|
mij û muran xewnên min
êşa geliyê tiyarê ne
rondikên Roboskê
jana trênên dîlhigirin
di bêdengiya cîhanê de
tenêtiya zenggirtî
dewlemendiya min ne
jîn kirine
xoxa bi darê ve jibîr bû yî
hijmara tefandina
stêrên dilê min jibîrkirin
her hezkirin
kirine têkçûnek
her çeper
kirine gorîstanek
vê sersalê min birîna xwe
di kendalê jîna xwe de vekir
bênavnîşan, bêkes, bêstran
dojeha xwe nîşanî min dan
xwîna di devê agir de
kirina cilên bûk û zavatiyê
Ehrîmanên tarîperest
bi hunerê xwe şa bûn
ne zarok, ne sersal û ne jî hatin hiştin
tawanê kuştina min
kirine stuyî min
xwedayên dilovaniyê
revîn
û
di nav destên xwedayên zilmê de
ez jibîrkirim
cûdabûnên dilqermiçî.
feqîriyên pînekirî
berxwedanên piştxûz
qîrên û nalînên çiyan
rondikên cejn û sersalan para min in
30.12.2011
Kamran Simo Hedilî
|