|
Dema em bi
hişekî dîrokî,
bi alavine
zanistî, ango bi
vekolînek e
hişyariyane,
berbi kûrahî û
naxên kurmanciyê
ve sernişîv
bibin; li
pêşberî rewş û
pêvajoya wê,
piraliya
gîrûgiriftên wê,
pirjimariya
mirin û jiyanên
wê rawestin,
bareyên pêşeroj
û aniha û
belkoyên(ihtîmalên)
paşeroja wê
destnîşan bikin,
têgeh û qonax û
hêz û şiyanên wê
yên eşkere û
veşartî,
çavkanî, jêder û
gencîneyên wê
zeft, berçav û
berhest bikin,
bê guman e, em
dê bi hêsanî
pêrgî dîmenên
ronak û zelal ên
serdemên
qedexekirina
berdewam,
jiholêrakirina
plankriî; ya bi
rêbaz û bername
, binpêkirina
hovane û
mebestdar,
çewisandin û
kuştin û
zuhakirina hest
û nest û xeyal û
mîkanîzma
berhemdayîna
mêjiyê xwe,
bibin. Bi tenê,
em dê li bin
siya vê dîmenê,
li bin sîwaneya
vê pêrgîhatinê,
em dê rewşa xwe
û awayên
têramandin û
hizirîna xwe
bibînin û em dê
bi wê dîtinê re,
hewl bidin an jî
dest pê bikin û
pirsên xwe yên
çarenûsane û
tirsnak, astên
têgihiştina
bûnewerî û
hebûnên xwe û
astên
têgihiştina
cîhan û bizav û
guherînên
derûdora xwe û
çarçeweyên teorî
bo revakirin û
ronîkirin û
şirovekirin û
çareserkirin û
bersivdayîna
pirsên
hilawistî,
felsefeyên
hilawistî û
pêdiviyên
derengmayî yên
beşdarî û li
xwemukurhatina
rewşenbîriya xwe
ya hilawistî,
biafirînin,
pêşkêş bikin û
bi cegerdarî li
qelem bidin.
Bareya(haleta)
ne gengaz, ne
hişmendane, ya
ku mirovan di vê
qonaxa
kurmanciyê de,
mat û sergêj
dike, ku mirov
nikare
bipejirîne,
bawer bike û
çareyeke berhiş
û bingeh û
pîvaneke
rasteqîne jê re
bibîne, bareya
kesên ku bi
kurmancî
naxwînin, najîn,
hest nakin,
naêşin, lê bi
kurmancî
dinivîsînin û ji
bilî bi kurmancî
jî, di gel ku
erebî, tirkî û
farisiya wan ji
kurmanciya wan
baştir e, ne
dizanin, ne jî
diwêrin û ne jî
beşdarî bizava
nivîsandina bi
wan zimanan
dibin.
Gelo bi rastî,
îro roj,
kurmancî
gihiştiye wê
astê; asta her
kesê ku bixwaze,
dikare bi
hêsanî, bêyî
berpirsiyek e
sincî-exlaqî,
civakî û
wijdanî, dikare
zimanê xwe yê
sade û hejar,
xeyal û nîgaşa
xwe ya zuha û
lawaz,
behremendiya xwe
ya ku tune ye,
bi tenê di
cîhana
nivîsandina bi
kurmancî de,
bikarbîne û
ragihîne?
Mebesta min bi
vê bareyê, ne ew
kes in ên ku
hewl didin
helbestekê,
çîrokekê,
pexşanekê bi
kurdî
binivîsînin û
roj li pey rojê,
xwe hêzdartir
dikin û berbi
asoyên
kurmanciyê ve,
bi biryar û bi
dilsojî
difirin(jixwe
pêwist e em wan
li nivîsandina
kurmanciyê
germtir bikin).
Nexêr, mebesta
min ew kes
in(xwe ji min
baştir nas
dikin!) yên ku
helbestekê, qaşo
bi kurmancî
dinivîsînin, lê
dema ku mirov
dixwîne, mirov
di cih de dibîne
ku çawan hevok
bi hevok, pêşî,
bi erebî, tirkî
û farisî, di
hişê xwe de ava
kiriye û paşê
wergerandiye
kurmanciyeke ku
dilxelîn û
verêşana mirovan
tîne! Dema ku
mirov wê
helbestê
vedigerîne koka
wê ya erebî,
tirkî û farisî,
helbestek e
bêwate, bêçêj,
bêamaj, bêgiyan
û kelê,
helbesteke di
asta hewldanên
seretayî de yên
nivîsandina
helbestê ya
şagirdên
dibistana
navîn-yên wan
zimanan-
derdiçe.
Dijminên nasname
û hebûna zımanê
me, têra xwe û
têra neviyên xwe
zimanê me
êşandine, bi
sedan Helebçe di
giyanê vî zimanî
de, li pey xwe
hiştine. Ma ne
bes in?
|