H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

03 November 2007 13:13

 

 

 

Şeng-Al-ya!

Ehmedê Huseynî

I.

Bo Selîm Bıçûk, em jı Laleşê dihatin, mirin li pey me dihat, ma dihat bîra te?


Şengalya! Şengalya!
Qublenameya kuştarên serberdayî,
nehwirîna çiyayên bêbext
û rexên çurisînê yên xwîna çurisî,
li pey xwe, di deryaçeyên awirvedana Helpçeyên jibîrbûyî de,
di sormija poşmaniyê de bihêle!
Û ji çiyayan re bi zimanê rikê bibêje:
Ger hûn ji pişta bavê min bin, ger bi rastî hûn çiyan bin, hûn dê negirîn!?
Çiyan ji pişta şevistanan û qederan in,
Çiyan nagirîn Şengalya!
Çiyan, bi çavine zelûl,
li destên me yên vala û li poşmaniya sirûdên xwîna me, dinêrin!
Li te dinêrin Şengalya!!
Ku çawan tu pêşgotina xwe bi kêrên berbangê di kevirên mirinê de dikolî!
De bikole!
Û ji Laleşê re bibêje:
Reşgirêdana serdeman, li ser dîwarên belek, bi tayên bendemana spî,
hilawistî bihêle!
Xunava dilê xwe bi kurtepistên spî hişyar bike!
Navên me li ser pencereyên dilê xwe bi Ava kaniya Spî binivîsîne
û bagera sirûdan, xwepêşandana xwedawendan,
keskesora mîrnişîniyan, li pey xwe, di sormija xwînê de bihêle!
Nelezîne Şengalya!
Li bîranînên xwe xwedî derkeve,
nanê xwe ji xwînê zuha bike,
ava xwe ji goristanan daweivîne,
xwe ji serkarwanên tirsê rizgar bike
û çavên xwe yên şîn pêşkêşî rimbazê korahiyê bike!
Ger bi rastî hûn çiya bin, hûn dê negirîn!
Bigirî Şingalya!
Bigirî, daku em û şev,
xewn û agir,
çiya û havîn, di rondikên te de ji dayik bibin…
Bigirî û destên xwe li stêrkên mirî,
li termê hîveronê û li darbesta min rapelîne!
Agirê dilê xwe bi guliyên êgir vemirîne
û sîbera çiyê bi şûrê bendemanê bikuje.
Bigirî û li xwe bigere!
Bigirî û kavilên hişê xwe di himbêza barûdê de bilorîne!

Şengalya!
Me û dûmana gawırane bı lorîkên jı kevıran bılorîne!

II.

Bo Tariq Hemo! Xewnên me, di navbera du Helbçeyan de, zuha dibin?

Şengalya!
Me û dûmana gawirane bi lorîkên ji keviran bilorîne!
Û şînê xwe yê ji girnijînê;
yê ku pesnê xwedawendê meyê dida û gulhinara mirinê bi mizgîniyan dixapand; şînê xwe di dilê min de hînî mehrebanî û destpakiya rengan bike û tembînameya xwe ya derizî bi şînekî dilsoj di şînê de bilorîne!
Li qebqeba rojgaran û nalîna şengebiyên hişê xwe guhdarî bike û ji mêkewên çîrokê nedexise, li gurmîna kevnar a dilê xwe guhdarî bike û qehremanên ji rewrewkê yên dîroka bê qehreman berbi kavilên laşê xwe ve rakişîne!
Paytextên koçberiyê, yeko yeko, di ferhengên êgir de bi nav bike û şevçirayên xwe yên westiyayî radestî sersomiya melevanên deryayê û radestî pênûsên derewîn, partiyên derewîn, serokên derewîn û masiyên derewîn bike yên qedera min û xwe bike!
Li pêşberî hawara min a ji tozê, zarokên xwe yên ji zersosinên evînê berbi rûbarên mirinê ve, bilind bike! Û li pey mirina min, li pey xuşexuşa çequlên darbesta min û li pey ava gunehkar a helbesta min, stirana xwe ya ji barana talanê û ji nijada şewatê û ya ji mohrên zarotiyê bibêje Şengalyayê!
Şengalya!!
Gernameya me dest bi afirandina rengên mirinê dike, em dê li Şingalê, evaran, gizingan, balindeyan, kulîlkan û tovên bişirînê bikujin!
Ma tu ha ji xwe heyî?
Ma tu ha ji min heyî?
Ma tu ha ji Qeşemê heyî?
Ma tu ha ji berbejna siwarên xwe û ji kûfiya dastanbêja sormija xwe heyî?
Ha ji min hebe Şengalyayê!
Min û xwe, li wir, di rûpelên xwînê de ji bîr bike!
Min û xwe, li wir, di bejna sirûda sor de bikole!
Min û xwe di tîra xwe de, di nav rengên mirî yên Şingalê de razîne!
Min heta hetayê razîne
Şengalyayê,
min di neynika dil û di gulava kulên xwe de, wek Derwêşekî sergerdan bilorîne
tu yê min bi asoyên xwe bilorînî!
dilê min veke da tu xwe wek welatekî tê de bibînî!
 

III.
Bo Hoşeng Broka, em dê Çiyayê Şingalê bi not û neh tembînameyên nîvçe rapêçin û darbesta xewnê radestî hibra Şerefnameyê bikin!

Şengalya!
Dilê min di nav destê te de, wek çûkekî, bangî xweşmêrên çiyê û bangî rondikên reşgirêdayî yên nexşeya girêdayî dikir.
Banga min di golên xwînê de digevizî û hawara min di golên bêzariyê de avjenî dikir, banga min pêrgî laşên teze û pêçekên bêguneh, çavşînk û bazbendên temenên bêguneh, çavên şîn ên ola bêguneh û destên aştîxwaz ên pirtûka bêguneh, dibû. Banga min şkestî, têr girî, têr çarşemb û têr matmayîn li min vedigeriya û di sîbera sînorên berbangê de, di velerzîna dîmenên çîrokê de, di duriyanên gernameya eşqa min û te de wenda dibû..
Min li ber serê te buhar û xunava bîranînan radixistin.. Min nav di xwe dida û ji berbiskên te re li awirvedana evîndarekî digeriyam, min baskên lavlavê bi ser pencereyên te de vedigirtin û di himbêza birîna te de diqîriyam: Şengalya! Şengalya!
Pencereyên xwe yên girtî veke, daku keservedanên bendemanê ji ebrûyên te hilweşin!
Pencereyên xwe yên kesk veke daku hespên elindê ji hinavên te û ji henasa belge û bazinên te bibarin û biweşin!
Pencereyên êgir veke û rêçên di navbera min û xwe de bi lorîkên şevistana
sermedê û bi dîlokên sormijê bilorîne!!
Şengalya! Asoyên dastanê bi zengilên poşmaniya me û bi nimêjên darên aramê dilerizin.
Tu ji min ditirsî! tu çavên xwe yên gumandar di tenhatiya min de dadiçikînî û tu qublenameya serbazan, nanê sêwiyan, rimbazên dîrokê û westana êlên çiyê û olên giyê hildibijêrî. Tu kevokên xwe di hêlînên bîranînan de dikujî, tu çavkaniyên xewnê di landikên payîzan û di kuştaran de nîgar dikî û tu ji şevçirayên dilê min û ji serava gotinên min ditirsî!
Tu bawer nakî ku ji dayika xwe û ji Amûda xwe û ji zarokên xwe û ji hevalên xwe û ji morîkên şîn û ji dengvedana xerxarên te hezdikim!
Tu bawer nakî ku bi te re berzûrî textê Xwedê dibim û bi te re nêçîra firişteyan û stêrkên bendemanê dikim.
De jiyanê bi me re dabeş bike û perjanên van goristanan bi hestên xwe yên zarokane bilorîne Şengalyayê!
Ewrên giran ên laşê xwe, kaja xwe ya ji çurisîna bîranînan û şeva xwe ya ji nifiran, bispêre lêbûrîna Edûla serdeman û serê xwe jî hogirî mirin û şkestinên peravên laşê min bike!
Hechecîkên dudil û naveroka şevistanên xwe ji min re bihêle..
Li tenişta min bimîne û Xwedanên xwe, di ferhenga wendayî de, ji min re bi nav bike..
Bigere! Di kavilên bîra xwe ya berbadbûyî de li xwedayê xwe bigere!
Di derzên vê dîmena giyankuj de li têkçûnên min û xwe bigere!
Kulîlkên Poşmaniya min pêşkêşî pêjnên nenas yên qedera min û xwe bike!
Û li zarokan binêre!
Li miriyan binêre!
Li westana firişteyên reşekujiyê binêre!
Li teqîna tovên şevê, li bîna xwînê
û li hêlînên dastana rasteqîne ya di dilê min de, binêre!

IV.
Bo Nizar Agrî! Ramana ku di navbera reş û spî de sorê dastanê hildibijart, aniha berzûrî laşê heyvê û mirina çûkan dibe!

Şengalya! Keviyên kenê xwe pêşkêşî zozanên xewnê bike û sergoma xwe ya ji reşekêlan di bîbikên tenhatiya me de daçikîne, şevên me yên dawîn bi pêjna xwe pîne bike û hemî daristanên tirsê yên sînga xwe berbi sîbera xwedayên xwe ve; Xwedayên ji beybûn û zersosinan, bilind bike. Toza gernameya xwe ji ser lêvên me birevîne û hişê xwe di biyabana hişê me de mohr bike! Berzûrî henasa min û matmayîna xwe bibe û di hêminiya rondikên xwe de, rex û aliyan birêse!
Birêse Şengalyayê! Herçar mirinan bi teşiyên riziyayî yên qederê birêse!
Birêse Şengalyayê! Herçar sînoran di himbêza reşebayê kederê de birêse!

Ya rebî!
Ya rebê deşt û çiyê, bej û giyê, tav û siyê, kaj û biyê, kar û miyê!
Ya rebê ins û cinnan, mêş û gulan, dar û çeman, ba û tavan!
Ya rebê firişte û rûperiyan, neqş û şkeft û balinde û ajel û mûriyan!
Ya rebî!
Tu bi qedrê iz û celal û kemala navê xwe bikî
Tu yê baranê hînî ewran,
Xewê hînî çavan
Gotinê hînî lêvan
Birînê hînî dilan
Giryanê hinî hestan
Darbestan hînî destan
Û Şingalan hînî goristanan bikî!

Ya rebî!... Zêrê berbeyaniyê ji hawara te dipijiqe û gencîneyên talana te bi ser nexşeya sosretê û bi ser fermanên şevistanê de diherike. Li te digerim, li çurisîna mêkewên te û li rengên şewitî yên dîmenên teqîna hişê te digerim.. li pêşberî nepeniyên xwînê û fermana bend û ayetên te dudil dimînim û leşkerên serxweşiya navê te, di kontara çiyayên mirinê de, di başûrê xewnkuj û sergerdan de, bi çavên mîrnişiyan dibînim û li fermana dawîn a rojê digerim!


V.
Çiya ji Girizêr dest bi şînê me dike û li Sîba Şêx Xidir, pirsê, di goristana spî de vedişêre!

Li te digerim Şengalyayê!
Di xwîna te de li sîberên pûngê
Di nalîna te de li wateyên gernameyê
Di lêvên te de li bişirîna dawîn a heyvê
Di baskên te de li pencereyên Helebçeyê
Di çavên te de jî, li ewrên xelmaşbûyî yên bîranînê
li bendergehên tenhatiya te
û li dilê newêrek ê çiyayê xwe digerim!
Lê bi tenê, tirsa te û esmanekî mirî dibînim,
Bi tenê, pirsa rondikên te û asoyekî kuştî dibînim,
Bi tenê, bilûra te ya ji lerzê û ava çarenûsê di pirtûka te de dibînim,
Bi tenê bêdengiya te û bazbendên keservedana te dibînim!

Şengalya!
Li wêneyên xwe binêre û ji mirovan têr bibe..
Li koçberiya xwe binêre û ji zarok û balindeyan têr bibe
Li balgehên xwe binêre û neqşên destê xwe têr bibe
Li barana xwe ya xemgîn binêre û ji keskesora êşa xwe têr bibe
Li dayikên xwe yên reşgirêdayî binêre
û ji dûman û ji gera hechecîkan têr bibe,
li min binêre û ji xaç û goristanên dilê min têr bibe!
Li min binêre û ji kêl û şewat û ji xweşmêrên ku di xwîna min de dijîn û xwîna min de dimirin, têr bibe!
Li zilamên xwe yên ji keskê narîn û li kavilên tavsorka xewna xwe binêre
Binêre Şengalya min!
Binêre Şengalçeya min!
Binêre Helebçeya min!
Binêre ku çawan sorgulên te, darbestên payîzê bi lawik û dîlokan dixemilînin
Ku çawan demsalên fermanê di çîrokên sormijê de dizingînin
Ku çawan rîhana destê te bi kêra şevê dikujin
Ku çawan dîmenên lajiwerdî yên govenda giyanê te,
Pêxemberên ji qûmê û şûrên poşmaniyê bi ser te de dirijin
Lê tu dizanî ku li te digerim Şengalyayê!
Tu dizanî ku li çurîskên kenê te û li pinpinîkên sînorên te
Û li pêlên lorîka te digerim!
Bi destê min bigire
Min hînî çûyîna ber bi laleşan ve bike!
Min hînî xwe bike
Xwe jî hînî çirayên şkestî û berbangên mirî bike!


VI

Bo herdû kevirên biratiyê yên ko Dewrêşê Evdî û Eferê Geysî ew di bîra Şingalê de bi dilsojiyê kolandin!!

Şengalyayê!
Min hînî reşgirêdana peyvan û bêzariya nexşeyên welatan bike û ji Olempa kuştarên xwe berbi fermana xwedawendên min ve sernişîv bibe!
Troyayê şanî daholên mikurhatinê bike!
Îsakayê şanî rêçên vegerê bike
û dilopên xwîna xwe li ber destê rojê, li kontarên Qerejdaxa şewitî, li ser lêvên zuha yên Dewrêşê Ebdî raxîne!
Di paş ewrên te de, pirtûka koçberiya pêxemberan vedişêrim û di maka te ya ji keskekî bêdeng de, çîrokan bi êzingên talanê gur dikim û ji nû ve, wek mirîdekî şeyda, rondikên xwe li ber pencereyên dilê te, li pey xwe , di agirdanka çavên Edûlê de dihêlim.
Ji xwe were,
Ji mirintirîn mirin were!
Ji êşên jiyanê û ji dudiliya zindiyan were
Ji evînê were û dilê min bi vegera xwe neêşîne!
Li wir binêre ku çawan rimên xwe li pêşberî tenhatiya te vediweşînin û berbiskên te di nav destmalên gulavî de, di kûrahiyên xewnên xwe de vedişêrin.
Li te dinêre, rondikên te berbi sînoran ve direvin, metirsiya te di bin keviran de şîn dibe, aşiqên te rexên bêveger hildibijêrin û di kêlîkên giyankuj ên oxirê de, bi tenê ji te re dibêjin û li deştên xatirxwestinê diqîrin:
Şengalyayê!
Şengalyayê!
Şengalyayê!
Em kilê çavê te ne!!!
Li asoyan binêre û di neynika dilê şervanan de, dilê xwe yê ji bendemanê bibîne..
navên xweşmêrên sirûda xwe, yeko yeko, li ser kevirên spî yên Şingala spî bikole û min li ber serê xwe, findeke ebedî vêxîne.


VII

Bo dilê te: Şengê!

Şenglayayê!
Xwîna min ji dengê te diherike,
Li ser sînga te pirtûkên xatirxwestina xwe dişewitînim
Û di mirina te de, xwe hînî keskesora çiyê û tenhatiya zimanê xwe dikim..
Tîrên dengê xwe berbi kûrahiya kevanên xewna min ve veweşîne
Û welatên ji sormij û pêxwasan di ferhenga êvara min de bilorîne!
Li bilûrên xwe binêre!
Li govendgerên xwe binêre!
Kêlîkên xwe, pasvanên xwe,
Çîrokên xwe,
Koçberên xwe û seqema xwîna xwe zeft bike û di bêdengoya çiyê de,
Di dilê min de wenda bibe!!!
Wenda bibe Şingalyayê!
Pişta xwe bide govendger û sirûdan
Û tîr û kevanê min di sînga xwe de ji bîr neke!
Birûska xwe di banga min de daçikîne, di şaneyên çiyê de bihêwire
û tava rojê, bi destên xwe bilind bike!
Ji ronahiyê re bibêje roj baş!
Ji Şingalê re bibêje roj baş!
Ji rojê re bibêje roj baş!
Û min,
Û destên xwe
Nimêja xwe,
Birîna xwe,
Dayikên xwe,
Bêdengiya mirina xwe
Di hawarên çiyê de ji bîr bike!
Şengalyayê
Li min binêre,
Giryana min li ber bahoza çavên xwe bidêre…!
Û Ji min re bibêje:
Şevistan e..
Goristan e…
Kurdistan e…
Û bi tenê sîberên mirinê di ximava peyvê de
Li pey darbesta min bihêle!

dawî




alanocano@hotmail.com

 

 

 

 

                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Vegere ...

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1