Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

Editor
EHMEDÊ HUSEYNÎ
shevchira@rojava.net

HELBEST,
WERGER Û REXNEYÊN XWE,
NIVÎS Û BERHEMÊN DERBARÊ HELBESTA KURDÎ, ÇIRAYÊN KU HEWL DIDIN BEŞDARÎ RONÎKIRINA ŞEVISTANA PEYVA KURDÎ JÎ, LI SER VÊ EMAILÊ JI MALPERÊ RE BIŞÎNIN:

shevchira@rojava.net 
 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

10 July 2007 00:09

Melayê Cizîrî

 

 

Ehmedê Xanî
Elî Herîrî
Feqiyê Teyran
Mehwî
Melayê Cizîrî
Nalî

 

 

 

Ehmedê Xanî kî ye?

Celadet Alî Bedir-Xan

Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:

Men çi gûyem wesfi an alîcenab

Nîst pêxember welê dared kitab.

Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye.

Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.

Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Şahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eşharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .

Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.

Lewra ko dema ji xeyb fek bû

Tarîx hezar û şêst û yek bû

Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.

Îsal gehişte çil û çaran

Ev pêşrewê gunahkaran

Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:

Ji paş hemd û selewatan

Ev çend kelîme ji ji lixetan

Vêk êxistine Ehmedê Xanî

Nav lê Nûbihara biçûkan danî

Ne ji bo sahibi rewacan

Belkî ji bo piçûkê di kurmancan

Ji Eqîda îmanê:

Sifatê di sebhe ji bo zilcelal

Bizan heft in ey arifê pir kemal

Xweşî, şîn û zanîn û vên û kelam

Bihîstin digel dîtî bû temam

Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.

Li gor atiştê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.

Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.

Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:

Sazi dili kul bi zîr û bem bit

Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit

 

Şerha xemi dil bikim fesane

Zînê û Memî bikim behane

 

Nexmê we li perdeyê derînim

Zînê û Memî ji nû vejînim

 

Derman bikim ez ewan dewa kim

Wan bê mededan ji nû ve rakim

 

Meşhûr bikim bi terz û islûb

Mimtaz bikim mihibb û mehbûb

 

Ewreng bikim ji nû serefraz

Da bêne temaşeyî nezerbaz

 

Dilber li Memî bikin girînê

'Aşiq bikenin bi derdê Zînê

 

Ev meywe eger xirab e ger qenc

Kêşaye digel wê me dused renc

 

Ev meywe eger ne avdar e

Kurmancî ye, ew qeder li kar e

 

Ev tifl e eger ne nazenîn e

Nûbar e bi min qewî şirîn e

 

Ev meywe eger ne pir lezîz e

Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e

 

Mehbûb û libas û gûşiwar e

Milkê di min in ne miste'ar e

 

Ez pîlewer im ne gewherî me

Xudreste me ez ne perwerî me

 

Kurmanc im û kûhî û kenarî

Ev çend xeber in di kurdwarî

 

Memozîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

AFERÎN BO TE

ÎŞweyek da me seher wê periya horî siriŞt
Şefeqê berq û cemalê dil û can suht û periŞt
(beriŞt)

Me nizanî ku melek yane beŞer yane çi bû
(ya perî bû)
Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimiŞt

Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf
Xeyberî hatine min xal û xet çember û qiŞt

Ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat
Talibê Zatê me, lew min Şemirand baxê BihiŞt

Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek
Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xiŞt

Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf
Aferîn ber te! Ku ev Şîwe ji bo kes te nehiŞt


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


AXÎRET FIROŞÎN


Da zenn ne birîn ku em xemûŞîn
Em beste dehan û dil xurûŞîn

Genca me di dil, guher tijîne
Her çendî îyan xezef firoŞîn

Şahîn û bi xef, bi libsî dîba
Zahir ji xwe em pelasî poŞîn

Mucmer sifete me cism û can, ûd
Dil ateŞe,daîma bi coŞîn

Meyxane bihiste, Hûre Saqî
Kewser Mey e,lew Me bade noŞîn

Bê hûdene lafê lew ku Xanî
Dunya kirr û axîret firoŞî


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


BAXÊ SORGULAN


Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef
Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf

Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan
TeŞbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def

Manendê mest û serxweŞan, ez çûme bezma mehwesan
Ebrû keman û çavreŞan, cerg û dilê min kir hedef

Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî
Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef

Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn
Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef

Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek
Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qiŞt û lef

Xemrîy û qiŞt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al
Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef

Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeŞ hindek fireng
Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff )

Diger hebûn de´wa û Şerr, derbû li min tîpa teter
Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef

Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan
Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef

Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin
Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef
( Xanî bese! Ah û esef )

(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


DILA

Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî

Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e
Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî

Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin
Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket Şahî û te’lî

Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e
Birîna aŞiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî

Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû
Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî

Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim
Di batin Şubhê xunkarim, bi zahir ketme vî Şalî

Bi zahir Şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba
Gellek sîm û gellek Şîba, me havêtin, cîger nalî

Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin
Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî

Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber
Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî

Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê
Ne îlm ê qal e, Ê hal e, me hasil kir bi ebdalî

Me hasil kir bi xêzanî, bi muŞtaqî, bi heyranî
Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî

Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê Şa kir
Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî

Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in
Bi tuxra û bi nîŞan in, di dest uŞŞaqê delalî

(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


DILÊ ŞEYDA


Disan dilê Şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir
Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira Şehbazî kir

Meyla wî mehza hîkmet e, Şeyda wî enqa Şîret e
Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir

Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit
Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir

Şeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes
Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir

Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê
Fikrîme Şekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir

Şeklê mecazî çendek e, Şeyda heqîqî werdek e
Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir

Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin
Şunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir

Şunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil
Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


ENQAYÊ BEQA

Beydayê fena gerçi benim rehguzerimdir
Enqayê beqa hîmmetê hemrahê perimdir

Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê felekden
Atilsa, çu destimde tewekkul sîperimdir

Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem
BaŞimda bela berg û meŞeqqet semerimdir

Saqî bana îmdadi kilip, fatihê bab ol
Meyxane terîqimde kim evvel seferimdir.

Ben aŞiqê dîdarê ne hacet xemê diwar
Cennet dexi ber perde ê qet’ê nezerimdir

Perwane ê perr soxîte ê Şem’ê qedîmim
Nîranê cehennem Şererê bal û perrimdir

Alam û cefasîle xweŞim ben rehê îŞkin
Xanî! Bana bu yolde, qedem çeŞmê serimdir


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 



ERŞÊ MUELLA


Ey ayîne ê dil bi Cemala Te mucella
Sed sefhe bi yek zerre ji nûra Te mutella

Insan, Te ji bo alemê Kubra kire nusxe
Lew mudxeyekî jê Tu dikî ErŞê muella

Wehdet bi heseb kisretê e’yanê mezahir
Her so bi sifatan diketin keŞfê tecella

Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne xelaîq
Kafîr, ji senem bûne bi navê Te tesella

Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê Xanî
Ez xeyrê berî Şud, be Ti awerdî tewella


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre
 


EY DIL


Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf

Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf

MeŞqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet
Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf

AŞiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket
Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf

Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî
AŞiqê îŞqîbazekî, bendî diket belayê zulf

Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan
Xencer û Şîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf

Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran
SerxoŞ û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf

Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan
SerxoŞ û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf

Şêx û mirîd û salikan, Şah û feqîr û malikan
Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf

Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e
Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf

Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî
Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf

Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Şaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf
( derde, ji destê tayê zulf )

(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


EY DILA SAQÎYÊ MEHWEŞ


Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr
Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr
Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn
Ji meqamî kî behîŞtî ji sedayê Tenibûr

Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz
Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr
Perdeyê zulmetê eŞxalê cihanê bi dirrîn
Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr

Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin
Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr
Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haŞa!
Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr.

Mey û me’Şûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr
Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr
Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan
Semerî xweŞtir ewin, bûn bi heramî meŞihûr

Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket
Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr
Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê
Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr

Şêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad
Li miradê dilê murde dibîtin keŞfê qubûr
Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a
Ne bi çeŞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr

ÎŞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz
Şem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr
Şebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa
Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr

Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin
Bike qelbê me tu saqî ji Şeraba xwe tehûr
Da bikem keŞfê meqamatê ulûwwê derecat
Ya bikem keŞfê keramatê ji dara mensûr


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 



EY DIRÎXA!


Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji Şemsa xawerê
Xan û man têk bûne zulmet, paŞî wê dêm enwerê

PaŞî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê
Min nevê dunya bi carek, piŞtî wê sîmîn berê

Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi kem xakisterê

Sed texabun! Çu ji bal min ew hebîna çav belek
Ah û efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek

Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek
Mam di qeyda dax û derdan pasî wî zulfên xelek

Hîcreta yarê bihatim subhê findê Şu’ledar
Ketme sêla îŞtîyaqê, ji-htiraqê bûme nar

Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar
Min nevê dunya bi carek piŞtî wê çavî xummar

Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl
Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl

Xidr û Îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl

Çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan kirim
Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim

Bê dil û Şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin
Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim

Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê
Wan du mîsraan kîtabet kin li belgê kaxetê

Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê
Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê

Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab!
Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab!

Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab!
Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab

(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)


EY  WAHIDÊ PÎNHAN

Ey wahidê pînhan ku ji zatê Te ne peyda,
Ev kewn û mekan, erd û sema kûnbedê xedra.

Erwah û ûkûl, Enfûs û E’raz û Cewahîr
Halîn û musewwer, ne Mehell û ne Heyûla

Lewh û Qelem û Kursî û ErŞ, Encum û Eflak
Hem agir û hem ax û hewa,cumleyê esya

Sed qafile mewcûd û peyapey,mutewatir
Her lehze ji Sehra yê edem tên bi temenna

Hin, neqdê fenayê diguhorin bi beqayê
Hin,neqdê wucûda xwe dikin bê bedel îfna

Her yek bi wucûda xwe wucûda Te dixwazin
Bil cumle xirîdarê cemala Te ne heqqa

Lew suphet ê pîra bi hewes talibê Yûsif
Dor hatîye ‘Xanî‘ kelefa rîsê di desta

Ew jî bi meta ê xwe qumasê Te di xwazit
Subhaneke len tu’yîse mîn rewhîke eb‘da


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


HERO SEDCAR

Hero sedcar ji îlfa wê, di bim keyfê li meyxanê
Vebir min têt ku zulfa wê, dinalim Ez ji hicranê
Di nalim lew gelî yaran ji çehvan xûn diçit baran
Ji sehma eqreb û maran wekî ew têne lêkdanê

Wekî ew têne ser balan bibînin nuqte û xalan
Bi nefŞ û xunçe û alan, di ser da mahê tabanê
Di ser da ew meha enwer, ji reyhan sunbulan da ser
Kirim sewda û hem ebter, ji min dil bir bi talanê

Ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê
Wekî selwê li cobarê, vemesya hate eywanê
VemeŞya ya ew sifet horî, ji rengê sorgula jorî
Ruhê Şirîn dikim gorî, ji bo xalê û nîŞanê

Nîsan û sûretê re´na, didin ku li miskê sed te´na
JI Xanî lêne pirr me´na, wekî Ayatê Qur´anê



(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 



HER DINALIM

Her di nalim Şev û rojan, meger ez Eyyûbim ez
Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequbim ez

Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in
Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûbim ez

Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin
Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez

Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar
Weh tilismê telebim ez, talib û metlûbim ez

Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal
PadîŞahê xem û derdan, wehe ez merxûbim ez


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


HILO



Dilo, rabe xwe kêf xweŞ ke, biçîn seyra gulistanê
Bese, carek tu xwe bi weŞ ke, Hilo! Da biçne seyranê

Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê
Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê

Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan
Be dil meŞ´el çira îsan, me can da Şubhê perwanê

Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade
Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê

Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan Şerbetek da min
Bi dîn guh Şîretek da min, girim bende di fermanê

Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit
Divê her dem muwafiq bit, wekî Şêxê di senanê

Wekî Şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit
Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê

Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe
Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê

Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit
Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê

Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne
Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxŞane

Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye
Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê

Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv âmê
Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê

Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan
Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê

Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn
Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


MEDHÎYE Û MERSÎYE
PESINNAME Û ŞÎNNAME)



(Der bareyê Muhammed begê BAZÎDê da)

Kanê Muhammed beg gelo? Ka PadîŞahê Serhedan?
Îro ji dil bigrîn dilo! ka PadîŞahê Serhedan?

Îro bi bînin îbretê, axa û xelqê hêŞetê
Kanê xwedanê xîretê,ka PadîŞahê Serhedan?

Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb suwarê rim zirav
Bala bilindê perr belav,ka PadîŞahê Serhedan?

Kî, dî we reng zatek Şerîf,erkan û ezmanek letîf
Alem didest wî bû zeîf, ka PadîŞahê Serhedan?

Koma Dimil bû sê hezar,sed Mîrekan vêkra du car
Jêk rakirin,kir tar û mar,ka PadîŞahê Serhedan?

Senceq ji ser qemmê birrî, Bitlîsîya wan jê kirî
Xanê Dimil ker bû, çirrî,ka PadiŞahê Serhedan?

Kanê ezîzê Misrîyan,kanê edûwwê Wanîyan
Kan hevrikê Mahmûdîyan,ka PadîŞahê Serhedan?

Kanê emîrê namîdar,serhed niŞînê xundekar
Pasan ji bo pêŞkês hinar,ka PadîŞahê serhedan?

Kanê emîrê zî funûn,ka aqilê teb’et cunûn
Alem li ber wî bûn zebûn,ka PadîŞahê Serhedan?

Çend mîr û hakim rakirin, çend xan û sultan da kirin
Kom û heŞem ber Ba kirin,ka PadiŞahê Serhedan?

Ew hakimê pirr nav û deng, hem teb’etê Teymûrê leng
De’wa dikir biçye Frenk, ka PadîŞahê Serhedan?

Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê edeb erkan di girt Heybet ji wan dîwan di girt, ka PadîŞahê Serhedan?

Wextê bi ser hespê diket, ŞeŞ caniban rev pê di ket
Heybet bi ser xelqê di ket, ka PadîŞahê Serhedan?

Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq endîŞe bû
Nazik tebîet ŞîŞe bû,ka PadîŞahê Serhadan?

Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an pirr û roŞen zemîr
Hetta xweŞîn nakin ji bîr, ka PadîŞahê Serhedan?

Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û hewzê nazenîn
Man Şubhê firdewsê berîn,ka PadîŞahê Serhedan?

FerŞên di dîba û herîr,îstebreqên wî bê nezîr
Bê îxtîyar mayîn ji bîr,ka PadîŞahê Serhedan?

Ev xalîyên ermûŞê qezz,wernagirin kes Şubhê xezz
Xalî bûyîn meydan û rez, ka PadîŞahê Serhedan?

Rez bû mîsala cennetê,eywan ji sun’a qudretê
Kes nîne tê ket suhbetê,ka PadîŞahê Serhedan?

Elmas û le’l û gewheran,Tomar û tac û bin perran
Hedd nîne bêxme defteran,ka PadîŞahê Serhedan?

Ew ŞehniŞîn û hewz û av,nêçîrgehê pirr seyd û rav
Nabit bibêjim ez bi nav,ka PadîŞahê Serhedan?

ŞahînŞehê gerden firaz,aza kirin Teyhûn û qaz
Terxan kirin Teyxûn û Baz, ka PadîŞahê Serhedan?

Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya ew naçit Şikar
Teyxûn û Terlan man li xwar,ka PadîŞahê serhedan?

Serdarîya koma gelek naket suwarê çav belek
Çavet spî bin ey Felek! Ka PadîŞahê Serhedan?

Taq û Rewaq û menzeran,kosk û kelat û xeyberan
Wan cumle nîŞan heyderan,ka PadîŞahê Serhedan?

Ew cumle,wî îcad kirin,her çend qewî bunyad kirin Çerxê,hejand berbad kirin,ka PadîŞahê Serhedan?

Xwahê Kelatan bê zefer,dijmin ji ber wî bê meferr
Wê çûye nêva ax û ber,ka PadîŞahê Serhedan?

Dunya di borîtin bi dor,umrê ezîz nadin bi zor
Dewlet di bên: Naçîte gor,ka PadîŞahê Serhedan?

Yareb hebit ocax qedîm,emmên di wî, xweŞ bin emîm
Bilxasse ew durra yetîm,ka PadîŞahê Serhedan?

Durdanyê gewher sedef,ew ma ji wî neslê xelef
Ya Reb nekî wan zû telef,ka Padîsahê Serhedan?

Xanî! Tu jî, destan hilîn,Her çend ku zêde dil kulîn
Îro ji mîrê sailîn, ka PadîŞahê Serhedan?

Em jî di bên : Xanî mîsal, kanê hem û dost û heval
Ka tac û text û mulk û mal, ka PadîŞahê Serhedan

Ka mîrek û xan û xwe dan,ka çadir û konê vedan
Zozanê Qardox û Medan,ka PadîŞahê Serhedan?

Kanê welat kanê welat,ser kanîya avul heyat
Ka Xizrê azadî ne hat,ka PadîŞahê Serhedan?


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


ME DÎ NEQSEK


Me dî neqsek ji neqsê NeqŞebendan
Vebû qeydê di min yek yek ji zendan

KuŞada dil ji bo min ra muyesser
Ne bû bê suhbeta sûret lewendan

Li min kurt bû rîya Ke’ba wisalê
Bi nûra tel’eta bala bulendan

Rezîl û ser xwesim wellahî waiz
Li min zayî‘ meke wan we’z û pendan

Mesed hêvî heye dîsa ji seyyad
Me aza ke ji qeydê qeyd û bendan

Ji ahoyan, me hoyan xwestin emma
Dilê min ma di gel miŞkîn kemendan

Dilê Xanî eger çi genc û xane
Belê qet kes ne got Xanî bi çendane


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 



MIRÊ MECLIS

Mîrê meclis ne kenît ,Mutribê goya çi bi ket
Xunçe xendan nebitin,Bulbulê Şeyda çi bi ket

Neynika husnê butan, lazime sahib nezerek
Kesê bîna ku nebit, dîlberê zîba çi biket

Bê kerem naçite tîpa edûwan merdê Şecî‘
Tîxê ahen çîte, bê destê tewana çi biket

Talibê îlm û kemalê nebitin qabilê feyz
Hîkmeta terbiyeya alimê dana çi biket

Qelbê „Xanî“ sedefa gewherê îrfanê we lê
Metnixwanek ku nebit, sahibê me’na çi biket


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 



NEQQAŞÊ EZEL


NeqqaŞê ezel roja serlewheyê rengîn da
Pergalê di destan bû, ser sefhe ku tezyîn da
Tezhîbê zerefŞan kir serlewhê kitaba îŞq
Resma ezelî kêŞa, neqŞê xwe newalîn da
(nû anîn da)

Dîbace ku înŞa kir, fihrîste ku îmla kir
Cildek ji enasir best, nefxek di sufalîn da
Etfalê melek hatin, westane debistanê
„La îlme lena´´gotin, ´´Ebced´´bi xwe telqîn da

Wan sade ruxan mesqê îŞqê ku temenna kir
Xettatê ji husnîl-xet sermeŞqekî zêrrîn da
Ma secde tenê min bir ber sûretên mehbûban
Îblîsê nebir secde, lew maye di nefrîn da

Ez çûme derê dêrê min dîtî ku rûhullah
Tekrarî musewwer bû hetta di nihalîn da
Wan cumle „Enel-heqq“ got, min „Wahidê mutleq“ got
Saqî bi xwe ez girtim camek meyê nosîn da

Herçî ku me ber pê kir, hindî me nezer lê kir
Min seyrek li yêkê kir, lew mame di lewlîn da
(lewra me dil û dîn da)
Min dî heme yek pertew sarî di mezahir da
Mumkin heme jê pirr nûr, emma ne di temkîn da

Ew bû ku Zelîxayê îdînî di Yûsif da
Mecnûnê di Leylayê, Ferhadê di Şirîn da
Misbahê ebed min dî îrohe di qendîlê
Genca ezelî merkûz min dî di gil û tîn da

Cana ji cemala Te ez dê çi bibim sabir
Şeyxan û Ûlul-Ezman canê xwe di kalîn da
Me’zûr e eger sofî bit munkirê mehbûban
Kor dê çi tesewwur ket sirra ku di dûrbîn da

Şahid bî tu ey zahid, mehbûbî perestim ez
Bê sahid û mey nabim, Şêxê me ew ayîn da
Canî ji te ey Xanî! Cana ku bixwazîtin
Xa noqte li bin danî, fîl-halî di hêlîn da


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


SAZÊ XWES AWAZ


Seydê pencahê serê zulfa Şeha Şehbazim Ez
Mestê cama îŞweya Şehnazê nazik nazim Ez

Remz û î’cazê di xûban bê îbaret medh dikem
MurŞidê kamil Ez im Îrohe, sahib raz im ez

Vê heyata heyretê çi bikem beqa nîne ji bo
Lew Şehîdê xemzeya wê dîlberâ tennaz im ez

Derdimendek min divêtin, hem nefes bit Xanî ya!
Ger me hemdestek hebitin, sazê xweŞawaz im ez



(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


SERWA ME


Serwa me bi sed reng û hezar îŞwe û meŞ hat
AŞiq kirin Îhya li reqîban ku nexweŞ hat

Sunbul kemilandin, Gul û lale xemilandin
Reyhan Şetilandin, li gulan taze binefŞ hat

Ten derve nebû qet, nedida bextê kuŞadek
Rû da me Şukur! Ke’be yê tali‘ me du ŞeŞ hat

Pê dane firengî i nîlo, hatine romî (Peydane)
Şukrane, nihane ji ereb hem ji hebeŞ hat

ReŞtozê xwe Nûbar e meger koŞe dixwazin
Tîra koŞeyî da te, hedef girt û bi keŞ hat

Yan hat bi nava dilê ket, qet nediwesta
Lewra ku ji ber qewsê me dî zêde bi weŞ hat

Xanî! Bese bê arî, çi ra zêdeyê salan
Îsal e ji xwe tali‘ û bextê nebireŞ hat


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 



Subhekî zu hinarek

Ez çûme derê meykedeyê subhekî zû, min dî yekî esmer
Qamet bi mesel subhê çinarê bû du keysû, manendê du Ejder

Çînçîn dixuŞîn zulfê li ser gulŞenê ruxsar, reh Şubhetê Şehmar
Kher - kher dimeŞîn biskê li ser qewsê du ebrû, manendê du Şehperr

Mayîm mutereqqib, meger ew mezherê î’caz, carek bi dused naz
Halê me tefehhus khet û bêjit ku esîro! Ez bo te me xemxwer

Min got te di wextê seherê ev çiye da min, ey serwîqeda min!
Go ma tu nizanî çiye min da te feqîro! E‘teytûke kewser

Hetta veke lewhê sedef û xameyê yaqût, nêzîkê bi lahût
Min seyrê kirin Sidre û Tûba qedê dil co, nînin çu beraber

Hindî melek û horî, perî bêne temasa, haŞa we ku haŞa!
Kengê dibin ew, laîqê nezzareyê ebrû, ey dil me ke bawer!

Barî ji derê meykedeyê min me ke bê par, ey seyyîdê mûxtar!
Saqî ku Tû yî „eŞhedû bîllahî“di îro, „Xanî“ bûye meyxwer


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


ŞEHIDÊ KERBELA


Leyse fî qelbî sîwake ya hebîbî kulle hal
Her demem xem,hem demem Şud der firaqet mah û sal

Ger benim kanim dilersen,çoktan olmuŞtur helal
Mest û ser xwoŞem ji îŞqê, min nema eql û kemal

Ente fikrî fî, fuadî, Ente rûhî fîl cesed
LeŞkerê xemhayê To,mulkê dilem wêranî kerd

Dade geldim aŞk elinden isterim senden meded
Wan Tetaran kirne talan can û dîn û mulk û mal

Tale xemmî, zade hemmî, Şa’e sirrî fîl mela
TeŞneyê cama wîsalim çûn Şehîdê Kerbela

Yoksa sen dîvane oldun, nêce halin? Ey dila!
Yan ji nû ve îŞveyek da min hebîna çav xezal

Bittû mehcûren hebîbî! Leste mînnî alîmen
Murdem ez derdê fîraqet, xafilî Ez halê men

Can û dilden erzi kildim halimi canane ben
Erzî hala min Tu xafil, qet ne pîrsî erzî hal

Hel lena mîn nî’metîl weslî hebîbî mîn nesîb
Ûfîtadem ber deret bê çare, sergerde,xerîb

Derdê men çok olduxunden ona yoktur hîcç tebîb
Ey tebîbê min dewayê derdê ‘Xanî‘ her wisal


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre
 


ZAHIDÊ XELWET NIŞÎN

Zahidê xelwet niŞîn pabestê kerdarê xwe ye
Tacirê rehlet guzîn derbendê dînarê xwe ye

AŞiqê dîlber hebîn dil dayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bê Şubhe xemxwarê xwe ye

Bê emel tu-j kes meke hîvî eta û himmetê
Bê xered nakeŞîtin qet kes ji bo kes zehmetê

Kes nehîn qet hilgirit barê te ew bê ucretê
Gerçî Îsa bit ku wî fikra ker û barê xwe ye

HoŞîyar bî! dane kî umrê xwe bê hasil telef
Lew ku naket fayde mal û genc û ewlad û xelef

Maceraya “Xidr” û dîwarî yetîmî bû selef
Vî zemanî herkesek mi’marê dîwarê xwe ye

Ca nezerke îbretê pêla ku waqi’ bit sewas
Ger ne bîtin îltifat û mûçe û debr û meaŞ

Cundîyî rimbazî faris nadetin canê belaŞ
Saeta serbazîyê hîvî ji serdarî xwe ye

Xanîya zayi’ me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!

Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye


(Ehmedê Xanî) (Berhevkirin: Abdurrahman Durre)
 


Kerbela

Leyse fî qelbî sîwake ya hebîbî kulle hal
Her demem xem,hem demem Şud der firaqet mah û sal

Ger benim kanim dilersen,çoktan olmuŞtur helal
Mest û ser xwoŞem ji îŞqê, min nema eql û kemal

Ente fikrî fî, fuadî, Ente rûhî fîl cesed
LeŞkerê xemhayê To,mulkê dilem wêranî kerd

Dade geldim aŞk elinden isterim senden meded
Wan Tetaran kirne talan can û dîn û mulk û mal

Tale xemmî, zade hemmî, Şa’e sirrî fîl mela
TeŞneyê cama wîsalim çûn Şehîdê Kerbela

Yoksa sen dîvane oldun, nêce halin? Ey dila!
Yan ji nû ve îŞveyek da min hebîna çav xezal

Bittû mehcûren hebîbî! Leste mînnî alîmen
Murdem ez derdê fîraqet, xafilî Ez halê men

Can û dilden erzi kildim halimi canane ben
Erzî hala min Tu xafil, qet ne pîrsî erzî hal

Hel lena mîn nî’metîl weslî hebîbî mîn nesîb
Ûfîtadem ber deret bê çare, sergerde,xerîb

Derdê men çok olduxunden ona yoktur hîcç tebîb
Ey tebîbê min dewayê derdê ‘Xanî‘ her wisal

Ehmedê Xanî


Textê dîlber


Îro li textê dîlberî, ya Rebb! Çi Şîrîn esmer e?
Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e?

Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev
Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere

Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der
Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e

Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Şefeq
Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiŞt e,yana çenbere

Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew
Şutrî ne, ya Şeb‘bo ne ew, ya toxê Şahê sencer e

Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîŞan û xal
Keysû ne yan Hezret Bîlal, meŞxûlê Ellah ekber e

Çav in gello? Ya serxweŞ in, ya kafir in ya dilreŞ in
Bêmar in ew ya nexweŞ in, yan nêrgiz û cadûkher e

Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher
Ew qend e ya Rebb! Ya Şeker,ew suhd e yane xebere

Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal
Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e

Dêm, ŞûŞe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Şirîn gulav
Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîŞan Anber e

Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan
Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e

Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye
Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e

Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
Em aŞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e

Ew gerdena Şubhê Şemal, ser çesmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, ya Şîse ye, yan mermer e

Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya Îsa ye ev
Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e

Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e

Ew Xanî yê dildade ye, meŞreb ji rengê bade ye
Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.


Ehmedê Xanî

 

 

 



 

 

Şêxê Şehîdan

(Rûpela taybet)

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de