|
Û em berbi
dengvedana
bişirîna te ya
ji bêrîkirinê ve,
berbi çurîska ji
xunavê ya dengê
te ve dihatin..
Tu perestgeha
peyvê bi nalîna
xwe himbêz dikî..
Tu tîp û
ferhengan
vediweşînî,
tu Zeyneb û
Meryeman,
Hozanê çav kesk
û biharên
bendewariyê,
di asoyên xewnê
de, wek peykerên
ji dûmanê rêz
dikî..
Rûpelan bikuje!
Xwe ji
awirvedanên
heyva çardeşevî
bide alî!
Şopan li pey xwe
nehêle,
pirtûkan
veçirîne,
mûman vemirîne
û stirana xwe ya
bazdayî di
hinasên qederê
de zeft bike!
Baskên xwe veke
û bi ser mirina
min de,
wek ewrên
azadiyê,
şehîd bi şehîd,
bibare:
D.
Bagera berbiskên
xwe bi banga axê
haş bike û
welatê xwe yê ji
kevokên kuştî,
li pey xwe, di
hêlînên evînê
de, li ser
darbestên ji
nêrgozan, hînî
rondikan û
pêlvedana
şîniyan bike!
E.
Elindê, sîberên
germ ên êgir,
kevirên bîranînê,
velerzîna destên
xatirxwestinê,
çavên dûrbîn ên
gizingê,
destmalên rengên
ên dilsojiya
demsalan,
daristanên
nimêja dawîn a
keskê bêdawî,
pêjna şînê
sirûda dilê xwe
û darên xwedê
hînî girî bike!
L.
Laşê xwe ji
birînan birevîne,
neynikan şanî
jiyanê bike daku
jiyan balindeyên
serjêkirî,
xweşmêrên
efsaneyê û
mehrebaniya
çavên te bibîne.
Pencereyên
mirinê şanî
jiyanê bike daku
jiyan rakêşana
çiyayên dilê te
û sore çeleng ê
berbeyaniya
Amedê bibîne.
Î.
Îşev mirina min
û te pêrgî hev
dibin. Hevokên
mirinê ji
tavsorka Amûdê
didizim û gulwaz
bi gulwaz
pêşkêşî gerdena
te ya ji qîrîna
ronahiyê dikim.
Dilê min ji
destê vî çiyayî
rizgar bike û
şevçirayên van
paytextan bi
mirina min û xwe
dorpêç bike!
L.
Limişt û lehiyên
Lalên dengê xwe,
lajiwerdiya
gotinên ji
krîstalan û
bînvedana
lavlavên kenê
xwe, şewatên xwe
yên kevnar û
axînkêşana min
li ser lêvên
berfê bihêle û
nexşeya van
goristanan bi
maça xwe
bizingîne!
A .
Azadî ji bîbikên
te diherike.
Aramî di
pîtanokên te de
dinive. Porê te
dastana siwaran
û baranê ye.
Evîna te
mîrnişîniya perî
û firişteyan e.
tu qublenameya
dilê min û
sertaca mirina
min î. Tu rêbera
min î, ji dilê
min diherikî!
|