Kurdî

klasîk

Kewistan

Dengvedan

Pexşan

Antolojî

Rexne

 Werger

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

10 July 2007 00:08

     

10 pirs (Beşê 1ê)

Ehmedê Huseynî


--------------------------------------------------------------------------------
1. Gelo zimanê yekgirtî (standard), di çarçoveya arîşe û pirsgirêkên piralî yên bûnewerî (Existence, entity) û hebûna kesayetiya neteweyî ya kurdan de, xewneke pembehî ji xewnên rewşenbîran e yan jî li gorî rewşa îroyîn a ceografî, siyasî, çandî û kultûrî ya kurdan rastî ye û pêwist e di zûtirîn wext de çareser bibe?

2. Ger xewnek epembehî ji xewnên rewşenbîran be; mebest ji hewldanên ku di vê çarçoveyê de berz dibin, çi ye? Hetanî kîjan astê û kîjan radeyê; kesên ku piştevaniya vê pirsê dikin û bi vê hewldanê mijûl dibin, desthilatên raman, hizir û felsefeyek e zimanî ne, gelo danûstandina bi diweroja zimanekî re bi (RÊ) zimannasan an bi zimanzanan) çareser dibe? Dema ku kurd der barê zimanekî yekgirtî dipeyivin, ji alî zanistî ve, ji alî çarçoveyên teorî ve, çi di nav destê wan de heye? Ma ezmûneke cîhanî di vê çarçoveyê de, ji bilî ya kurdan heye yan na, aye kurd naçar in ji xwe dest pê bikin û ji xwe re li gorî rewşa zimanê xwe teoriyekê biafirînin û ji realîte û hebûna şêwezarên (Dialects) xwe zimanekî yekgirtî ji xwe re ava bikin?

3. Jixwe ger rast be, gelo bingeh û têgeh û belge û bawerî û encamên vekolînane yên vê rastiyê çi ne, projeyên hevgirtî yên destnîşankirina vê rastiyê li cem kê ne, li bin siya û di bin bandor û kartêkirina kîjan ekol û dibistan û felsefeyan hatine nivîsandin û amadekirin?


4. Gelo dema em behsa zimanekî yekgirtî dikin, mebest beşekî Kurdistanê ye yan hemû Kurdistan e, mebest ew e ku em van şêwezaran gişan di yek şêwezarî de bicivînin û bihelînin, an mebest ew e ku şêwezarek, bi kotekî yan jî bi biryarek e siyasî, were hilbijartin û desthilatiyê li şêwezarên din bike, yanî bibe zimanê xwendin, ragihandin, perwerdeyî û peywendiyên fermî, gelo dema ku şêwezarek bibe zimanê kurdan ê fermî, dikare di heman demê de bibe zimanê wan ê yekgirtî û yê neteweyî û hilbijartina şêwezarekî bo hemû kurdan dê çawa pêk were, li gorî jimara şêwezaraxêvan an li gorî ka kîjan şêwezar dewlemendtir e?


5. Ger sê yan jî çar zimanên kurdî hebin, dê çi ji kurdan kêm bibe, yan berevajî vê yekê, dê pirbûna zimanan lerzê têxe wateya nasnameya neteweyî ya kurdan, dê hest û hizra neteweyî lawaztir bike, dê çarenûsa kurdan a diwerojê têxe metirsî û aloziyek e mezintir? Ma niha dema ku behsa zimanê yekgirtî tê kirin, em nabînin ku her şêwezarekî kurdan, bi serê xwe, hem geş dibe û hem jî asoyên hişyarî û derbirîna xwe berfirehtir û kûrtir dike û ber bi zimanekî serbixwe ve diçe?


6. Cihêwazî, nakokî û cudahiyên di navbera şêwezarên kurdan de çi ne, li ku digihêjin hev û li ku derê ji hev bi dûr dikevin, ma kîjan şêwezar ji yên din bêtir, ji alî rêzimanên xwe ve, hevoksazî, morfolojî, sîntaks, semantikên xwe ve, nêzî hev in û dikarin ji yên din baştir bi hev re bijîn? Ger kurmancîaxêvek bixwaze hînî şêwezarekî din ji şêwezarên kurdan bibe, ne ji bo axaftina rojane lê ji bo ku bi wî şêwezarî binivîsîne û afirandinê bike, gelo ew kurmancîaxêv dê hewcedarî hînbûneke rêbazane bibe yan na, dê hewcedarî mamosteyan, pirtûkan û dibistanan bibe an na, ger erê be, îcar çi ferq di navbera hînbûna şêwezarekî kurdan û zimanekî biyanî de heye? Her wisa bo şêwezaraxêvên din jî dema ku hînî kurmanciyê bibin, gelo dê ji bo wan ne wek hînbûna zimanekî nuh be?


7. Gelo hetanî kîjan radeyê, rewşenbîrên kurd ên hemû şêwezarên kurdî, bi helwesteke şaristaniyane, bi hişekî ronak û vekirî, bi alavine ku bişên berjewendiyên neteweyî biparêzin, vê pirsê pêşkêş dikin, guftûgo û li qelem didin? Ma rewşenbîrên şêwezarên kurdî, îro roj, gihîştine asta ku dest ji şêwezarên xwe - ji bo bicihkirina şêwezarekî bi tenê ku ne yê wan be- berdin û her kes ji alî xwe ve, zemînekê bo gengeşe û diyalogê, li derveyî dîmena rikêşan û dijminatiya şêwezarên din, amade bike?


8. Roj li pey rojê, dunya biçûktir dibe. Hinek ziman xurt û hinek lawaz dibin, hinek jî xatir ji vê xirecirê dixwazin û bi dawî dibin. Madem şêwezarên kurdan rewşa kurdan aloztir dikin û dibin sedemên jidayikbûna arîşe û pirsgirêkên siyasî, civakî û kultûrî, çima kurd zimanekî din ji xwe re wek zimanekî fermî hilnabijêrin û hemû şêwezaran li bin siya wî zimanî azad û serbest, wek zimanê malê, bernadin? Madem kes ji me dest ji şêwezarê xwe bernade û bi dare zorê jî em dê negihêjin tu serencaman, bila zimanê fermî yê Kurdistanê bibe ingilîzî, dê çi bibe?


9. Zimanê me, bi taybetî, piştî sedsala bûrî, sedsala dijwar a buhujînê (asîmilebûnê), taybetmendiya me ya sereke ye, her wisa yek ji pîroztirîn mercên jiyana me ya mirovane ye. Gelo dema ku di riya pêşveçûna me de bibe kelem û em neşên çareyekê jê re bibînin, ew pîrozmendiya zimên dilerize yan na, gelo rewşenbîrên kurd dikarin di vê qonaxê de, bi çavine gumandar li pîrozmendiyan û di nav wan de jî li şêwezarên xwe, temaşa bikin an na?


10. Dîmena zimanê kurdî ya ku îro, bêyî mekyaj, li ber çav e, ango rewşa îroyîn a zimên; ger em xwe nexapînin û li televîzyon û radyoyan, li kovar û rojnameyan, li komele û saziyên ragihandinê, li malperan û hetanî radeyekê jî li rêxistinên siyasî yên kurdan binêrin, rewş di tirsnaktirîn ast de ye. Pirsa ku di sere mirovan de diteqe ev e: ma bi rastî şêwezarên me pişta xwe dane hev û her yekî ji wan riyeke xweser ji bo birêveçûna xwe hilbijartiye?



 

 
 
 


 


alanocano@hotmail.com

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de