Şevçira


 
klasîk
Kewistan
Dengvedan
Pexşan
Antolojî
Rexne
 Werger

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
 Kurdî
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
 Urkesh
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:06

 


YÛNIS ALHAKÎM

 

 

TILSARA
Yûnis Alhakîm


Wergerandina Ehmedê Huseynî
Ha va ji nû ve, li duriyana gundnê Tilsarayê me.
Nizanim çawan gihiþtim, li ser piþta kerekê, bi keþtiyekê yan bi otoboseke kevnar?!
Çente li ser milê min nîne,
pêlav di lingê min de nîne,
jênzekî þîn û gumlekekî kitanî ji Japonyayê li min in,
bi bangeke pir hêzdar
û bi hawareke tund hatime dorpêç kirin,;
wê bangê,
wê hawarê ez dehf didam ku mîna biyaniyekî payedar bigihêjim girê Tilsarayê.


2

heyþt sal derbas bûn bêyî ku girê kesk kêlîkekê jî ji bîra min here.
Evîna di navbera me de nedihat þirovekirin: Evîneke mecûsiyane di navbera zilamekî û girekî de.
Gelo bavê min ê mirî ye, wek nimûne?
Ma bi awayekî ji awayan welat e?
Yan jî jinek ji nêrgizan e
ku di demê de hêdî hêdî hatiye pêk anîn û çêkirin?
Ne min dizanîbû, ne jî GIR li min mikur hat.
Evîna min, ew ji her çar aliyan dorpêç dikir,
her aliyek bi demsalekê ve girêdayî bû,
her demsalekê jî, çîrokeke evînê ku dest pê dike û nema bi dawî tê, dinivîsand.



3

Aniha dema ku digihêjim cem GIRê xwe, li hemberî payebilindiya wî mîna mûriyekê radiwestim,
ez dê gazinan jê bikim:
Ewqas e sal derbasbûn hey zalim! çima te ji min re name nediþandin?


4

min hemî razên xwe
di teniþta wî ya çepê de vediþartin.
Evîna xwe ya pêþîn,
carina helbestên xwe, renckêþana xwe ya digel Banka Çandiniyê ya Tilbirakê,
deynên xwe û bacên ji êgir ên desthilatên ji Þamê.
Min bi tenê koçberiya xwe ya ji niþkêve jêre negot
çunkî min dizanîbû ku dê nehêle ji wî welatî birevim.
Dê nehêle ji wir bar bikim wek ku çawan ew bar nake,
wê wextê min jî nikarîbû jêre bigota na û dilê wî bihiþta. Lewra min jêre negot û derketim mina ku ez ê rojeke din vegerim yan sibeheke dî.

5

cara pêþîn û ya dawîn ku hilkiþiyam piþta GIR min hest kir ku pêl dilê xwe dikim. Min xatir ji gundên derdora wî xwest, ji hemî rexan û aliyan, min ji wan tika kir ku ha ji bejna wî ya kesk hebin, hetanî ku bimirim.
Gundê Nûrik, gundê Xirbe Sêrt, gundê Gemo, Goyê û Girkeftarê ku bi qasî henasekê dûr bû.
Girê min, girê Tilsarayê dengvedana van gundan dûbare dikir.
- Dê kî guh bide me ey birêzê payebilind?


6

Birêzê payebilind ew e. sibehan û berbeyaniyan diyarî me dike û di êvarên çinînê de dihingive bêrîkirina me, pirsa wî ya herdemî bo min ev bû:
Tu çi ji min re vediþêrî!!?
Min jêre got: Gulekê, bi tenê gulek bo te û gulek jî ji boyî payîza ku bi rê ve ye.
Lê aniha ez ê vê dûrbûna xwe çawan jêre bibêjim, ez ê çawan bahaneyekê peyda bikim?
Ma ez jêre bibêjim ku berî heyþt salan ez miribûm û aniha ji goristaneke hevbeþ radibim ser piyan û xwe davêjim himbêza te.
Ez jêre bibêjim ku di zindaneke tarî û bêmînak de bûm?
Ger li zarokên min pirsî ez ê bibêjim:
Dê di biharê de werin cem te.
Ger li jinên min ên ku navên wan li ser kevirên xwe û morîkên xwe yên kevnare neqiþqandine pirsî ez ê bibêjim:
Hin ji wan mirin, hinan jî þû kirin û hinekên din jî rê wenda kirin.

7

Min qonaxeke pir dirêj ji riya serekî bi piyan birî, gerek min ew (GIR) ji dûr ve bidîta, yan bi kêmanî gerek min ew sêkoþeya hesinî ya ku li ser eniya wî ya kesk rûniþtiye bidîta, lê tiþtekî wisa neqewimî, pêk nehat, nizanim belkî çavên min rijiya bûn.
Min gavên xwe lezandin, carekê di heriyê de werdibûm û carekê di nav tozê de dimam.
Gir ji min direviya. Bi cegerdarî ez jî berbi wî ve bazdidam. Ez piçekî likumîm, gundên li derdorê, li nêzî mirina min dixuyan. Ha wa Nûrik li çepî min e û Xirbê Sêrtê li rastî min e, ma gundê Gemo li wir bû? Hindik maye bigihêjimê, raza ye, gir neman, piþtî wê gir neman.


8

Ne evîn ma û ne jî navên jin û yaran man.
Avgîrek e, bi qasî pênc hezar metreyên dukoþe ye.
Dûmaneke spî û tîr jê derdikeve, carna jî dimedima zimanekî skestî yê elmanî ye.
Min xwe avêt nava avgîrê - GIR.
Li ser dengê nalîna hestiyan û zingîna katjimêra ku li ser þeþê sibehê girêdayîbû, ji xew rabûm. Gerek ez rabim xwarina xwe û qehwedanka xwe amade bikim û berê xwe bidim karê xwe. Û di rojê de hetanî bi dawiya wê wenda bibim.
 

 

 

 

 

 

Editor

EHMEDÊ HUSEYNÎ
shevchira@rojava.net

 

 




 

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1