|
Bo Abdullah
Demirbaş
Li cihê xwe,
mîna salvegerên
xwelîreng yên wê
gurmînê; gurmîna
bêdengiya dijwar
a dilê sûrê,
bimîne. Laşê wê
sûrê ji rim û
zextên şevistanê
daweşîne, milên
xwe nêzî
navtêdayîna
asoyên xemgîn
bike û agirê
dilê min hînî
zimanê birîndar
ê kulîlkan û
hînî elfabeya
şermokî ya
jiyanê bike û
kêferata sûrê ya
di gewriya
dîrokê de bi
xunavê
bipesinîne!
Xewnê bi zimanê
girî ji çavreşan
re bibêje,
hebûnê di
hembêza nemanê
de, bi sirûdên
nîvçe û bi rexên
mijdar ên
nasnameya
balindeyan,
ragihîne! Stranê
ji xelmaşiya
keskê hişê min
bidize û bi
çavên wê sûrê,
li min û li xwe,
li gunehbariya
tozê û li jena
dilê heyvê
bigere!
Li cihê xwe mîna
peykerekî ji
ronahiyê bimîne
û gernameya min
û xwe ji rojê
re, bi zimanê
rojê, birêse!
Ji çûkên sûrê re
bi zimanê
gizingê bibêje
Roj Baş!
Ji peyvên sûrê
yên talanbûyî
re, bi zimanê
kavilan û baranê
bibêje Roj Baş!
Ji kevirên sûrê
re, bîranînan û
sawîran bibêje,
ji tenhatiyê re
nimêjan, ji
sîberan re
destanên avê, ji
zarokan re navên
qedexe yên
rengan û ji
destên xwe re
gurzên sorgulan
û reşgirêdana
nêrgizan û
siwarên nenas ên
berfa qederê
bibêje Roj Baş!
Li cihê xwe
bimîne! Li
bişkojên kuştî
yên ferhengê, li
dadgehên giyanê
min û xwe, li
bagerên
derengmayî yên
tolhildanê, li
kûrahiyên mirinê
û li keskesora
geravan û li
dengê aziryayî
yê êşa min û xwe
temaşa bike û ji
deryayê re bi
zimanê pêlan
bibêje Roj Baş!
Û ji nexşeya
tirsê re bi
zimanê
şengebiyan
bibêje Roj Baş!
Li cihê xwe
bimîne û agirê
xetîreya xewnê
gurtir bike!
Destekî xwe li
ser milê sûrê
bihêle û bi
destê din Sîpanê
Xelatê ji
zarokên Amedê re
binivîsîne!
Razên xwe yên
spî, dilê xwe yê
spî, evîna xwe
ya spî, zimanê
xwe yê spî û
tîpên xwe yên
spî li ser sînga
kolanan daçikîne
û ji darbestên
zimanê me re
bibêje Roj Baş!
Ji komira hişê
me re, ji
goristana xeyala
me re, ji
şînîgiriya peyv
û helbesta me re
bibêje Roj Baş!
Li cihê xwe
bimîne û çîrokên
pasvanên
serjêkirî yên vê
axê, bi zimanê
xwînê, ji lerza
sûrê re bibêje.
Afsaneyê,
kevokan, tofanê,
bendemana
dayikan,
xwekuştina
berbangê û
henasa
girtîxaneyan ji
peyvan re
hilbijêre û li
hawara min û xwe,
di zimanê
şikestinê de
bigere!
Li cihê xwe
bimîne û
çarenûsa dilê
xwe, qublenameya
metirsiya min û
xwe, ber bi bîra
sûrê ve bifirîne,
ewrên sergerdan
haş bike,
stêrkan di
bêrîka Amedê de
veşêre û ji
mirovên xewnkuj
re ala evînê
bilind bike û
bibêje Roj Baş!
Li cihê xwe
bimîne!
Dergehê sûrê ji
karwanê rastiyê
re, ji rojê re,
ji bahozê re û
ji darbesta vî
zimanî re, veke
û guh bide
rûpelên axê ku
çawan dibêjin:
Roj Baş Demirbaş!
|