| |
|

Cegerxwîn |
Jînenigariya
Cegerxwîn
Cegerxwîn bi navê Sêxmûs ji dê û
bavekî gundî, cotkar, belengaz di
sala 1903an de li gundê HESARÊ
hatiye cîhanê, ji 11e xusk û birayan
tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl, Asya.
Di sala 1918an de bavê wî Hesen li
bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye
ser heqiya xwe. Di sala 1919an de li
gundê Bêdir-Memo diya wî Eysan ya
heftê salî jî serê xwe danî û çûye
ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li
cem xusk û birayê xwe maye.
Jiyan û xebata li Binxetê (Kurdistan
a Sûriye yê)
Di sala 1920an de çûye xwendegeha
olperestî û çend salan li ser hev li
Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî
li xwendinê geriyaye û rewsa gelê
Kurdistanê bas nas kiriye.
Di sala 1927an de keça xalê xwe
Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe
re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928an de xwendina xwe
qedand û îcaza xwe wergirt û bû
melayê gundê Hazda jorî û di wê salê
de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye,
ev dîwan winda bibû û berî 3ê salan
ketiye destê me û heta îro nehatiye
çapkirin.
Di sala 1936an de, Cegerxwîn bi çend
malên gundiyan ve du gund li jêrê
avaniyê avakirin (Çêlek û Cehenem).
Di sala 1937-1938an de, Cegerxwîn û
hevalên xwe Nadiyek-Komelak li
bajarê Amûdê ji xortên kurd re
vekirin û komela wan gelek berepês
çû, lê bi navtêdana hin mirovên
nezan û dijminê miletê kurd
Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946an de Cegerxwîn mala xwe
ji gund guhaztiye bajarê Qamislo û
ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û
di wê salê de Civata Azadî û
Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr.
Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn
sekretêr...
Di sala 1948an de Cegerxwîn bûye
hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê.
Di sala 1949an de cara yekemîn bû ko
Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala
1950an de Cegerxwîn dikeve Civata
Astîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê
de kar dike. Di sala 1954an de
Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû
namzadê perlemana Sûriya yê.
Di sala 1957an de Cegerxwîn ji
komonîstan dûr dikeve û di wê salê
de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina
AZADÎ sazdikin û pistî pêlakê
Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina
xwe fesix dikin û bi Partiya
Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959an de Cegerxwîn direve
Îraqê û sê salan li wir dibe
mamosteyê zimanê kurmancî li
Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî. Di
sala 1962an de hukûmeta Îraqê bera
Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe
vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê
girtin û pistî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963an de dîsa Cegerxwîn tê
girtin û dikeve Zindana Mezê li
bajarê Samê, lê pistî pêlakê tê
berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û
disînin bajarê Siweyda nav Durziyan,
lê pistî pêlake ne dirêj tê berdan û
vedigere bajarê Qamislo yê.
Di sala 1969an de Cegerxwîn diçe
Kurdistana Îraqê nav sorisa kurdî û
nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala
1970yî de Cegerxwîn ji Kurdistana
Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala
1973an de Cegerxwîn direve Libnanê û
dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û
çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike.
Di sala 1976an de Cegerxwîn vedigere
Sûriye yê û heta sala 1979an li wir
dimîne.
Di sala 1979an de Cegerxwîn ji Sûrya
yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên
xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê
derbas dike. Di 22-10-1984an de li
bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe
danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn
di hewsa xaniyê xwe de li bajarê
Qamislo yê hatiye vesartin. Zarokên
wî yên ko li dû xwe histine du kur û
çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî,
Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26
kes in.
Ji berhemên Cegerxwîn
Helbest:
Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam
Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam
Dîwana siyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd
Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû,
1980 Stockholm
Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên
Roja Nû, 1981 Stockholm
Dîwana sesem: Sefeq, Weşanên Roja Nû
1982 Stockholm
Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû
1983 Stockholm
Dîwana hestem: Astî, Weşanxana
Kurdistan, 1985 Stockholm
Ziman û Ferheng
Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda
|
| |
|
|