|
Di navbera min û
kevokên dilê te
de, du peykerên
ji avê û du
paytextên ji
poşmanuyê
sermest û sersom
dibûn. Min du
çavên reş ên ji
baranê di
pirtûka êşê de
dixwendin, min
bi destê mirina
te digirt û
berbi kêla
bîranînê ve
diçûm.
Min ji dûr ve
bangî te dikir û
diqîriyam:
Destên xwe,
mistên xwe,
hestên xwe,
mebestên xwe û
hemî darbestên
xwe veke, da
stêrkên giyanê
xwe bi ser te de
birijînim û
kulîlkên hişê te
hînî
govendgerîna
mirinê bikim.
Ez û tu li wira
ku ji bagerê bû,
di himbêza êşa
pêldar de, pêrgî
bazinên
Helepçeya şehîd
û nexşeya ji
nisrînan dibûn.
Bişirîna xwe ji
ronahiyê
birevîne!
Û rê nede mirinê
ku henekan bi me
bike!
Serê xwe ji
tîpan û
ferhengan vala
bike û dilê min
jî dûrî bargehên
evînê bixîne!
Wê şevê, min
dest bi rêberiya
girî dikir û
xewnên min di
çavên çiyê de
wenda dibûn.
Tu li nik min
bûyî, min
stirana te bo
xwe û rêwiyan,
bo xwe û miriyan,
bo xwe û çivîkên
seferê, bo xwe û
nîçîrvanên
qederê
dipesinand û ji
bilî te ti kes
di dilê min de
nedima..
Min dilê te
vedikir, hawara
xwedê ev çi evîn
e!?
Min xewna te
vedikir, hawara
xwedê ev çi
birîn e!?
Min êvara te
vedikir, hawara
xwedê ev çi
mizgîn e!?
Ez û tu li wira
ku ji bagera
eşqê bû, pêrgî
ewran û dûmanê
dibûn. Min
barana te ji ber
dikir û min dest
bi deryaçeya
bêrîkirina te
dikir.
Wê şevê, tu di
himbêza min de,
wek mîrê gunehê,
bûyî. Tu
demsalan hînî
giryanê, çiyan
hînî bêbextiyê,
rêçan hînî
metirsiyan,
jinan hînî
reşgirêdanê û
min jî hînî
zorbaziyan
kêlîkan dikî!
Wê şevê, pêjna
te ji peyvan û
ji bendemana
goristanê
nedihat û ne jî
kenê te ji
hinarkên
helbestê
derdiket. Min li
pey te sirûda
bajaran ji
bajaran re digot
û navê te di
sînga gulê de
dikola.
Wê şevê, wek
xatirxwestina te,
bi tenê bûm. Wek
evîna xwe
diêşiyam, wek
gavên te yên ji
elindê berbi
perestgeha maçê
ve diçûm û min
tu li wir
nedidîtî. Ne jî
min gulên xwe
hêjayî xewna te
didîtin. Lê li
pey te, girî,
careke din, wek
girî bû…
Wê şevê, dema
min tu di xewna
xwe de ditî, min
şînekî dijwar bi
ser te de
dirijand, min
hîverona çavên
te bi lavelavên
şevistanê
dihejand û min
di zimanê te
peyva evînê
divejand..
Wê şevê,
Bi tenê
Min dixwest
Tu
Stirana min bî!
|