne
nivîsandin.Belê helbest tiştekî ji edebê ye,lê ne tevaya edebê ye.
Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi
nivîsîne,lê nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin...
Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene
xwendane,bi erebî jî xweş dizanin,dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re
xizmetê bikin..)Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin,û ezê dê çawa ji wan
bawer bikim... ?!)
Osman Sebrî
Kovara Hêvî ,hejmara (7)an,sala1990 /
Parîs
Mirov ji ber xwe ve nabin
leheng û her roj leheng çênabin ,dibe ku di nav miletekî de nifşek
derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê ji wî nifşî
derbas neke ,ew nifiş stewir bimîne .Û dibe ku di nifşê miletekî de
gelek dayik lehengan bînin..
Gel jî mirovên ne leheng
nake leheng .Heger teraziya dîrokê gele ,teraziya gel jî ,ji zêre ,gel
bi wê teraziya xwe ya zêrîn ,lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û
baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan
jêre dibe dîrok.
Ne gereke ez navên lehengên
gelê kurd bibêjim,ewên ku navê wan di huşê her kurdekî dilsoz û xemxur
de hatiye tomar kirin,ewên ku di zindanan de ,di bin şert û mercên
dijwar de li ber xwe dane..
Lê wek nimûne ,bi helkeftina
ku (100) sal di ser roja zayîna Apê Osman Sebrî re
derbas dibe,ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê Kurd dibînim..û vê
panorameya kurt ji jiyana wî, wek wefadarî ji xwendevanên zimanê
kurdî re pêşkêş dikim .
Wek ku me got di roja
05/01/2005 an de 100 sal di ser roja jidayikbûn Apê
:Osman Sebrî re derbas dibe.
Gelo !
Kî bû ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim ?
Osman Sebrî navekî sereke û
belûye di nav tevgera rizgarîxwazî gelê kurd de li suriyê û di tevayî
Kurdistanê de. Mirovekî Kurd bû di tevayî kurdistanê de wek:têkoşerekî
,torevanekî û rewşenbîrekî hatiye naskirin.
Ji mafê wî û zarokên me ye
ku bi bîr were û nifşên nû wî ji nêzîk ve nas bikin,nexasim di
sedsaliya jidayikbûna wî de,wek vê sala nû 2005,ku sal bi navê wî (
Sala Osman Sebrî ) di nav rewşenbîrên gelê Kurdistanê de
hatiye nas kirin.
Vî lehengî bi tev şiyanên
xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye .ji destpêka
xortaniya xwe û ta bi rojên xwe yên dawîn,ango di 88 buharên
xwe de ,bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwedaye û ranewestiya ye ..
Ew jî li ser vê rêbazê,
gelek caran ji rex dagirkerên kurdistanê ve hatiye girtin û
sirgûnkirin û tev jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye .
Ew di roja (05/01/1905)an
de li kurdistana bakur ,gundê Narincê ,qeza Kextê ji
wîlayeta Adîyeman (Semsûr) çêbûye ,bavê wî wek axayê hoza
Mirdêsan dihat naskirin.
Di 11 saliya wî de bavê wî
koça dawîn kiriye ,di peyre dayka wî ,vêca mamê wî Şikrî bi kar
û barê hoza Mirdêsan ve rabûye ,hem jî biraziyê xwe Osman bi
delaliyeke mezin xwedî kiriye .Di wan salan de Osman Sebrî xwendina
seretayî li ber destê mamoste Îsmaîl Efendî bi dawî aniye ,pêre
pêre jî hez pirtûkên dîrokî û helbestsn kiriye,belê dûrî dibistanê
çûye û li kêleka mamê xwe Şikrî bi kar û barê hozê ve rabûye .
Osman Sebrî
,wek dîdevanekî bû ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran re,di sala
1925andi,di vê şoreşê de, dû apên wî bi tewana beşdarbûnê li Amedê(Diyrbekirê
)hatine bidarvekirin,ew jî bi gunehê şoreşê dû carî hatiye girtin û
zindankirin...
Di sala 1930 î de ,piştî ku
binxetî sûriyê bûye, xwe li mîrekên hoza Berazan girtiye,û
bûye endamek ji endamên komela Xoybûn,beşdarî di şoreşa Agrî
de kiriye ,.di gel hoza Berazan li Kobanî,lê mixabin
,desthilatên Fransî di suriyê de dest danîn ser hevalên wî,û hewildana
wan têkçû...
Piştî herifandina şoreşa
Araratê berê xwe daye Kurdistana Başûr ku navbera Barzaniyan û
Bezenciyan xweş bike ,lê mixabin li wir jî tev hewildanên wî
beravêtî derketine ..
Osman Sebrî
,di navbera sala 1926an ta bi sala 1971ê de,ango di
navbera(45)salan de (18)caran hatiye girtin û
zindankirin,ew girtin di navbera rojan,mehan û salan de bû.Yekemîn car
di sala 1926an de li Amedê hatiye gitin û cezê xwe di zindana
Denzlî de derbaskiriye ta bihara 1928an,di payêza 1928an
careke din hatiye girtin di gel 26 axayên kurdan bi gunehê ku karê
xwe û şoreşekê dikin,piştî 7 heyvan ji zindana Meletya hatiye
berdan Li îraqê jî dû caran hatiye girtin,carekê ji zindana
Mûsilê reviya ye ,cara din karbidestên îngilîzî ew spartine hikûmeta
Fransî ya ku sûriya dagirkiribû,wan jî ew xistine bin rûniştina zorê
de li Şamê,wek tevayî endamên komela Xoybûn..
Di sala 1935an de dû
carî li Libnanê hatiye girtin û di eynê salê de ew sirgûnî girava
Medegeşker ,li Afrîqiya kirine û salekê lê maye ..
Li Sûriyê 12 caran
hatiye girtin ,cara paşîn sal û nîvekê di zindana Kelehê deli Şamê
razaye ,piştî ku vê carê ji zindanê hatiye der di sala 1971ê de ,êdî
ji nû li mala xwe li Şamê rûnştiye ,xwe dûrî karê siyasetê kiriye û
dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye ..
Bi weşandina kovara Hawarê
re di gulana 1932 an de ,ew duwemîn kes bû ,piştî Qedrî Can
ku bi berhemên xwe ew kovar xemiland ,û ji wê hingê ve berê xwe da
warê nivîsandina bi zimanê kurdî ,û li kêleka Bedirxaniyan sekinî
,beşdarî di tev kovar û rojnameyên wan de kir wek Ronahî ,Stêr û Roja
Nû.Hêjayî gotinê ye ku Osman Sebrî yekemîn kes bû ku ziman û
nivîsandinên wî ji yên tev nivîskarên wê hingê tekûztir ,rastir û
xweştir bû li gor ku Mîr Celadet Bedirxan gotiye .
Di sala 1938 an de yanek li
Şamê bi navê (Yana Selahedîn ya rewşenbîrî û werzişî)damezirand
Di sala 1942 an de( Yana
kurdistan) li Şamê vekir
Di sala !949 an de (Yana
Henano)
Di sala 1954 an de (Yana
Cezîrê)
Osman Sebrî di van Kulûp û
yanan de xort û keçên kurdên Şamê fêrî xwendina zimanê kurdî dikirin..
Di 14/06/1957 an de wî di
gel çend ronakbîrên Kurd mîna Dr.Nûredîn Zaza ,Reşîd Hemo û
Hemîdê Derwêş û hin din yekemîn partiya kurdî li sûriyê damezirandin û
wî serokatiya wê partiyê kir ...
Ji berhemên Apo Osman
Seberî:
Bahoz
:di sala 1956 an de
Derdên me
: di sala 1956 an de
Çar leheng
:di sala 1984 an de
Di gel ku wî du Alfabeyên
kurdî jî behevkirine
Di sala 1981 ê de li
almaniya komek hebestên wî ji rex buhiştî Hemereş Reşo ve hatiye çap û
belav kirin.
Di 16 saliya wî de apê wî
Şikrî ew zewicandiye ,ji wê jinê kurek bi navê (Welato)jêre çêbûye
(Welato di sala 1970 î de li welat hatiye kuştin).Di sala 1944 an de
,li Şamê careke din jineke Çerkezî ji xwe re aniye ,ji wê jinê sê kur
:Hoşeng,Hoşîn û Heval çêbûne û du keç:Hingûr û Hêvî,belê Kewê ya
herdem pêre bû keça birayê wî ye .
Osman Sebrî bi navê APO di
nav gelê kurd de hatiye naskirin ,ev naznav Rewşen Xanim Bedirxan lê
kiriye ,ji ber ku wê bi çavekî mezin li Apo Osman Sebrî mêze dikir û
rêzgirtinek zor jêre digirt.
Osman Sebrî ,di roja
11/10/1993 an de li şamê ,di mala xwe de koça dawîn kir ,yadinî rojê
termê wî guhestin gundê Berkevirê ,navça Derbasiyê ,ew di goristana
şehîdan de veşartin.
Sed rehmet li canê wî û canê
tev şehîdên rêka axzadiya kurdistanê bibare.
 |