|
Sara Teasdale,
Helbestkareke Jibîrbûyî
Sara(h) Teasdale li St. Louisa
Missouriyê, di 8ê gelawêja 1884an de ji
dayik bû. Bavê wê John Warren Teasdale
di bajêr de karsazekî naskirî bû. Diya
wê Mary Elizabeth Willard Teasdale û
bavê wê, kesên bervekirî û du baptîstên
xwedî mîrateya pûrîtaniya dilsoz bûn.
Sarayê zarokatiya xwe li dûrî
bergirtîbûnê derbas kir. Di nava şert û
mercên “Kelepûra Nazikiyê” ya wê heyamê
de mezin bû.
Heya ciwaniya wê, navê wê yê di nava
malbatê de Sadie bû. Dema ku cara pêşîn
helbesteke xwe da çapkirin, h’ya navê
xwe avêt, navê wê ji wir ve ye wekî Sara
ket binê qeftê.
Ji îngilîzî werger û amadekirin: Kawa
Nemir
Sara(h) Teasdale li St. Louisa
Missouriyê, di 8ê gelawêja 1884an de ji
dayik bû. Bavê wê John Warren Teasdale
di bajêr de karsazekî naskirî bû. Diya
wê Mary Elizabeth Willard Teasdale û
bavê wê, kesên bervekirî û du baptîstên
xwedî mîrateya pûrîtaniya dilsoz bûn.
Sarayê zarokatiya xwe li dûrî
bergirtîbûnê derbas kir. Di nava şert û
mercên “Kelepûra Nazikiyê” ya wê heyamê
de mezin bû.
Heya ciwaniya wê, navê wê yê di nava
malbatê de Sadie bû. Dema ku cara pêşîn
helbesteke xwe da çapkirin, h’ya navê
xwe avêt, navê wê ji wir ve ye wekî Sara
ket binê qeftê.
Heya neh saliya xwe, perwerdehiya xwe ya
seretayî di malê de wergirt. Paşê, li
St. Louisê, di dibistaneke keçan de, ku
kalikê T. S. Eliotê helbestkarê mezin ew
dibistan damezirandibû, dest bi xwendinê
kir. Miriyê pirtûkan bû; gelek
helbestkarên mezin di demeke zû de nas
kir. Heweskareke xwezayê, hûrnêreke
hestên dilê xwe bû. Zêde narîn û
hesttenik bû, gava ku dinya li serî
dihat hev, destê xwe ji derdora xwe
dişûşt. Tesîba bavê xwe dikişand, lewma
jî, di evînê de bi ser nediket. Hewîna
wê nedihat ku mêrek jê re bibêje “na”.
Demekê, ew jî ji dûr ve, ji helbestkarê
bi navê Vachel Lindsay hez kir. Di
1914an de, bi Ernst Filsinger re mêr kir,
lê piştî kurtedemekê hev berdan. Bi
derbasbûna salan re, fikra xwekuştinê û
mirinê, wekî nexweşiyekê pê re peyda bû.
Fêr bû ku wê çawa dezgînên hestên xwe di
seqaya bedew a aram de di destên xwe de
bigirta. Destûra pûrîtaniyê ya pakî û
nepakiyê û çêjwergirtina ku ji
serekaniyên cîhana pûrîtan û yewnan girt,
hiştin ku Sara helbesteke xwedî
paşxaneyeke dewlemend bizeyîne.
Gernameya hestên xwe kir helbest, bû
dilbend ji kêliyên dilê xwe yên nemir re.
Profîla helbesta wê ji risteyên zarokane
dest pê dike, diçe ta dahûrandinên têkel
û ciyawaz. Bi wî awayî, gelekî balkêş e,
helbesta Sara Teasdale helbesteke ew
çend firawan e, ku pireyekê ava dike di
navbera qonaxên wekî Emily Dickinson û
Christina Rossetti û destpêka sedsala
bîstemîn de.
Sara Teasdalea ku dabû ser riya
pêjinkariya Sapphoya yewnan, di 29ê
rêbendana 1933yan de, li mala xwe ya li
bajarê New Yorkê, bi dermana xewê xwe
kuşt.
Ev helbestkara ku îro pir kêm kes qala
wê dikin, bi ya min, gencîneyeke veşartî
ye, zêrê zer e, ku di binê erdê de maye.
Ez dikarim bibêjim, ji bo min kifşeke
bêpayan giranbuha ye.
Çend berhemên wê ev in: Soneyên Ji Duse
Re (1907), Helena Troyî (1911), Çemên
Berî Li Deryayê (1915), Stranên Evînî
(1917), Pêt û Sî (1920), Serkeftina Seyr,
ku pirtûka wê ya dawîn e, gelek kes
dibêjin, Sarayê di vê pirtûka xwe de
pêşbîniya mirina xwe kiriye.
Çend Nimûne Ji Helbestên Sara Teasdaleê:
Ba
Bayek digobile li ser serê giyanê min,
Dibihîsim şev pê ve dike girî û gazî...
Qey li darê dinyayê ji min re xweşî nîn
e
Ji te pê ve bi kesekî re bim?
Tehe, bê ez kirim jîr û zana,
Li ser serê giyanê min ê tazî gobilî...
Li darê dinyayê ji min re xweşî nîn e
Bi te re bim jî.
“Bila Ji Bîr Bibe”
Bila ji bîr bibe, wekî kulîlkekê ji bîr
dibe,
Bila ji bîr bibe wekî agirekî ku demekê
zêr distrand,
Bila heta hetayê ji bîr bibe,
Dem hevaleke piyar e, wê me pîr bike.
Ku yekî pirsî, jê re bibêje, ji bîr bû
Ji zû de, ji mêj ve,
Wekî kulîlkekê, wekî agirekî, wekî pêjna
piyan a bêdeng
Di berfeke ji mêj ve jibîrbûyî de.
Biryana Heyvê
Heyv, bi qasî berahiya perikekî ziravkî
peritî,
Di berbangê de ewr difirin,
Çi xweş e ku biçin jî, ronî êrîşî
roniyan bikin, hê jî
Ronî bidin, bimirin.
Êvar: New York
Toza êvarê ya şîn li ser serê bajarê
min,
Li ser serê zeryaya banan û kokelên
bilind
Ku roniyên pencereyan, bêjimar û bêhesab,
Ji dîwaran dibişkivin wekî kulîlkên ku
hildikişin.
Lê Ne Bo Min
Şeva avrêlê aram û şêrîn e,
Her darekê kulîlk vekirine;
Lê ne bo min.
Hêminiya min di sîngê wî de veşartî ye
Li ciyê ku ez ê çu carî lê nebim;
Îşev evîn tê bo hemû kesên mayîn,
Lê ne bo min.
Payîz
(Parc Monceau)
Pelên biçûk ên li ber bayê mirî,
Pelên zer ên ku li ser ava keskê tarî
hêmin in,
Pal dane Venûsa mermer a li wî kenarî.
Gelo sîng û berê xwe nîşan dide, an
bizav dike ku veşêre?
Ne hêja ye ku mirov bike xemxurî.
Kevaneyên rêzestûnan ên li nêzîkî ava ku
tê de pel belav bûne
Û sîtava wê ji dil te de
Di nava dêza pelan de winda bûne, bêhûde
ne,
Winda ne wekî xewneke di nava xewnan de;
Kevaneyên rêzestûnan ên li nêzîkî ava ku
tê de pel belav bûne,
Xewneke winda, di nava xewnan de.
Peyam
Min qîrînek bihîst bi şev,
Ji hezar mîl wê de hat,
Tûj her wekî çîkeke ronahiyê,
Navê min, navê min!
Ew dengê te bû min bihîst,
Te ez hişyar kirim, ez wilo hewandim...
Li te vedigerînim vê giliyê,
Nas dikim, nas dikim!
Ramûsan
Min hêvî kir ku ew ji min hez bike,
Wî lêvên min ramûsand,
Lê ez wekî çivîkeke girtî me
Ya ku nikare bigihîje başûr.
Her çend dizanim ew ji min hez dike,
Îşev dilê min xeman dikişîne;
Ramûsana wî wisa şahane nebû
Bi qasî hemû xewnên ku min dîtibû.
Rûbar
Ez ji geliyên tav û tavistanê dahatim,
Li deryaya bêbalûpal geriyam,
Ji ber ku min got li bênatiyên wê yên
gewr
Wê aramiya min li min vegere.
Dawiya dawîn hatim zeryayê,
Min dît ku kûvî û reş e,
Min kir haho ji geliyên bêba re,
“Dilovaniyê bikin, min bi paş de hildin!”
Lê belê radana tî avête ser reşayiyê,
Pêlên xwêyê ji min vexwarin,
Eza ku her wekî ava baranê şêrîn bûm
Niha mir im her wekî deryayê.
Strana Avrêlê
Lê lê Darebiyê, dêreyê te yê avrêlê li
te
Nazenîn î tu, diteyisî,
Gelo bi salan e li bala te ye
Hemû xewn û xeyala min?
Bihar wekî bangekê bû ji min re
Ku min nekarî bibersivînim,
Tenêtiyê ez zincîr kiribûm,
Eza ya govendan.
Lê lê Darebiya ku li ber tavê diçirûse,
Belgên xwe xamoş bike, min bibihîse,
Dawiya dawîn dikarim bersîva biharê
bidim,
Evîn li nêzîkî min e!
Ji îngilîzî werger û amadekirin: Kawa
Nemir
ji Kovara W
www.kovaraw.net
|