|
Wek ku çawan
xewn û mebest û
eger û aramanc û
çarenivîs û
gernameya jiyanê,
wisa jî, pirsên
bindest û
serdestan ji hev
cuda û cihêwaz
in. Lê
malkambaxî û
sosreta me ya
herî dijwar ew e
ku em nikarin
pirsên
bindestiya xwe
biafirînin.
Pirsên ku em
bikaribin bi
alîkariya wan li
xwe bipirsin, li
xwe bigerin, xwe
bixwînin, xwe
şirove bikin û
xwe bibînin.
Gelo hetanî
kîjan serdemê em
dê wisa
têbikoşin,
bixebitin,
biwestin û
pîkolê bikin
daku em xwe
pêtir
bişibihînin
serdestên xwe?
Bi kurtî, pêwist
e her kes
bizanibe, di
serî de jî
nivîskar û
rewşenbîrê kurd,
ku îro roj, em
hewcedarî
afirandina
pirsên bindestan
in. Pirsên
kuştina ziman,
bişaftina
nasnameyê,
qirkirina
taybetmendiyên
hiş û kesayetiyê,
şûştina mêjî û
zuhakirina
hestan, ango
pirsên ku bişên
wateya sînoran
hilgirin,
dabeşkirina
giyanan
ragihînin,
pêdarî û bergirî
û xweragirtinê
di jiyana me de
daçikînin.
Felsefeya
bindestiyê
dibêje ku:
Hetanî kêlîka
dagîrkeriyê(Colonialism
moment) berdewam
be, pêwist e
bindest ha ji
pirsên xwe hebin!
Sibê zarok û
ciwanên kurd dê
berên xwe bidin
dibistan û
zankoyan da hînî
tirkî, erebî û
farisî
bibin.Kêlîka
dagîkeriyê(Colonialism
moment)
Aniha zarok û
ciwanên kurd
berên xwe didin
dibistan û
zankoyan da hînî
kurdî bibin.
Kêlîka
azadiyê(Freedom
moment).
Kêlîka
rewşenbîriyê jî
ew e ku
rewşenbîrên kurd,
pirsên dagîrbûna
xwe zeftbikin û
xwe ji çeşnê
dagîrkerê xwe
rizgar bikin.
Piraniya caran,
dema ku em der
barê çand, wêje,
berhem, helbest
û der barê
dîmena
nivîsandina bi
kurmancî
dipeyivin û der
barê diyatde,
rûdan û bûyeran
dinivîsînin û
hizrên xwe
pêşkêş dikin, em
di cih de,
hişyariya xwe,
zanîna xwe,
kultûra xwe ya
serdemên buhujîn
û asîmilasyonê
ron û eşkere û
pir bi asayî û
hêsanî
radigihînin. Em
ji paşxaneya xwe
û ji çavkaniyên
zimanê hînbûna
xwe dest pê
dikin û berbi
cîhana
kurmanciyê ve
dadibezin.
Îro dema ku
mirov berhemên
kurmancî dixwîne,
mirov di cih de,
di şêwazê
derbirînê de, di
awayên ristin û
avakirina
hevokan de, di
hunera darijtin
û vehûnanê de,
mirov kartêkirin
û bandora
zimanên tirkî,
erebî û farisî
di cih de
nasdike û di cih
de jî dizane ku
nivîskarê
berhemê şagird û
serencama kîjan
dibistan, kultûr
û zimanî ye.
Dema ku zarok ji
dayik dibe,
hêzeke xweber a
taybet di
hundirê wî de ji
boyî hînbûna
zimên, heye. Di
temenê zarotiyê
de; ew hêz, di
navbera meha
yekê û sala
pêncê de, dest
bi çalakiya xwe
dike û piştre
hêdî hêdî lawaz
û wenda
dibe(Chomsky).
Li gorî lêkolîn
û teoriyên nûjen
ên derûnasiya
zimên(language`s
Psychology), di
çêkirin û
damezirandina
raman, hizir,
bîr û boçûn,
hest û nest,
nîgaş û xeyala
zarokî de, rola
zimanê hînbûn û
dibistanê, rola
herî bingehîn û
serekî ye.
Nivîskarên ku
îro bi kurmancî
dinivîsînin, bi
giştî, bi zimanê
xwe yê ku pêwist
bû pê perwerde
bibana û pê
binivîandana,
nexwendine.
Kurmanciya ku
îro em pê
dinivîsînin, ne
ya dibistanê ye
û nej î berhema
perwerdeyiyeke
rêkûpêk,
rêbazane,
sistematîk e, ji
malê, ji kolanê
hatiye wergirtin
û serencama
xwendina çend
pirtûkan ne.
Gelo dema ku em
behsa
nivîsandina bi
kurmancî dikin,
em dikarin vê
pirsê ji xwe
bikin: ma
dahênan û
afirandina
rasteqîne, wate
kûr, aso
berfireh û ziman
dewlemend bi
zimanê wergirtî
çêdibe yan na?
Ger erê be, gelo
ji bilî kurmancî
nimûneyeke din
heye yan na?
Gelo em dikarin
di vî warî de
behsa Baskên
Spanyayê û
Brîtonên
Fransayê bikin
an?
Gelo, ger rojekê
ji rojan,
kurmancî serbest
û azad bibe,
miletê kurd bi
zimanê xwe
perwerde û mezin
bibe, mêjî û
hestên wî bi
zimanê wî
damezirin, dê
berhemên ku îro
hene,
nivîsandina ku
îro heye,
kurmanciya ku
îro bi erebi û
tirkî û farisî
tê nivîsandin,
dê bikaribe
mirovekî
perwerde bike û
wî hînî alozî,
kêşe, arîşe,
pirsgirêk û
mijarên jiyan û
mirin û hebûn û
nebûnê bike an?
|