MELKEMOTÊ
KÛLÊ
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
Diyarî
ji bo ‘pênûsxweş’ê çanda kurdewarî
Kakşar Oremar...
Gava
te terka min da
‘Melkemotê
Kûlê’ hate serdana min
Gava
te dilê xwe ji min da alî
‘Kûpê
Xwînê’ fermana min rakir
Li
bin siya dara hejîrê
Daçikand
sêdara min
Badilhewa
negotine pêşiyên me:
‘Mêrikê
xerîb kor e, siûda kuştiyan tuneye!’
Îro
xerîb im, siûd xwe ji min daye alî
Lew
hem kor im hem jî kuştî
Gelo
heye ku tu rojekê vegerî?
Heye
ku awirên ‘fêlbaz’ û ‘çavnebar’
Dîsa
‘nezerên sotîner’ pêşkêş bikin
Min
qayîl e heyran!
Bes
vegere
Roja
ku tu hatî bi xêr
Bi
bişirîna xwe yê zirav
Ku
di wê bişirînê de
Awazên
Dengbêjan Xerzan veşarî ne
Êdî
‘Qasidên Zilmê’ jî bên ne xem e
‘Pênç
pere’ bi ‘qûna’ wan nadim!
Bo
sedema ku tu hatî
Tebax
2004 Stenbol
QAŞALMASÊ
SALIHÊ
KEVIRBIRÎ
Roja
ez mirim
Min
‘terqîn’ û ‘yasîn’ navê!
Xwediyê
‘ta û derziyê’
Ku kefenê
min didirû
‘Li
ser tenaşo yê;
li ber
şûştinê!’
Bes bila
navê te bibêje
Di guhên
min de:
‘Qaşalmasê!’
‘Melekên
Mewtê’
‘Qasidên
Xwedê’
Bila xêzek
li ser navê min bixin
Gava
bibim xerîbanê
Şana
li gerdenê
Qisedana
goyendeyan e:
Xal û
xetên sing û berê te
Kaza Zerê
Qaşalmasê
Gustîlzerê
Navê
‘Allah û Ekber’ li serê!
Payîz
2004 Stenbol
VEGERE