H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

22 September 2007 11:52

 

 

 

Şeng-Al-ya!

Ehmedê Huseynî

I.

Bo Selîm Bıçûk, em jı Laleşê dihatin, mirin li pey me dihat, ma dihat bîra te?


Şengalya! Şengalya!
Qublenameya kuştarên serberdayî,
nehwirîna çiyayên bêbext
û rexên çurisînê yên xwîna çurisî,
li pey xwe, di deryaçeyên awirvedana Helpçeyên jibîrbûyî de,
di sormija poşmaniyê de bihêle!
Û ji çiyayan re bi zimanê rikê bibêje:
Ger hûn ji pişta bavê min bin, ger bi rastî hûn çiyan bin, hûn dê negirîn!?
Çiyan ji pişta şevistanan û qederan in,
Çiyan nagirîn Şengalya!
Çiyan, bi çavine zelûl,
li destên me yên vala û li poşmaniya sirûdên xwîna me, dinêrin!
Li te dinêrin Şengalya!!
Ku çawan tu pêşgotina xwe bi kêrên berbangê di kevirên mirinê de dikolî!
De bikole!
Û ji Laleşê re bibêje:
Reşgirêdana serdeman, li ser dîwarên belek, bi tayên bendemana spî,
hilawistî bihêle!
Xunava dilê xwe bi kurtepistên spî hişyar bike!
Navên me li ser pencereyên dilê xwe bi Ava kaniya Spî binivîsîne
û bagera sirûdan, xwepêşandana xwedawendan,
keskesora mîrnişîniyan, li pey xwe, di sormija xwînê de bihêle!
Nelezîne Şengalya!
Li bîranînên xwe xwedî derkeve,
nanê xwe ji xwînê zuha bike,
ava xwe ji goristanan daweivîne,
xwe ji serkarwanên tirsê rizgar bike
û çavên xwe yên şîn pêşkêşî rimbazê korahiyê bike!
Ger bi rastî hûn çiya bin, hûn dê negirîn!
Bigirî Şingalya!
Bigirî, daku em û şev,
xewn û agir,
çiya û havîn, di rondikên te de ji dayik bibin…
Bigirî û destên xwe li stêrkên mirî,
li termê hîveronê û li darbesta min rapelîne!
Agirê dilê xwe bi guliyên êgir vemirîne
û sîbera çiyê bi şûrê bendemanê bikuje.
Bigirî û li xwe bigere!
Bigirî û kavilên hişê xwe di himbêza barûdê de bilorîne!

Şengalya!
Me û dûmana gawırane bı lorîkên jı kevıran bılorîne!

II.

Bo Tariq Hemo! Xewnên me, di navbera du Helbçeyan de, zuha dibin?

Şengalya!
Me û dûmana gawirane bi lorîkên ji keviran bilorîne!
Û şînê xwe yê ji girnijînê;
yê ku pesnê xwedawendê meyê dida û gulhinara mirinê bi mizgîniyan dixapand; şînê xwe di dilê min de hînî mehrebanî û destpakiya rengan bike û tembînameya xwe ya derizî bi şînekî dilsoj di şînê de bilorîne!
Li qebqeba rojgaran û nalîna şengebiyên hişê xwe guhdarî bike û ji mêkewên çîrokê nedexise, li gurmîna kevnar a dilê xwe guhdarî bike û qehremanên ji rewrewkê yên dîroka bê qehreman berbi kavilên laşê xwe ve rakişîne!
Paytextên koçberiyê, yeko yeko, di ferhengên êgir de bi nav bike û şevçirayên xwe yên westiyayî radestî sersomiya melevanên deryayê û radestî pênûsên derewîn, partiyên derewîn, serokên derewîn û masiyên derewîn bike yên qedera min û xwe bike!
Li pêşberî hawara min a ji tozê, zarokên xwe yên ji zersosinên evînê berbi rûbarên mirinê ve, bilind bike! Û li pey mirina min, li pey xuşexuşa çequlên darbesta min û li pey ava gunehkar a helbesta min, stirana xwe ya ji barana talanê û ji nijada şewatê û ya ji mohrên zarotiyê bibêje Şengalyayê!
Şengalya!!
Gernameya me dest bi afirandina rengên mirinê dike, em dê li Şingalê, evaran, gizingan, balindeyan, kulîlkan û tovên bişirînê bikujin!
Ma tu ha ji xwe heyî?
Ma tu ha ji min heyî?
Ma tu ha ji Qeşemê heyî?
Ma tu ha ji berbejna siwarên xwe û ji kûfiya dastanbêja sormija xwe heyî?
Ha ji min hebe Şengalyayê!
Min û xwe, li wir, di rûpelên xwînê de ji bîr bike!
Min û xwe, li wir, di bejna sirûda sor de bikole!
Min û xwe di tîra xwe de, di nav rengên mirî yên Şingalê de razîne!
Min heta hetayê razîne
Şengalyayê,
min di neynika dil û di gulava kulên xwe de, wek Derwêşekî sergerdan bilorîne
tu yê min bi asoyên xwe bilorînî!
dilê min veke da tu xwe wek welatekî tê de bibînî!
 

III.

Bo Hoşeng Broka, em dê Çiyayê Şingalê bi not û neh tembînameyên nîvçe rapêçin û darbesta xewnê radestî hibra Şerefnameyê bikin!

Şengalya!
Dilê min di nav destê te de, wek çûkekî, bangî xweşmêrên çiyê û bangî rondikên reşgirêdayî yên nexşeya girêdayî dikir.
Banga min di golên xwînê de digevizî û hawara min di golên bêzariyê de avjenî dikir, banga min pêrgî laşên teze û pêçekên bêguneh, çavşînk û bazbendên temenên bêguneh, çavên şîn ên ola bêguneh û destên aştîxwaz ên pirtûka bêguneh, dibû. Banga min şkestî, têr girî, têr çarşemb û têr matmayîn li min vedigeriya û di sîbera sînorên berbangê de, di velerzîna dîmenên çîrokê de, di duriyanên gernameya eşqa min û te de wenda dibû..
Min li ber serê te buhar û xunava bîranînan radixistin.. Min nav di xwe dida û ji berbiskên te re li awirvedana evîndarekî digeriyam, min baskên lavlavê bi ser pencereyên te de vedigirtin û di himbêza birîna te de diqîriyam: Şengalya! Şengalya!
Pencereyên xwe yên girtî veke, daku keservedanên bendemanê ji ebrûyên te hilweşin!
Pencereyên xwe yên kesk veke daku hespên elindê ji hinavên te û ji henasa belge û bazinên te bibarin û biweşin!
Pencereyên êgir veke û rêçên di navbera min û xwe de bi lorîkên şevistana
sermedê û bi dîlokên sormijê bilorîne!!
Şengalya! Asoyên dastanê bi zengilên poşmaniya me û bi nimêjên darên aramê dilerizin.
Tu ji min ditirsî! tu çavên xwe yên gumandar di tenhatiya min de dadiçikînî û tu qublenameya serbazan, nanê sêwiyan, rimbazên dîrokê û westana êlên çiyê û olên giyê hildibijêrî. Tu kevokên xwe di hêlînên bîranînan de dikujî, tu çavkaniyên xewnê di landikên payîzan û di kuştaran de nîgar dikî û tu ji şevçirayên dilê min û ji serava gotinên min ditirsî!
Tu bawer nakî ku ji dayika xwe û ji Amûda xwe û ji zarokên xwe û ji hevalên xwe û ji morîkên şîn û ji dengvedana xerxarên te hezdikim!
Tu bawer nakî ku bi te re berzûrî textê Xwedê dibim û bi te re nêçîra firişteyan û stêrkên bendemanê dikim.
De jiyanê bi me re dabeş bike û perjanên van goristanan bi hestên xwe yên zarokane bilorîne Şengalyayê!
Ewrên giran ên laşê xwe, kaja xwe ya ji çurisîna bîranînan û şeva xwe ya ji nifiran, bispêre lêbûrîna Edûla serdeman û serê xwe jî hogirî mirin û şkestinên peravên laşê min bike!
Hechecîkên dudil û naveroka şevistanên xwe ji min re bihêle..
Li tenişta min bimîne û Xwedanên xwe, di ferhenga wendayî de, ji min re bi nav bike..
Bigere! Di kavilên bîra xwe ya berbadbûyî de li xwedayê xwe bigere!
Di derzên vê dîmena giyankuj de li têkçûnên min û xwe bigere!
Kulîlkên Poşmaniya min pêşkêşî pêjnên nenas yên qedera min û xwe bike!
Û li zarokan binêre!
Li miriyan binêre!
Li westana firişteyên reşekujiyê binêre!
Li teqîna tovên şevê, li bîna xwînê
û li hêlînên dastana rasteqîne ya di dilê min de, binêre!

 

 

 

 

                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Vegere ...

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1