|
Bo lêvên
rojperest ên
Delîlayê!
Çima tu ew qasî
min dikujî, ew
qasî nêrgizan
hînî destnimêja
çiyan dikî?
Dest ji
pêxwasiya
biharan berde û
kenê min ê
bêbext di
berbiskên xwe
de, wek strana
giryana ebedî
daçikîne!
Min ew li wir,
di navbera
pendên derewîn
ên jiyanê û
dîmenên
xwelîreng ên
wêranê de, bi
çavên
destanbêjên
evînê, didîtin.
Yeko yeko,
revend revend,
di xewna min re
ber bi
tembînameya
demsalan û ber
bi poşmaniya
rexên dîrokê ve,
sernişîv dibûn û
maça xwe li pey
xwe, li ser
hinarkên bagerê
dihiştin.
Nav bi nav ji
çiyê diherikîn û
berbangên xwe di
dilbijîna
ronahiyê de
winda dikirin.
Min ew di
hêlînên şewatê
de, di kanên
dilê xwe de, wek
destên
xatirxwestinê
vedişartin û min
di navên wan de
sermestiya
biharan û
tenhatiya mirinê
didîtin..
Dest ji min û
dest ji
reşgirêdana
helbestên min û
dest ji vê
rewrewka
gunehbar berde!
Nêzî hawara min
bibe û hemî
şevistanên xwe
pêşkêşî laşê
bendemana min
bike,
Asoyên xwe yên
ji taya
gernameyê bikuje!
Xelmaşiya
serdeman û
serbazên ji mijê
yên kûrahiya
dilê xwe bikuje!
Min û reşeewrên
sergerdan ên
biharê di
hembêza xwe de,
di nehwirîna xwe
de, di erênaya
gizinga xwe de,
ji pencên mirinê
biparêze û
mirina min li
pey xwe, ber bi
hinarên Amûdê ve,
şopa gora min ve
û ber bi nisrîna
darbesta min ve
rakişîne!
Rêêêêêêêê bide
min!
Giriyê kurdan
bide min!
Hîveronê bikuje
û dengê xwe yê
ji azadiyê
di ferhenga vê
ebediyeta
tawanbar de,
di ximav û hibra
vê sirûdê de
raperîne,
min di nav jena
dilê xwe de
bikuje
û kuştinê,
wek şîrê diya
min,
bi min,
bi tîpan,
bi çêjê,
bi çurisînê,
bi darbestan,
bi dûmanê
û bi navê çiyayê
dilovan û
mehreban,
bo sînorên evînê
ragihîne,
û mirina min a
dawî bi çinîna
kenê xwe,
wek bilindahiya
Kurdistanê
biçîne!!
Em …….?
|