|
Hindek nivîskar
û rojnamevanên
kurd ên li
Ewropayê, di
sazî, partî,
rêxistin û
dezgehên
ewropiyan de
dixebitin.
Hindek ji wan
zanko û
xwendexaneyên
bilind bi
zimanên ingilîzî,
swêdî, elmanî û
fransî xwendine.
Ango zimanê wan
ê xwendinê ji
kurmancî bi
hêztir û
dewlemendtir e.
Gelo çima
nikarin bi wan
zimanan
binivîsînin û
pirsa kurd bi
wan zimanan
pêşkêşî
ewropiyan bikin,
di gel ku di
cîhana
nivîsandin û
ragihandinê de,
li Ewropayê, em
pêrgî gelek
kesên yewnanî,
tirk, ereb û
faris tên ku bi
zimanên
ewropiyan
dinivîsînin û
gelek ji wan jî
navdar û naskirî
ne?
Ma rexnegiriya
ku îro li
berdest e,
hetanî aniha,
xwe ji
çarçeweyên
pesindayîn û
devavêtinê
rizgar kiriye an
na? Dema ku di
cihana
nivîsandinê de,
bi giştî,
rexneya ku
derbasî kûrahiya
nivîsandinê bibe,
tune be, sedemên
tunebûnê çi ne?
Gelo sûcê zimanê
me ye yan sûcê
kesên ku
danûstendinê bi
zimên re dikin
e? Gelo rexneya
ku îro di
kurmanciyê de
heye, ta kîjan
astê di hundirê
ziman û kultûra
serdestan de
perwerde bûye û
gelo ew
serencama
hînbûna zimanê
dagîrkeran e? Ma
pêwist e ku
rexneya me ji ya
xelkê cihê be,
ango çêja xwe,
rengê xwe,
kesayetiya xwe,
zimanê xwe,
çarçeweyên xwe û
alavên xwe yên
derbirînê hebe?
Ma bi rastî
xwendevanê
kurmancî heye
yan em xwe bi vê
”heye” dixapînin
daku em
bahaneyekê ji
nivîsandina xwe
re bibînin? Gelo
ji derveyî kesên
ku bi kurmancî
dinivîsînin, kî
bi kurmancî
dixwîne? Dema ku
bixwîne jî, çima
bi kurmancî
dixwîne, çêjê ji
berhemên me
werdigire yan na?
Bi xwendina
berhemên me
dikare asoyên
xwe yên
têgihiştinê
berfirehtir
bike;
têgihiştina
hebûnê, gerdûnê,
têgihiştina
asteng û
pirsgirêkên
jiyana xwe û
jiyana derûdora
xwe?
Ta kîjan radeyê
rewşenbîrê kurd
li gorî hindek
pîvan, merc,
çemk (mefhûm) û
baweriyên
naskirî yên
afirandin û
dahênanê, di
berhemên xwe de
berbi hundirê
xwe ve diçe, xwe
nas dike, xwe
zeft dike û
digihêje hindek
encamên ku
girêdayî
jikuhatina wî
bin, da ew
hundir bikaribe
hindek asoyên
din jî, yên
pirshilgir, li
ber wî veke.
Dema ku ez asta
nivîsandina xwe
nizanibim, bê
guman ez dê
nikaribim
beşdarî
destnîşankirina
asta wêje û
çanda kurdî bi
giştî bibim. Ez
dê nikaribim bi
şêwaz û alavine
nûjen derbarê
hebûn û nebûna
wê çandê
bipeyivim û
sîmayên
nasnameya xwe ya
takekesî û
gelemperî, di
naveroka wê
kultûrê de, li
qelem bidim.
Hetanî kîjan
radeyê nivîskar
û rewşenbîrê
kurd dikare bi
cegerdarî li xwe
mikur were û
pirsên tirsnak,
dîmenên şêlû û
xalên lawaz ên
çanda xwe dest
nîşan bike?
Di warên
parastina nirxên
civatê û
rehdaçikandina
wateyên berfireh
û mirovane yên
nasnameyê,
nivîskar û
rewşenbîrên kurd
hetanî kîjan
radeyê bi hişekî
dîrokî û bi
helwesteke
şaristanî
beşdarî
ronîkirin û
dewlemendkirina
hizir û
têgihiştina
mirovê kurd
dibin û hetanî
kîjan astê xwe
wek pasvanên
ragihandina
rasteqîniyê
dibînin; li vir,
dixwazim pirsê
hinekî zelaltir
bikim, ger ne ji
zimanê erebî,
tirkî û farisî
bana, dê
rewşenbîrê kurd
çawan xwe û
dîroka xwe û
wateyên nasname
û taybetmendiyên
xwe yên neteweyî
nas bikirana?
Gelo iro
rewsenbîrekî
kurd heye ku
ziman û
zaravayên xwe,
dîrok û kelepora
xwe, edebiyata
xwe, welat û
cografya xwe ji
yên tirk û ereb
û farisan baştir
bizanibe?
Di warê
letletkirina
hest û baweriyan
de, di gurkirina
cudahî û
nakokiyan de,
rewşenbîrê kurd,
îro roj, hetanî
kîjan radeyê
kelem û astengan
li pêş geşbûna
hizra neteweyî
datîne û hetanî
kîjan pileyê
dikare bibe
hoker û piştgirê
şerê birakujî û
berdevkê hêzên
siyasî. Gelo
rewşenbîrekî ku
xwe di ser partî
û hêzan re
bibîne û
bikaribe ji me
re teoriyeke
kurdewarane di
naveroka hizra
neteweyî de –derveyî
endametiya filan
an bêvan
rexistinê,
derveyî êl û ola
xwe, binemal û
gund û bajarê
xwe, beş û
devoka xwe,
zarav û parçeyê
xwe, rêxistin û
grûpa xwe-
pêşkêş bike,
dikare di vê
qonaxê de peyda
bibe yan ne?
Gelo kengî dê
rewşenbîrê kurd
bi erkê xwe yê
rasteqîne û
dîrokî rabibe:
Li dijî
desthilatê
parastina nirxên
civakî û ji ya
hemûyan pîroztir
parastina mafên
hemwelatiyê, hem
wek civat û hem
jî wek takekes?
|