Şevçira


 
klasîk
Kewistan
Dengvedan
Pexşan
Antolojî
Rexne
 Werger

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
 Kurdî
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
 Urkesh
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

 

 

 

 

Çi ji kurd di me de maye?
Ehmedê HUSEYNĪ
---------------------------------------------------------------


Yek ji arîşe û pirsgirêkên bingehîn ên hebûna me ya giştî û hebûna me ya rewşenbîrî bi taybet, her wisa yek ji sedemên velerzîna hoker û mercên kesayetî û wateyên nirxdar ên nasnameya me ya neteweyî û astên berbiçav ên çarenivîsa çand û zimanê me, ku rewşenbîrê kurd naxwaze li wan mikur were, pirsgirêka tunebûna gotareke hevgirtî û piralî ya rewşenbîrî ye.

Gotara rewşenbîrî ya ku di vê qonaxê de bikaribe asoyên hişmendiya me berztir bike, li derveyî kultura tirk û ereb û farisan, bikaribe bersiva hinek pirsên der barê bûneweriya me, dîroka me, pêşeroj û paşeroja me bide. Bikaribe hindek çarçoveyên teorî yên ku beşdarî xwenasînê bibin, pêşkêşî me û cîhana me ya rewşenbîrî û civakî bike.

Dîsa jî mebesta min ew gotar e ya ku bikaribe jiyana kurdê ku bi salan bindest e, jiyana ku hê jî di kargeh û fabrîkeyên buhujîn û asîmilasyonê de tê çêkirin û tê çewisandin û ji alî hest û nest û mêjiyê xwe ve tê şûştin, ji hemû wateyên xwe wekî mirovekî taybetmend û ji mercên mirovahiya xwe ya xwezayî tê valakirin û talankirin, bikaribe bi rola xwe ya hişyariyane rabe, bikaribe hinek nirxên cihêwaz, hinek çemkên cihêwaz, hinek baweriyên cihêwaz, hinek hizr û felsefeyên cihêwaz û hinek têgehên cihêwaz biafirîne, guftûgo bike, vejîne, biteqîne û me nêzîkî derûn û giyan û hebûna me ya rasteqîne bike. Gotara ku dibêjim, gotareke cegerdar be, ji paşxaneya xwe ya dîrokî şerm neke û bi dijwarî xwe berde kûrahiyên dîroka bindestiya vî bûnewerê kurd.

Mebesta min bi wê gotarê ew e, gotara ku bikaribe ji kaneyên vê trajedyayê derbiçe, li îstegehên şîn û şad ên mêjûya me raweste û hişmendiya xwe, zanîna xwe, naveroka xwe, sîma û stûnên xwe ji perwerdeyî, xwendin û ji zimanê serdestan rizgar bike.

Gotara ku bikaribe pêwîstiyên vê qonaxê pêşkêşî me bike û ji me re neynika xwedîtinê be, ji me re bibêje ka çi bi serê me hatiye? Rola sînoran, zaravayan, devokan, rêxistinan, olan, êlan, mîratgirî û şûnşopan, derve û hundir, şer û aştî û rola hizra me ya neteweyî ji me re destnîşan bike, ji bo her gavekê di bûneweriya me de felsefeyekê biafirîne. Gotara ku me hînî hizirîn, têramandin, fikirîn û dahênana bi kurdî bike.

Gotarek e rewşenbîrane ku bikaribe têkçûna me ya bi sedan salan ron bike, şîrove bike, vekole, rexne bike, şermezar bike, rût bike, riswa bike, bilerizîne, bihejîne û di şûna wê şikestinê de bikaribe projeyeke şaristaniyane, dewlemend, berfireh û kûr û hêjayî bejna mirina me be biafirîne. Ango hinek pirsên bingehîn yên ku bi rewşa me ya civakî, siyasî, derûnî ve girêdayî ne li pey xwe bihêle: Em kî ne? Em serencama kîjan û çi kulturan û zimanan in? Em hetanî kîjan ast û pileyan ji hişê xwe û ji bîra xwe hatine dizîn? Em çawan dikarin dîsa di jiyanê de careke din em bi xwe em bin?

Gotarek e wisa be ku rû bi rû ji min re bibêje: Ka çi ji kurd di min de maye?

 

 

 

 

 

Editor

EHMEDÊ HUSEYNÎ
shevchira@rojava.net

 

 




 

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1