|
Stemkariya
nimûnedar,
nezanî û
nexwendewariya
req û wêranker,
hejarî û
perîşaniya
gawirane,
binpêkirina
sîmayên
kesayetiyê û
talankirina
taybetmendiyên
neteweyî,
dabeşkirina
kotekane ya laş
û giyanê me yê
dîrokî û
hewldanên
rêbazane û
berhemdar ên
tunekirin û
jiholêrakirina
mercên xwezayî
yên bûneweriya
mirovê kurd, hem
berdewam dikin û
hem jî bi demê
re, kûrtir û
serencamên wan
ronaktir dibin.
Îcar, eger li
bin siya dîmena
jorîn û di
hundirê vê êşa
mezin a ku
çarenivîsa me tê
de dijî de; eger
rewşenbîrê kurd
nikaribe bibe
wijdanê civak û
komeleya xwe, dê
li hêviya kîjan
barûdoxan bimîne
da ku dest bi
rola xwe bike û
beşdarî
afirandina zanîn
û hişyarî û
ronîkirina rêçên
ku ber bi
azadiya ve diçin,
bibe?
Ji derveyî vê
beşdariya ku, di
bingeha xwe de,
erkên asa û
rolên xwezayî
yên rewşanbîran
in; ez dixwazim
li pirsyarî û li
pirsa
pirsafirandinê
bipirsim,
dixwazim pirsa
gotara
rewşenbîrî,
pirsên mayîn û
nemana vî zimanî,
vê nasnameyê,
kelpûrê,
taybetmendiyên
dîrokî, pirsên
xewn û xwînê
çima nayên kirin
û çima wek
çarçoveyine
teorî bo gengeşe
û gufûgoyê nayên
pêşkêşkirin?
Pirsên ku
mirovan nû bikin,
mirovan ber bi
têramandin û
hizirînê ve dehf
bidin, pirsên ku
baweriya mirovan
bi civak,
kesayetî,
paşeroj û
pêşeroj û
nasnameya wan
bînin, ka li ku
ne? Û sertaca
wan pirsan jî
pirsa ku cihê
rewşenbîran di
nexşeya xebat û
berxwedan û
têkoşîna
neteweyî de li
ku ye? Gelo
pêwêst e yê
rewşenbîr li
kolanan û
çiyayan û di nav
xelkê û cemawer
de be da ku
pêşengî û
serkêşiya wî
bike, yan jî
rola wî ew e ku
pirtûkan çap
bike, kovaran
biweşîne,
malperan ava
bike, piştgiriya
vê rêxistinê û
dijminatiya ya
din bike, li
mala xwe, bi
hêminî bijî û bi
hêminî helbest û
çîrok û romanên
xwe binivîsîne?
Ma gelo dema ku
dinivîsîne, kî
berhemên wî
dixwîne û
naveroka wan
berheman çend
kurdan perwerde
dike?
Îro dema ku em
behsa rewşenbîrê
kurd dikin, gelo
ji bilî helwesta
wî ya siyasî û
lawaziya wî ya
di beşdarî û di
geşkirina gotara
rewşenbîrî de,
radestiya wî ya
rehagir li
pêşberî
afirandin û
bercestekirin û
destnîşankirina
naverok û kakil
û nirxên giyanî
yên nasnameya
neteweyî,
tiştekî din tê
bîra mirovan an
na? Gelo
rewşenbîrê kurd
ê ku peyam û
felsefeya
xwenasînê, yê ku
hêzeke ramanî ji
bo parastin û
rehdaçikandina
rastiyê
biafirîne, yê ku
berjewendiyên
xwe di hundirê
berjewendiyên
çarenûsa giştî
ya neteweyê de
dibîne, li ku
ye?
Ger nivîskarê ku
îro bi kurmancî
dinivîsîne, bi
zimanê xwe
xwendiba, dê di
vê asta ramanî,
hişyarî,
rewşenbîrî de
bûya yan na?
Gelo em dikarin
bibêjin ku
sedemên bingehîn
ên tunebûna
gotara
rewşenbîrî,
perwerdeyiya me
ya bi zimanên
dagîrkeran e?
Gelo, hetanî vê
kêlîkê, deqek,
têkstek,
lêkolînek,
felsefeyek ji ya
Xanî wêdetir di
çarçove û
naveroka hizra
neteweyî de, li
berdest heye yan
na?
Bêguman e, hemû
nivîskarên ku
îro bi kurmancî
dinivîsînin,
zimanê wan ê
perwerdeyî û
xwendinê ne
kurmancî ye. Her
wisa xwendina
wan a rojane jî
(pirtûk, kovar,
rojname, malper)
bi zimanên tirkî,
farisî û erebî
ne. Ango zimanê
têramandin û
hizirîna hemû
nivîskarên
kurmanciyê ne
kurmancî ye.
Gelo nivîskarên
ku îro bi
kurmancî
dinivîsînin
hetanî kîjan
radeyê dikarin
di zimanê tirkî,
farisî û erebî
de nivîskar bin?
Li vir, pirsa
nivîsandina bi
kurmancî, dikeve
çarçoveya
keysperestiyê
yan na? Dikeve
çarçoveya
xwexapandinê yan
na? Dikeve
çarçoveya
bêxwedîbûn û
rexnenebûn û
lawaziya zimên
yan jî dikeve
çarçoveya
tunebûna
behremendî û
qabiliyeta kesên
ku bi kurmanciyê
mijûl dibin?
|