|
Bo Leyla Zana,
çima tu ew qasî
dişibî
Kurdistanê?
Li pêlan binêre
û guliyên berfê
hînî zuryan û
baroveyên
Qendîlis bike!
Li pêlan binêre
û tembînameyên
xwe bi ser
nimebarana
kendavan de
biguvêşe da ku
parzemînên avê
bi ser
xelwetxaneya te
de hilweşin..
Li esman binêre
da ku stêrkên
sergerdan pêlên
ronahiyê di
awirvedana te de
biçurisînin
Li keskesora
gerdena Botanê
binêre Ocalanos
da ku şînên
zimanê te bi ser
sawa sînorên
peyvê de
birijînin û
helbestên dilê
te, sûlav bi
sûlav, di asoyên
aşiqan de
bigurmin:
Were pêşber
Melayê xwe
Şehîd û
mubtelayê xwe
Bi şefqet ke
liqayê xwe
Mela nemrit bi
dayê xwe (Cizîrî)
Li pêlan binêre
da ku kuştiyên
elind û mayinan
di tenhatiya te
de bihejmêrin û
Di pencereya wê
qederê re,
li asoyên xemgîn
ên deryayê
binêre, xirecira
welatan radestî
ximava
nivîsandina ji
kevir û
bendemana ji
kevir bike,
xatirê xwe ji
raperîna rengan,
ji xêzên
tawanbar ên mija
peravan bixwaze
û ji pêlan re
hêrsa gernameyê;
ji balindeyan re
dilovaniya
hêlînan, ji
berbeyaniyê re
velerzîna
zengilan û ji
evîna pêşîn re
sirûdên sor û
pêjna şehîdan
bibêje!
Rêçên ku niha di
pirtûkan de li
ber çavên te
semageriyê dikin;
rêçên birîndar
ên dudiliya
Prîmîsyosê
agirdiz in,
rêçên tûrebûna
Zeus, rêçên kenê
xwedawendên ji
ba û êgir in,
rêçên destana
raz û nepeniyên
nexşeya destê te
ne, rêçên
sergêjiya Şêxê
Senan û rêçên
bêveger ên evîna
xalê min in.
Li keştiyên
derengmayî û li
bendergehên
mirina
deryavanên
jibîrbûyî dinêre,
gazinan ji tavê,
ji qebqebê nake
û şopgerên
bêhûdeyiyê yên
şevistana
çiyayên xwe
radestî ewrên
gumanê nake,
darbesta
tavsorkê, barana
tiliyên xwe,
dûmana diweroja
xwe, li pey xwe,
di erênaya
mirina karwanên
peyvan de dihêle..
Birînên ferhenga
xwe,
stêrkên rijyayî
yên esmanê
bîranînên xwe
û Gabarê xwe yê
ji kêlîk û
kulîlkên evînê,
bi bendên
bendemanê derman
dike, di himbêza
xwe ya ji
xweliyê de,
Qendîlos di
dergûşa Avaşîn
de dilorîne û
dergehên şîn ên
paytextên asê û
şîn li pey xwe
di bahozê de
vekîrî dihêle û
bajarên êşa xwe
di sersomiya
rûbarên sirûdê
de radestî
bazirgan û
pêşbirkên xwîn û
karnevalên
guleyan dike!
Li deryayê
dinêre
û pirsên
cegerdar ên demê
bi henasa
şevistanan
dibersivîne!
Xewnên Qendîlos
di çavên hîva
çardeşevî de;
bi zimanê alal û
binefşan
dinimîne!
Bangên Qamişlokê
zeft dike
û barana şehîdan
bi ser hinarkên
Amedê de
dibarîne!
Asoyên Wanê,
keziyên Geverê,
çîrokên şikestî
yên xwedayên ji
serav û dûmanan
bi destên xwe
yên ji efsaneyan
dihejîne!
Li deryayê
binêre û şûrê
serbiran ji ser
stûyê vê nexşeyê
bavêje û ji
kevokan re
bibêje:
De ji sînga min
ber bi kelehên
spî yên xewnê ve
bifirin!
|