|
Li min binêre!
Destbiratiya
çiyayên xewnkuj
ji ser milên
bendemanê bavêje!
Ferhenga sorbaz
a sirûdên xwe
yên ji ava
mirinê ,
nexşeyên
jibîrbûyî yên
bîrtûjiya evîna
xwe, kurtepista
zinarên demê û
herikîna gulavên
bîranînan, di
navbera me û xwe
de, di navbera
zîveewrên
sergerdan û
Bêrîtanên henasa
xwe de dabeş
bike!
Li min binêre û
sînorên qederê
di şevistana
dilê xwe de
biazirîne,
peravan ji
keştiyên oxirê
re û darbesta
xwe jî ji
reşebayên navê
xwe re amade
bike!
serçavkên peyvê
ji xwîna peyvê
dawerivîne û
tenhatiya xwe ji
nermebaranê
rizgar bike, xwe
bi pişkivîna
nisrînan haş
bike û kêlên
şehîdên xwe, di
berbanga şehîd
de, li ber serê
min raxîne!
li baskên ji
mijê yên Bagoka
dastanê binêre
û di bendemana
pilingên çavên
xwe de, Qendîlan
hînî firînê
bike,
nasnameya ji
hesin û êzingên
zimanê xwe ji
ser milên şewatê
bavêje û agirê
xwe di şewata
laşê min de
bişwitîne!
Paloyê ji nijada
bahozan, di
hêlîna xwenê de,
di derguşa berfê
de,
Wek qublnameya
evînê bi nav
bike û serbazên
şevê berbi
hawara min ve
bişne!
Li min binêre û
çûkên Îtakayê bi
xencera
bêrîkirina xwe
nekuje, bi
destên xwe
nisrînan
binivîsîne û di
çavên xwe de
westana
dûrerêyan û
bişirîna
şevçirayên Amedê
bipesinîne!
Li min,
Li Babagurgur,
Li balindeyên
pirtûka xwe û li
xweşmêrên ji
ronahiyê yên
xatirxwestinê
binêre,
Bîranînên xwe bi
stiranan,
çeperên xwe bi
destnimêjê, tîr
û kevanên xwe bi
ewran û
pencereyên şîn
ên dilê xwe bi
bendên
rasteqîniyê av
bide !
Xwe ji xunavê
biparêze û
asoyên min û xwe
di dilê nisrînkê
de bikole û
bi avê re bikene…
Bi axê re bikene…
Bi gulgenimên
şînê re bikene
Û qendên van
qendîlan, di
dengvedana
payîzên lezgîn
de, hînî
hûnandina
berbiskên
berbeyaniyê
bike!
Êşa min bifiroşe
dayikên çiyê
Çavên min di
dîwarên
bendemanê de
Di xemsariya
hîveronê de
Daçikîne..!
Û deryayê ji ser
milên xwe berbi
çurisîna keskê
şervanan de
bavêje!
Perdeya
taristanê
vekişîne
Û şahnişîniya
xwe di nisrînên
xewnê de
ragihîne!
|